NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê bal kişand li ser rewşa girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û eşkere kir ku metirsî li ser jiyana girtiyên siyasî heye û ji her rewşê rejîma Îranê berpirsyar e. Herwiha destnîşan kir ku wê çavên xwe ji kemukurtiyên hikûmeta Îranê re negirin.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes tûşî vîrûsa korona bûne. Bi tayber ji ber ku gelek kes di girtîgane û derfetên li girtiyan kêm in, herî zêde rewşa girtiyan di xetereyê de ye. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî mijarê bi daxuyaniyek nivîskî hişyarî da.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Li welatê me jî vîrûsa korona heye. Bêguman ev vîrûs encama siyaseta şaş a desthilatê ye. Tedbîrên wê jî di vê çarçoveyê de ye. Di van demê de dawî de em dibînin ku beravajiya hemû pîvanên navneteweyî , mirovî û mafên sereke yên girtiyan, ne tenê li ber çavan nayê girtin, gihîştiye krîzê û metirsiyê. Li gel rewşa xirab û karasatbariya girtîgehên rejîmê, bi taybet di warê paqijî û tenduristiyê de, li ser asta Îranê û cîhanê fikarên kûr di nava civakê de, malbatên girtiyên siyasî û çalakvanên mafê mirovan de çêbûye.
Desthilata Îranê berpirsê tenduristiya fizîkî û derûnî ya hemû girtiyên siyasî ye. Pêwîste ji bo misûgerbûna mafê girtiyên siyasî li gorî peymannameya û pîvanên navneteweyî (ku Îran ji beşdar bûye) bi meşe û ji rewşa tenduristiya wan berpirse. Dûr ji berjewendiyên desthilatê tevger bike. Wê her bêderfetî û xemsarî bibe sedema gefa bedenî û derûnî ya girtiyan. Her bûyerekî ku bi qewime desthilat berpirse û weke PJAK em weke bûyerekî xwezayî nabînin.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di dawiya daxuyaniya eşkere kir ku her bûyerekî ku tenduristî û jiyana girtiyên siyasî bixe metirsiyê de berpirsyar rejîma Îranê ye û ev bang kir;”Daxwazê ji hemû aliyan, çalakvanên medenî û mafên mirovan, malbatên girtiyên siyasî dikin ku di vê rewşê de hişyar bin û bi mirovdostane kar bikin.”