MÊRDÎN – Îsal ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatin betalkirin. Ji ber vê wê îşev saet di 20.20’an de her kes li şaneşîn, pencere û banên xaniyên xwe bi ronahiyên telefon, find, çira û hesteyan Newrozê pîroz bike. Agirê ewil ê Newrozê li Taxa Zorava ya Nisêbînê hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin. Şêniyên taxê li erseyeke vala agirê Newrozê vêxistin û paşê çûn malên xwe.
Her wiha agirê Newrozê yê li Qamişloya ji hêla Nisêbînê ve hat xuyakirin û welatiyan jî bi tilîliyan piştgirî da prîozbahiyê.
Li Qoserê jî welatiyan zû dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Esnafan li ber dikanên xwe di hundirê tenekeyan de agir vêxist. Li Dêrikê jî şêniyên mezrika Kelekê yê gundê Şêba Jêr jî agirê Newrozê vêxist. Welatiyên çûn serê gir û agir vêxistin û paşê çûn malên xwe.
Her wiha tê zanîn ku welatî li şaneşîn, pace û ser banên xaniyên xwe Newrozê pîroz bikin.
AGIRÎ
Li navçeya Panos a Agiriyê li gelek tax û gundan agirê Newrozê hat vêxistin. Li gundê Kizkapan ê Panosê ciwan hatin cem hev du û agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan xwe di ser agir re çeng kir û fîşekên hewayî teqandin.