Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Em roja 18’ê Gulan’ê roja şehîdan bi bîrtînin. Şehîdê me ê yêkêmîn Haqî Karer, dîsa jî rêhevalên me yên çara û dûv re rêhevalên me yê
şehîd berxwedaniya ku bi lehengtî dane raberkirin, di dîroka partiya me de cihekê pir bi watedar jêre hatiya dayîn.
Ji bo şoreşgerek berpirsiyartî û erkê herê sereke rêhevalên şehîd fêmkirin, mafê wan dayîn, li gor wesiyêtên hevalên şehîd jiyan kirine. Ji bo vê yekê pêwîst dike ku mirov vê di jiyana xwe de serwer bike, her tim şerê wê bide meşandin.
Hêjî di bîramin deye, dema min got; “ emê bi çi awayî bersiva bîranîna rêheval Heqî Karer bidin?” Rêheval Kema Pîr bersivamin da û got; “em êrişê polîsa bikin, encex em bi vê awayê tola rêheval Heqî bigrin.” Ev çavêmin ne girtî bû. Bêguman meyê rojekê kujer bigirta, cezayê wê bida, evê çêbibe, lê me dît ku, emê bi vê awayê nikaribin bîranîna wê xilas bikin. Ji bo vê em demekê pir dirêj fikirin, di encam de me wê salê de pêşnûmeya bernameya partiyê di taxa rêheval Heqî lê şehîd ketî de me nivîsand. Li gor me, bersiva herî baş jî ew bû. Ew jî hêla ku me ji koma cîwantî ê hêsan, berbi koma biryara partî dayînê ve bibe.
Nexwe di parti bûyînê de şehîdê despêkê û hevalên şehîd fêmkirin, pêdiviyên wê pêk anîn xwedîbûyîna erkêk pir giringe. Mirov dikare bê je ev hewildanên me ê dîrokî wek sersalekê wate girt. Di dîroka netewîtî de cihê xwe wek kevirê kîlometre girt.
Di bîranîna şehîdan de heter kirin, pêdiwiyên wê pêkanîn hemû hevalên şehîd girê dide û ji bo hevalên jiyan dikin jî di be xeta jiyan kirinê, ev jî di be xeta şer. Heya xeta şerê gel jî xwe fûrhand. Kesên ku nikarin bi vê awayî rêhevalên şehîd re werin girêdan, bê hurmetin û ev kesane nikarin tucarî bibin kesayetên rêzdar. Herwiha kesên ku, mafê şehidan û şehîdên xwe nedin, bîranînê wan ji bo jiyana xwe esas negrin di rastiya partiya me de jî nikarin bibin milîtanên baş û rast.
Bi fikrin, me ji bo rêhevalek şehîd çikir. Lê bi fikrin di bin berpirsiyartiya we de, di kêleka we de bi hezar rêheval şehîd dikevin, hun bersivên pir xurt nadin bîranînê wan. Dema we vê derxist zanabûyînê hunê ew dem kesayeta xwe derxin zanabûyînê û fêmbikin ku çima kesayeta we nayê partîbûyînê. Ez bawerim ku we mafê şehîdan bidaba, niha van nirxandinên we pêşnediketin. Ev nêzîkatiyên ku bê hurmet, nêzîkatiyên ku li kesayetên partî bûyînê nayê wê berdewam ne dikir. Mirovên ku ewqas şehîd bêxe di dilê xwe de, ewqas kêmasiyan jiyan nakin û naraxin holê.
Mirov dikare bi fikre şehîdên PKK’ê, şehîdên mirovatiyê ê bingehînin. Şaşitiyê we yê herî bingehin jî, di rastiya PKK’ê de wateya şehîdan dernexistina zanabûyînê ye. Wek pir mijaran de di vê mijarê de jî we şêwazekî li gor xwe hilbijartiye. Ger hûnê rast bigrin û xwe di rastiya partiyê de ji dil bigrin dest, pêwîste hûn xwe bi denduristî bikin. Hunê neşter li van lewaztiyên xwe bidin, dawî lê bînin, encex ew dem hun bikari bin li bîranînê wan xwedî derbikevin, ev jî hêza mirovan dide diyar kirin.
