NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya îro ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ve hatî dayîn de wiha hate gotin:
“Endamên me roja 25’ê Adarê di saetên nîvro de li rêya Vîşne ya li navçeya Yildirim a navenda Bûrsayê, li dijî kargeha tekstîl ya 3 qat ya AKP’yiyan çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiya me de kargeha tekstîl hat rewşek wisa ku neyê bikaranîn.
Hemû dijminên kurdan yên ji kaseya şer a AKP-MHP dixwin û hemû hevkarên wan her tim û li her cihî wê bibin hedefa me.”