NAVENDA NÛÇEYAN – Li Deriyê Sînor ê Gulbûlakê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li lûleya gaza xwezayî ya Tirkiye-Îranê, ku ji Îranê tê teqînek pêk hat. Piştî teqînê şewat derket û agir bi qasî 40 metreyan bilind bû.
WANE GIRTIN
Teqîn saet di 06:00 de pêk hat. Şewata li lûleya gazê hil bû ji bajarên li derdorê jî hate dîtin.
Piştre waneya gazê hate birîn. Ji bo vemirandina şewata li lûleya gazê, li benda bidawîbûna gaza di lûleyê de ne.