Kesên ku li hember hevalên şehîd rêzdariyên xwe watedar nekin, bi devê xwe cuk jî bigre, di vê dozê de vegotina wan û wateyê wan wê nînbe. Hêjmarê wan anîna bîra xwe de zehmetî jiyan dikim. Hevalên ewqas bi nirx ê ku şehîd ketine ewqas pirin ku, navê piraniya wan em nizanin. Di be ku, em piraniya wan nezanin jî. Ya herî giring jî ji bo her yekî ji wan pêwîste pirtuk werin nivîsandin. Lê mixabin, di bîra me de pagij bûye. Pêwîste ji bo vê çareyek were dîtin. Ji bo vê çareseriya herî sereke partîbûyînê de kurbûyîn, xeta wê ya şer û millîtantî ya wê di kesayeta xwe de dayîna avakirine.
Di huzura şehîdan de mêlên cuda kirin bê ehlaqtiye. Bi teqez pêwîste em Şehîdan fêm bikin. Qisawetê min yê herî mezin li hemberê rêhevalên Şehîd ne rêzgirtina we, rûxartiya we û li hember bîranîna wan nêzikatiyên we yê herî xirabin. Dema mirov bilançoya şehîdên PKK’ê meyzedike, nîtelikê wan digre dest û mirov li we meyze dike, mirov nikare bêje hûnê bikaribin wesiyetê wan pêk bînin. Pirsgirêka me ya herî sereke, layîq bûna rêhavalên Şehîd xistina di nava ewleyitiyê de. Birastî jî, ez hemu çalakiyên xwe li ser esasê layiqê hevalên Şehîd derketin û armancamin jî pêk anîna wesiyetê wane.
Sedema herê mezin ya tevgera me, ji bo ku wateya Şehîdan, wesîyeta wan vale neçe, domdarî kirina rêxistinê, pêşxistina xeta wan yê şer û ne hêlin ku partiya wan bin bikeve. Çima? Ji ber ku, biranîna Şehîdan bê teqez pêwîstiyê wan, pêkanînê emir dike. Ev hişmendî di min de serwere. Ev sedema tevgera mine. Yê ku vê mijarê ji bo xwe sedemê yekê negre dest, bawer nakim ku, li hember nirxên dî jî rêzdarî raber bikin û bikaribin wate bidinê. Ji ber ku Şehîd nirxên herî serekeye. Gelo ev hêza we heye? Hêza we ya ku, ji bo rêhevalên Şehîd jiyan kirin, ji bo wan karkirin, ji bo wan şerkirin heye?
Ji bo hevalên Şehîd mirinê erzan, ne raste û bê hurmetiye. Ya herê rast ji bo rêhevalên Şehîd jiyana rast jiyan kirin, şerê rast pêşxistin û bi teqez serkeftinê ji bo xwe esas girtine. Kesên ku bi bîranîna şehîdan ve girêdayîne, wesiyeta Şehîda esas digrin, bêguman erkê wan yê herî sereke derbaskirina kêmasiyê ye.
Di vê wateyê de Şehîdên PKK’ê, hem di hêjmarî de, hem jî di aliyê taybetmendî de pir bi naverokin, ji milîtanên jiyan dikin zêdetirin, bi hêztirin, fermandarin. Mirov dikare bêje yên jiyan dikin, dibin siya wande dimînin. Ger ku dixwazin ji bin siya wan derbikevin, ew dem kêmasiya ku berbi şehîd kirinêvê biriye çiye? Pêwîste ew were dîtin. Min di Şahadeta rêheval Heqî Karer de kêmasiyan bi vê ewayê pêydakir. Kêmasî, ne ji kêm karkirin û girêdaniya wê ya armanca wê bû. Di wan şert û zurufan de yê ku ji me hemûyan herî bi armanc ve girêdayî û tevlêbuyînê xurt dikir rêheval Heqî bû. Kêmasiya herî objektîf rêxistin nîn bû û domdariya rêxistinê nîn bû.
