XARPÊT – Ensîtîtûya Lêkolîn a Erdhej û Zanîngeha Bogazîcî ya Çavdêriya Kandîllî ragihand ku erdhej li navçeya Kalaba-Sîvrîce bi pileya 5,0’an pêk hatiye.
Erdhej li gorî saeta herêmî saet 20,53’an de li kûrahiya erdê 5,5 kêlometran pêk hatiye. Erdhej li bajarên derdor jî hate hîskirin, hê tesbîta ti ziyanê nehatiye kirin.
Di erdheja 24’ê Çileyê ya li navçeya Sîvrîce ya bi 6,8 pileya pêk hatibû de jî 41 kes miribû.