NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê têkildarî vîrûsa Korona daxuyaniyek da û got: “Hejmara kesên bi vîrûsa nû ya Korona dikevin ji sedî 85’ê wê Ewropa û DYE, DYE bûye navenda nû ya şewbê.
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gutterres ji ber vîrûsa Koronayê bang kir ku hemû xebatên xwe warê cîhanî de bi dawî bikin. Gûtterres ê li New Yorkê daxuyanî da got: “Dawî li şer bînin û em bi nexweşiya ku cîhana me xistiye nava metirsiyê re têbikoşin.
Tirkiye
Rayedaran ragihand ku li welat hejmara kesê bi vîrûsê ketine gihişte Hezar û 529’an û 37 kes jî mirine. Rêxistinên tenduristiyê radigihînin ku wê hejmara kesên bi vîrûsê ketine û mirine hê zêdetirin.
Îtalya
Li Îtalyayê jî 63 hezar û 927 kes bi vîrûsê ketine û 6 hezar û 77 kes jî mirine.
Îngîltere
Li Îngîltereyê jî 7 hezar kes bi vîrûsê ketine û 330 kes jî mirine. Seroikwezîr Borîs Johnson got: “Îşev fermaneke hesan li Îngilîzan dikim ku hûn neçarin li mal bimînin.”
Elmanya
Li Elmanyayê jî 30 hezar û 150 kes bi vîrûsê keitne û tê texmînkirin ku hezar kes din jî li vê hejmarê zêde bibe. Her wiha 130 kes jî mirin.
DYE
Li Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE)’yê jî 46 hezar kes zêdetir bi vîrûsê ketine û 580 kes jî mirine. Tê texmînkirin ku 2 hezar kes zêdetir ên nû bi vîrûsê ketibin.
Spanya
Li Spanyayê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine 40 hezar kes derbas kir. 2 hezar û 700 kes jî mirine.
Fransa
Li Fransayê jî nêzî 20 hezar kes bi vîrûsê ketine. 860 kes jî mirine.
Îran
Li Îranê jî 24 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 2 hezar kes jî mirine. Her wiha hate ragihandin ku nêzî 2 hezar kesên nû bi vîrûsê ketine.
Koreya Başûr
Li Koreya Başûr jî ji 9 hezar kesî zêdetir bi vîrûsê ketine, 120 kes mirine. Li welat 76 kesên nû bi vîrûsê ketine.
Hollanda
5 hezar kes li welat bi vîrûsê ketine. Bi giştî 213 kes jî mirine.
Belçîka
Her wiha li Belçîkayê jî 500 kes nû bi vîrûsê ketine û li welat bi gitî 4 hezar û 200 kes bi vîrûsê ketine. 120 kes jî mirine.
Danîmarka
Li Danîmarkayê jî 100 kesên nû bi vîrûsê ketine. Li welat 1 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine û hejmara kesên mirine jî gihişe 30’î.
Avûstûrya
Li Avûstûrya jî 5 hezar kes bi vîrûsa Korona ketine. 25 kes jî mirine.
Çîn
Li Çînê ya ku vîrûs lê peyda bû ji 81 hezarî zêdetir kes bi vîrûsê ketine û 78 kesên nû jî bi vîrûsê ketin. Bi giştî 3 hezar û 277 kes mirine.