Ew dem ji bo vê Şahadetê başiya herî mezin ez bikim, rêxistinê ava bikim û domdariya wê bidim çêkirin. Heval Heqî çalakî kiri bû. Demên despêkê de li hember êrişên faşîstan û li hember neyar pêşxistina çalakiyê difikiri û xisti bû mejiyê xwe de. Ev pêkanîna tektîka rêxistinê bi xwere di anî. Ji bo wê demê, tişta ku pêk were me ji bo xwe esas girtin. Me bi vê ewayî bersiva rêhevalê Şehîd da.
Ji bo heval Egîd jî tê bîramin, di şahadeta wê de kêmasiyî herî sereke û di şahadeta wê de kêmahiyên pêk hatî çi bû? Xeteriya ne bûyîna gerîllatî bû. Min di nirxandinê xwe de got; ger ku me di çiyayê Kurdistanê de, komên gerîlla wê ji pêncî kesan tê avakirin bidin gerandin, wê ew dem bersivdayînek ji bo bîranînê Şehîd were çêkirin û ev persiv ya herî başbe. Van hereman de du sal sere derbas ne bû me gerîlla di Kurdistanê de xist tevgerê. Baş meyzê bikin, Şahadeta ku di bahara 1986’an de pêk hatî, di bahara 1986’an de bi meşekê pir mezin bersiv dayîna wê çê bû. Min vê ji bo xwe deynekê herê mezin, yê wicdanî girti bû dest. Dema me pêkanîna wê da çêkirin jî, we dem me bawer kir ku me qonaxekê pir giring pêkanî.
Di piştê wê de pêşketinên gerîlla, bi mîsogerî ji bo bîranîna rêheval Egîd ewqas pêşket. Ew erkek pir giring bû ji ber ku gerîlla di heliya. Komên ku hebûn rûbirû yê bilav bûyînê bûn. Ger ku, me hemû hêza xwe ne danîba holê, wê bîranîna rêheval Egîd jî wê ji bîr bi çû ya. Lê, em sal bi sal ser de çûn. Encam jî, asta gerîlla yê roja me îro gihiştiyê. Me carek dî jî dît ku, xwedi li bîranîna Şehîdan derketin bi xwere gavên dîrokî tîne.
Ji bo bersiv dayîna bîranîna rêheval Mazlum, Kemal, Xeyrî û Ferhat Kurtey’an jî, di welat de pêşiya qutbûyîna gerîllatî girtin û tevgera xwe li Kurdistanê xistina yêk. Di vê wateyê de, me pir giringî da xebatên ji dervey welat. Me hundirê wê salê de di dawî ya sala 1982’an de me partî li wir pêşxist. Wê demê min got; “ev bîranîna Şehîdan pira di navbera mirin û jiynê ye. Em li ser vê berê xwe didin jiyanê.” Bêguman, her kes şahide ku ev çiqasî vegere kê dîrokiye û şopên mayînde dihêle.
Bala xwe bidinê, di rastiya Rêbertî de cihekê pir giring dayîna Şehîdan heye. Xebatên ku tên kirin jî hemû ser esasê girêdaniya bîranîna Şehîdan û serxistina van xebataneye.
Bi fikrin, we çiqasî mirovan di dilê xwe de avetine? Ewqas hevalên ciwan li gel we şehîd dikevin. Hêza we ya bersivdayîna bîranîna wan nîne, ev jî binkeftina we ye. Di xeta Şehîdan de kêmasî û xeteriyên pir mezin hene. Bi fikrin, hûn wa mirovan rê dikin mirinê lê, wicdanê wê na êşe. Ya herî giring jî armancê wan pir pîroze, ji xwe pirs bikin pêwîste em çi bikin? Encama vê jî di hundirê şerde vale derxistina nirxane. Ji armancê xwe durketin û di hundirê partiyê de pêşketina kesayetên kirête. Çavkaniya herî giring jî, xwedî li xeta rêhevalên Şehîd ne derketin û mafê wan ne dayînê digre.
