NAVENDA NÛÇEYAN
Dema ku em dikevin salvegera 40. a partiya me destpêkê ji Serokatiya me re yê ku ev çil sal bi kedeke mezin hunand pîroz dikin û bi rêzdarî silav dikin. Şehîdên me yên ku partiya me kirine bêdawî û abîdeyek, bi mînet bi bîrtînin. Damezrandina partiya me li rêhevalên me yên gerîlayên HPG û YJA Star jî pîroz dikim.
Serokatiya me, bi avakirina PKK mûdaxeleyî rastiya civaka Kurd a ku vîna wê radest hatiye girtin, hêviya wê hatiye winda kirin û belav bûye kir. Gel bi armanceke mezin ve da girêdan û hişt ku Kurdistan bibe civakî û bi kok bibe. Ji bo jin, bû nav û dema ji nûve vejînê. Ji bo ciwanên Kurd qezenckirina şerê vînbûn, vekirina rêka jiyana bi wate û hebûna xwe watedarkirinê da nîşandan. Bi PKK da nîşandan ka bi giştî civak çawa ji nûve diveje, çawa xwedî li xwe derdikeve û ji bo xwe dixebite. PKK weke partiyeke pêşeng, ronîkirina paşeroja Kurdistan û jinê, afirandina îro, pêşeroja xwe pêşnûmakirin, ji bo wê têkoşîna xwe dane meşandin, pratîk kirin û xebitîn danî holê. Dîroka mêtingehiya gelê Kurd û qedera ku dijmin, hêzên mêtîngeh û dagirker ji bo civaka Kurd xêz kiriye guhart. Dîrok û qeder dikare bê guhartin. Ji ber ku her du jî bi destê mirov, bi zorê û dagirkeriyê hatine avakirin. Danî holê ku bi mûdaxeleyeke şoreşgerî her tiştê ku bi nerîtên pergalî û hişmendiya mêtingehî hatine avakirin dikare bê guhartin. Bi vê awayê dîrok û qeder bi damezrandina PKK hate guhartin. Serok APO bi nivîsandina manîfestoya PKK nexşeya rêka şoreşa azadiyê xêz kir. Di çaryeka qirna 20. de derket ser dîka dîrokê. Di aliyê felsefe û birdozî de bû derketineke dîrokî.
Her ku civaka Kurdistanê ronî dibe neçartî, belavbûn, bêvînbûna Rojhilata Navîn ronî dibe. Her ku rewşa koletiya jina Kurd ronî dibe rastiya jina Rojhilata Navîn jî tê fêm kirin. Ji Kurdistanê bi deng dayînê me têkariya mezin da nirx û têkoşîna gerdûnî ya mirovahiyê û niha jî bi derbaskirina sînorên Kurdistanê em hatine asta partiya şoreşger ya pêşeng a Rojhilata Navîn. Di pêşengiya PKK de tevgereke mezin a gel hatiye afirandin. Têkoşîna me ya azadiyê ya ku li bakûrê Kurdistanê destpê kir li Rojava û Rojhilat belav bû û wesifa têkoşîna Kurdistanê qezenc kir. Hêzên mêtingeh ên ku Kurdistan bi peymanên Lozan û Sykes Picot parçe kirin û weke Kurdistana mêtingeh bêstatû û kole bi pergal kirin , ji bo domdarkirina vê pergalê erka yekem dan dewleta Tirkî ya faşîst. Netew-dewletên mêtingeh ên weke Îran, Iraq û Sûrî şerê ji holê rakirina mafê jiyana azad a Kurdan bê eman dan meşandin. Her derketineke nû û gaveke herê biçûk jî xwestin bipelçiqînin. NATO, weke rêxistina şerê taybet a siyasî, aborî û çekdarî ya civatên navnetewî li hember berxwedaniya Kurdistanê kete tevgerê. Xwestin Serok APO û tevgera PKK a ku jê re pêşengtî dikir ji ber ku ji bo Kurd û jinan mîna hêviya azadiyê şîn dibû berhewa û tasfiye bikin. Xwestin bifetisînin. Dema ku di vê de serneketin bi pêkanîna komploya navnetewî ya li hember Serokatiya me hewldan tevgera azadiya jin û gelan ji dîka dîrokê rakin. Di şexsê Serokatiya me de xwestin tevgera PKK, tevgera jin û gerîla û rastiya gel a ku rabûye ser piya û xwe birêxsitin kiriye ji holê rakin. Serokatiya me bi berxwedaniyeke mezin û bi vebûneke fikrî ev komplo vala derxist. Wan, ji ber ku nikarîbûn tevgera me tasfiye bikin ji xwe re kirin armanc ku tevgera me bêbandor, teng û biçûk bikin, li hemberê vê Serokatiya me bi derketina Konfederalîzma Demokratîk armancên hîn mezin danî pêşiya milîtan, gerîla û partiya me PKK. Li hember şer û plana mêtinkirin û ji nûve parkirin ya ku hêzên kapîtalîst dixwestin bikin û jê re şerê cîhanê yê sêyemîn dihate gotin konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk-Kurdistana azad zayîneke nû a felsefî, birdozî bi vîn ango paradîgmayî pêk anî. Ji bo derbaskirina pergala kapîtalîst û modela netew-dewletên desthilatdar ên ku îflas kirine baxoreke nû vekir. Komplo di pêngava xwe ya yekemîn de bin ket, niha hîn bêhtir Rojhilata Navîn dipêçe, bandor dike û rastiya gelên şerker hate afirandin. Li hember