AMED – Ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên Newroza îsal ên girseyî hatibûn betalkirin. Êvara Newrozê ango 20’ê Adarê her kes li şaneşîn, pace, li ser baniyên xaniyên xwe, li kolan û kuçeyên xwe Newrozê pîroz kirin. Li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dema saet bû 20.20 fişekên hewayî li kuçe û kolanan hatin teqandin, welatiyan lambeyên malên xwe vemirandin û pêxistin, ajokaran li kornayên erebeyan xistin û hin welatî ji li şaneşîn û paceyên malên xwe find vêxistin. Hin welatî jî li derve agir vêxistin û li derdorê govend gerandin.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên welatiyan de dîmenên rengîn derketin holê. Fişekên hewayî ku hatin teqandin asîmanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ronî û rengîn kirin.
CİZÎRA BOTAN
WAN
STENBOL
AMED