NAVENDA NÛÇEYAN- Ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ji bo ku gel xwe ji vê vîrûsê biparêze û nedin belavkirin, li hemû cîhanê bangawaziya “li mal bimîne” dihat kirin lêbelê rewşa bêmalên ku bi mîlyonan e û li kolanan diman jî dihat mereqkirin.
Koma anarşîst #besetzen ku li paytexta Elmanya Berlînê xebatên xwe pêk tîne, dan zanîn ku wan ji bo bêmalan 3 warxan dagirkirine.
Koma anarşîst #besetzenê ku 28ê Adarê dest bi dagirkirinê kir, dan zanîn ku, dewletê ku ji ber vîrûsa coronayê ji herkesê re gotiye “li mal bimîne”, ji bo penaber û bêmalan tu çareserî neafirandiye û karesata esas jî kapîtalîzm bi xwe ye û ji vir pê de jî çalakiyên wan ên dagirkirinê wê bidomin.