Pêwîste hûn pir wate bidin rêhevalên Şehîd, ji bo pêkanîna bîranîna wan jî şerekê pir mezin ji we tê xwestin. Ji bo hûn li hember rêhevalên Şehîd rûspî bin, pêwîste her tim, bi wicdana xwe re bikevin di nava şerde. Ger ku hûn van nêzîkatiyane nekin hun nikarin bibin milîtanên partiyê ê bi nirx û serkeftî. Ew dem ez we dawetê, li hember rêhevalên Şehîd yê ku taybetmendiyê wan civakî, mirovî, netewî nasdikin, wate bidinê û pêwîstiyê şer, serkeftin pêkanîna wan dikim. Ez vê roja Şehîd û Şehîdan de bangewazî dikim ku, soza pêkanîna erkên Şehîdan û mafê wandayîn, dema pêwîsti kir jî xwe ji nûve tevlî jiyanê û şer kirinê pratîk kirina wê dikim.
Em di xeta rêhevalên Şehîd ê di navbera mirin û jiyanê de cudahî yê ku jêbirinê de, jiyan dikin, ango dimirin ne diyare û ji xwere dimeşin. Kurtasî di me de di xeta Şehîdan de jiyan û mirin yêkbûye, ango cûdahiya wan jê çûye.
Şêwazê xebatê Serokatî, cûdahiya di navbera mirin û jiyanê de rakirine.
Şehîdên PKK’ê vane pozberdike. Jiyane kê ji mirinê dur nîne, di mirinê de jî jiyan xilas nabe. Taybetmendiyê jiyan xilas nabe heye. Ev pir giringe. Di xebatên ramyarî de, leşkertî de, rêxistin de bêguman di her xebatan de ferqa ku navbera mirin û jiyanê ji holê rakin lê, weke ku mirovê tucarî nemirê jî jiyan kirin lê, her timi li mirinê re rûbe rû mayîn û jiyanê esas girtin were çêkirin, ew dem tê wateya ku di xeta Şehîdan de tê jiyan kirin. Ev xebatana bi vî awayî di meşe. Di PKK’ê de şêwazê jiyan kirinê kî tucarî dest jê nayê berdan heye. Di wê de temaşekirin neyê çêkirin tucarî baş nabe. Kesayeta ku we ji pergalê girtî çiye? Jiyana ku we ji pergalê girtî çiye? Hîçîtiye. Ger ku, hun dixwazin gavên mezin bavêjin, di PKK’ê de xeta mirin û jiyanê yêk bikin û di cihe kê de jî xeta jiyana ku mirinê mehkum dike heye. Hen pêdiviyên wê hene. Jiyana xwe ya paşverû ê kevin, bê wate derbaskirin û tirsen xwe yê hêsan esas ne girtin û hilweşandina wê emir dike.
Ev jî yê bi hêle ku, di jiyan û şerê wê de xwe bide diyar kirin hêza herî mezin wê jê derbikeve. Lê wek min gotî, ji ber ku her tim bi mirinê re rûbe rû mayîn çê dibe, pêwîste jiyan kirin were çêkirin, ji bo wê pir hişyarî pêwîste bi cesaretekê kor li ser mirinê de çûyîn tucarî neye qebul kirin. Bêguman em li mirinê re rûbe rûne, di be ku heya niha mirin li her kesî xistibe. Ruxmê ku, em bi mirinê re rûbe rûne lê di pozê min de dilopêk xun jî ne hatiye. Çima ? Ji ber ku di min de hêza hişyar bûyînê, tedbir girtinê di asta jor deye.
Di cihanê de kesayetê herî di xeteri de jiyan dike ezim. Lê xeter hebin jî nikarin min bigrin. Ev jî tekiliya xwe bi şewazê PKK’ê ê serkeftinê re heye. Niha ev pir hesanî bûye, nêzîkatiyê we ê biçûk ê mirin û jiyanê, ajoyên we yê tirs, şêwazê ku me ji bo jiyanê dayî avakirin re tevlî hev nekin û ji bo xirabî bi karneynin. Ez di bê jim fêmbikin, ev roja Şehîdan ji bo we firsetê kê pir mezine. Ji bo we ji av û hewa yê ku hun dikşinin hundirê xwe zê detir, pêwîstiya web bi jiyanekê wisa heye.
Hêvîdarim ku hûn fêmdikin. Ger ku hun fêm bikin ev ji bo we perspektifê jiyana rast, şerê serkeftî û meşekê sexleme.
18 Gulan 1996