NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî çalakiya li dijî Qereqola Kanî Masya ev agahî parve kirin:
“19’ê Adarê saet derdorî 18:00’an Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo Qereqola Kanî Masî ya artêşa TC’ê ya li navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê ya Başûrê Kurdistanê kirin hedef. Yekîneya me kon, çeper û kozikên li qereqolê kirin edef û di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo tolhilîna ji êrîşên li dijî zarokên gelê me yên Êzidî hatiye kirin. Heta ku êrîşên dewleta TC’ê ya faşîst-mêtinger a li ser sivîlên Şengalê dom bike, wê bersiva yekîneyên me bidome û wê çalakiyên wiha tolhilînê dewam bike.”