pergala mêtingeh û hêzên kapîtalîst mûdexaleya xwe di navenda Kurdistanê de li Rojhilata Navîn pêş dixin, bilind dikin. Di pêşengiya PAJKê de tevgera me ya azadiya jin civakî bûye, rê li guhartinên siyasî û çandî vedike. Çawa ku li hember avahî û saziyên xwedî hişmendiya zilamê desthilatdar û kevneşopiya civaka zayendperest mûdexeleyeke şoreşgerî ya herê radîkal pêk anî, di şerê azadiyê de roleke bingehîn jî dileyîze. Nasnameya jina azad bi hevalên me yên şehîd hatiye afirandin. Li ser şopa van hevalên me bi hezaran gerîlayên ciwan û kadroyên me têdikoşin. Ya ku nayê hejandin xeta azadiya jin a ku hatiye afirandin e. Pirsên dê çawa bê jiyan kirin û şerkirin bi pergala parastin, rêxistinbûn û bi birseveke birdozî li ser navê jin hatiye afirandin. Pergala baviksalarî êdî hatiye rewşa ku nikare xwe veşêre. Ger îro weke êrîşeke bi bandor bi nijadperestî, olî û zayendperestî berê xwe didin me ev, ji tirsa wan a li hember hêza têkoşîna şoreşgerên jin tê. YJA Star asta pergaliyeke parastinê ya herêmî qezenc kir. Gerîlayên jin ên pêşeng, bi girêdanbûna Serok û bi azweriya azadiyê bûne xwediyê ceribandin û kombûnên mezin. Asta jin a ku bûye xwediyê kapasîteya şer, rabûye ser lingan û xwe birêxistin kiriye xwedî pêşketinên ku pêşî lê nayê girtinê ye. Ev heman demê vînbûna civakê ye jî. Avabûna gerîlayên jin a ku xwe bi ramana azadiya jin dorpêç kirine li hember êrîşên zayendperestî û mêtingehî bersiveke dîrokî ne û jiyanî ne. Damezrandina partiya me PKK di heman demê de tê wateya rizgariya jin û ji bo azadiyê bûyîna soz, çalakî û biryar. Li ser vê bingehê avabûna PAJK’ê ji bo xeta azadiya jin û xeta sosyalîzmê ya PKK garantiyek e. Jina ku bûye PAJKî rastiya milîtana ku rast tevlê PKK bûye ye. PKK, cevhera wekheviya navbera zayend û jiyana azad e.
Hêzên komploger, ji Serokatiya me yê ku ev pêşketin afirand bi tolgirtinê dixwazin bigihîjin armancên xwe. Bi tecrîta teqez a ku li ser Serokatiya me didin meşandin dixwazin girêdaniya Serok bi tevger û gel re qut bikin û ji hefizeyan rakin. Cardin dixwazin pêşiya modela jiyana hevbeş a ku pala xwe dide netewa demokratîk bigirin. Niha jî êrîşeke nû ya vê komployê heye. Di 40. salvegera PKK de erka me ya bingehîn vala derxistina vê plana komplogerî-tasfiyeyî ye. Ev, azadiya Serokatiya me ji pêşxistina şerê azadiyê yê li Kurdistanê, pêkanîna tevlêbûna pergala parastin, perwerdekirina gel û mezinkirina tevlêbûna milîtanên partiyê re derbas dibe. Serokatî, her dem afirandina milîtanê ku dijmin bin dixe û dijmin nikare van milîtanan bin bixe kir cevherê partiyê. Di rastiya Kurdistan û Rojhilata Navîn de rêka serkeftinê ji nasname, sekn û şerê jin û xortên azad re derbas dibe.
Em xwedî derfetên têkoşînê ne. Ev ji bo me fersendên dîrokî ne, şenseke pir mezin e. Em dizanin ev şans û derfet bi keda Serokatiya me, cardin bi bêrdelên şehîdên me yên qehreman derketiye holê Ango kesayet afirand. PKK qasî ku têkoşîneke şênber û xebat e ewqas tevgereke manewî ye jî. Dengê wicdana mirovên ku rabûne ser linga ye. Tevgera wicdanê ye. Di vê wateyê de tevgera mirovahiyê ye. Tevgera jinê ye.
Li gor vê mezinbûnê emê bi xwe, xwe avabikin. Xwe avakirin dibe erka me. Serokatî, bi tevgera PKK ji bo civakê û tevahî dinyayê armancek pêşkeş kir. Bi têkoşîna xwe bi armancê ve girêda. Ji ber vê sedemê dijmin û hêzên kapîtalîst, Serokatiya me ji xwe re kirine armanc. Bersiva herê mezin a ku em bidin dijmin li ser xeta Apoyî şerkirin û PKK’yî bûyîn e.
Di 40. salvegera partiya me de weke tevgereke sosyalîst-şoreşger emê têşe dayîna qirna 21. bidomînin. Emê weke serdema azadiya jinê ava bikin. Armanca me ji ya her demî zêdetir mezin e. Di vê serdemê de emê di asta herî jor de têkoşîna şoreşgerî pêşbixin. Li ser bingeha azadkirina Serokatiya me em 40. sala partiya me PKK pêşwazî dikin, em dizanin ên ku mezin û bi wate difikirin şer û jiyana wan jî mezin e, di pêşengtiya PKK û PAJKê de, li ser bingeha di jiyanê de azadî, di şer de serkeftin cejna vejînê li tevahî hevrêyên xwe û gelen azadîxwaz pîroz dikin.
RONAHÎ SERHED