BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wihaye:
”Hêzên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Bager û Şehîd Ronya de 27’ê Adarê saet 13:00’an li Girê Şehîd Derwêş ê girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên li gir bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derb li çeper û kozikên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran diyar nebû.
27’ê Adarê saet 19:00’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Golka ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.”