NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên dawî yên hêzên xwe daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Roja 16’ê Adarê hêzên me li Efrînê li hemberî bendeke kontrolê ya çeteyan çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete birîndar bûn.
Roja 18’ê Adarê hêzên me li navenda bajarê Efrînê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama wan çalakiyan de 6 çete hatin kuştin, 15 çete jî birîndar bûn.
Li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 1 çete hat kuştin û wesayitek hat rûxandin.
Bi giştî di encama çalakiyên 2 rojan de 7 çete hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn.
Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber bombebaran dikin.”