SÊRT – Polîsên Tirk ên dagirker li Sêrtê serê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtina malan de endamên HDP’ê Leyla Ozalp, Îbrahîm Ekîncî, Metîn Ekîncî, Berxwedan Dayan, Keştî Dayan, Ferhat Dayan û Kadrî Dayan hatin destgîkirin.
Hate ragihadin ku polîsên Tirk ên dagirker dest danîn ser materyalên dîjîtal ên li malan. Kesên binçav kirin jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.