AARGAU- Ji ber Vîrûsa Korona (Covîd-19) pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî hat betalkirin lê pîrozbahiyên Newrozê yên ciwanan berdewam dike.
Di guncana pêngava Nehêle de, ciwanên TCŞ û JCA yên ku bi diruşmeya “Bi Giyanê Berxwedana Newrozê ve Tecrîdê Nehêle, Bi Rêber APO re Bibe Azad” li kantona Swîsrê Aargauyê kom bûne, bi pêxistina agirê ve Newroz pîroz kirin.
Ciwanên ku nîvro di girekî bilind ê bajarê Suhrê de amadehiya dikirin, ji cihên pîrozbahiyê re ala Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ala TCŞ daliqandin. Ciwanan pankarteke mezin a Mazlum Dogan ê ku yek ji kadroyê pêşeng ê PKK ye û di şeva 20 û 21 Adarê de li zîndana Amedê bi 3 darikên niftikê re çalakiya xwe ya fedaî pêk anî, amade kirin û bi pêxistina agirê re jî dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Bernameya Newrozê bi rêzgirtina ji bo bîranînên şehîdên Newrozê re dest pê kir û piştre jî li ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û ji bo ciwanên Kurdistanî wate û derbirîna Newrozê çi ye, axaftin hat kirin.
Piştî axaftinan ciwanan dest bi govendê kirin û heya derengiya şevê jî pîrozbahî berdewam kir.