AMED – Li zozanên Şênê û gundê Eskar ê navçeya Pasûrê ya Amedê, operasyona leşkerî ya dagirkeriya dewleta Tirk danê sibehê dest pê kir.
Yekîneyên artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran ji Tabûra Komando ya Leşkerî ya Pasûrê sewqî herêma operasyonê hatin kirin.
Helîkopteran destpêkê li gir reşandin û piştre leşker daxistin.
Agahî nehate bidestxistin ku li herêmê şer qewmiye yan na.
Hat diyar kirin ku leşkeran bi ser gomên herêmê de girtine û lêrgerîn pêk anîne.
Liv û tevgera helîkopteran a bi operasyona leşkerî ya dagirkeriya dewleta Tirk re dewam dike.