AMED – Li Navçeya Peyasê ya Amedê, di avahiyek li ser rêya Rihayê de vîrûsa corona hat dîtin. Di mala dergevanê avahiyê ya 3 kes lê dijîn de vîrûsa corona (Covîd-19) hat dîtin.
Li Navçeya Peyasê ya Amedê di avahiyek ku li ser rêya Rihayê yeî di mala dergevanê avahiyê de ku 3 kes lê dijîn vîrûsa corona (Covîd-19) hat ditin. Piştî di malbatê de vîrûsa corona (Covît-19) hat tespîtkirkin, avahî xistin karantînayê. Endamên malbatê ku germahiya laşê wan zêde bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Piştî endamên malbatê rakirin beşa venêrtina zêde, avahiya ku malbat lê dijîn xistin bin karantînayê.
Piştî karantînayê polîs li dora avahiyê digerin û destûr nadin ku kes têkeve avahiyê û derkevin.