NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad di derbarê Newrozê de wiha ye;
Bi giyanê Newrozê tecrîdê nehêle, bi Rêber APO re bibe azad
Ciwanên Kurd ên ku xêza giyanê Newrozê dide jiyandin in. Berxwedana Newrozê ku ciwanên Kurd ji paşerojê heyanî îro ve xêza wê ya şoreşgerî û berxwedêr bi pêş xistine, bi her sal hîn xurtirbûnê ve ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Doganan bi 3 darikên niftikê ve berdewam kiriye, îro gihaştiye mîlyonan. Bi xêza ciwanên berxwedêr ve îsal agirê Newrozê hîn geştir pêdixin û Newroza gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin. Şehîdên Newrozê bi bîr tînin û soza xwe ku me dayî wan dubare dikin.
Cejna me ya Newrozê di dîrokê de cihekî girîng digre û her wiha ji aliyê gelê me û têkoşîna me ve jî derbirîna berxwedanekê mezin û destanî ye. Kawayan, agirê Newrozê li hemberî zilmê, li hemberî Dehaqên zalim pêxistine. Ev agirê ku hatibê pêxistin remza qedandina zilmû bû, remza azadbûna gelê bû. Em wek ciwanên Kurd jî şopdarên wê ne. Şehîdê me yê Newrozê Mazlum Dogan ku wek Kawayê Hemdem di dîrokê de cihê xwe girtiye, li zindana Amedê bi 3 darikên niftikê ve agirê Newrozê pêxist û ev agirê berxwedanê gihand mîlyonan. Her agirê Newrozê ku em pêdixin, bûye bidawîkirina zaliman û bûye serkeftina Mazluman. Ciwanên Kurd, ev di şexsî şehîdên Newrozê de pêk aniye û ji vir pê de jî wê pêk bînin.
Ev heyam, wê bibe dawiya zaliman. Faşîzmê ku li Rojhilata Navînê û li Kurdistanê heye, wê nikare gelê Kurd têk bibe. DAÎŞ, El-Nûsra, OSO û rûyên wan ên rast çeteyên AKP-MHPê çi bikin bila bikin wê nikarin ser bikevin.
Îsal jî em agirê berxwedanê ango agirê Newrozê pêdixin. Ev agir, ne agirekî hêsa ye. Ev agir, remza bidawîbûna faşîzm û dîktatorya ye, remza meşa serkeftinê yên Mazluman e. Yên ku dixwazin wateya vê agirê bizanibin, bila li paşerojê binêrin.
Divê Agirê Newrozê ku ji Kawayê Hesînkar vir ve pêketiye bi awayekî hîn geştir berdewam bike!
Heya ku li ser Rêber APO tecrîd û dîlgirtin ranebe, giyanê Newrozê ji ciwanên Kurd wê kêm nabe. Rêber APO ku jiyana nû ava kir, çalakiya xwe li hemberî vê hişmendiyê bi awayekî destanî didomîne. Em ciwanên Kurd, divê bi agirê Newrozê yê îsal ve li derdora Rêber APO bibin xelek û bi Rêbertî re ber bi azadiyê ve bimeşin.
Têkoşîna me ya birûmet ber bi serkeftinê ve dimeşe. Di têkoşîna me ya ku bi tîpên zêrîn li dîrokê wê were nivîsandin de divê her ciwanên Kurd rist û peywira xwe bileyîze. Em ber bi dawiyê hatin. Ji bo hemû cîhan bibîne ku agirê Newroza 2020 heman demê agirê serkeftinê ye, divê em li her derê giyanê Newrozê bidin jiyîn.
Me dixwest ku Newroza 2020ê bi tevî gelê xwe yê welatparêz re bibin mîlyonan û li qadan pîroz bikin. Lêbelê wek tê zanîn, ji ber coronavîrûsê ku li cîhanê bibandor e, me tenduristiya gelê xwe anî ber çavan û me pîrozkirinên Newrozê yên girseyî betal kirin. Lê divê neyê jibîrkirin ku Rêber APO vê têkoşînê di Newroza 1973an de li bendava Çubuk a Enqereyê bi komeke piçûk ve da destpêkirin. Ji ber vê yekê ciwanên Apoger, li ku bibin bila bibin, bêyî ku bibin girseyek mezin û bi miqatebûna tenduristiya xwe ve divê agirê Newrozê pêbixin. Agirê Newrozê ku ji Kawayê Hesînkar vir ve pêketiye, pêwîst e bi awayekî hîn geştir were domandin.
Bi vê mabestê di serî de Newroza Rêber APO, Newroza hevalên me yên girtiyên şoreşger ên li zîndanê, jin û mêrên Kurdistanî ku li çar perçeyên Kurdistanê li hemberî Dehaqan dibin Kawa, gelê me yênli Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat û yên mişext û dostên xwe pîroz dikin.
Newroz Pîroz Be!
Bijî Serok APO!
Tevgera Ciwanên Şoreşger
Jinên Ciwan ên Azad