NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara Avrêl/2020 ya kovara ciwanan Stêrka Ciwan ku li Ewropayê tê weşandin, derket. Di rojeva hejmara 203. ku bi sernûçeya “Di xeta Rêbertî de kesayeta mîlîtanî biafirînin” ve hat weşandin de, ji ber rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wek mijarên “Pêvajoya Jidayîkbûna Rêbertî” û “ Di xeta Rêbertî de divê mîlîtanek APOyî çawa be?” cih girtin.
Kovara ku bi salan bi awayekî çapkirî dihat ber xwendeyên xwe, di vê hejmarê de, ji ber şewba vîrûsa coronayê ku hemû cîhan xistiye bin bandora xwe, derfetên çapkirinê nîne û wek dîjîtal tê weşandin.
Di hejmara nivîsên bi zimanê Kurdî, Elmanî, Fransî û Tirkî cih digrin de wek nivîsên bîrdozî, lêkolîn, çand û huner, perspektîf û bîranînê hene.
Nivîsa ku bi sernava “Mîlîtan, kesê ku şêwaza dijmin xwe nagihîne bijartiye ye” hat weşandin, ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a di sala 1993ê de kiribû hatiye berhevkirin û mijara ‘di têkoşîna şoreşgeriyê de şêwe û rêbaz’ tê lêhûrîn.
Di kovarê de weke her meh vê mehê jî perspektîfên mehane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ku rêxistina ciwanên Kurd ên li Ewropayê ye û ya Jinên Ciwan ên Azad ku rêxistina jinên ciwan a resen e, hene.
Di vê hejmarê de hevpeyvîna berî ya gerîlayê PKKê Sari Îbrahîm (Ramazan Toptaş) ku di 1 Pûşpera 2006ê de şehîd bû û di pêngava 15ê Tebaxê de jî cih girtibû û nivîsa Endamê Lijneya Rêveberiya PKK Duran Kalkan a bi navê “Pêvajoya Jidayîkbûna Rêbertî” hene.
Di vê hejmarê de bîranînên şehîdan, pêşniyarên pirtûk û her wiha wêneyên çalakiyên ciwanên Ewropayê ku di seranserê meha Adarê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine kirin û dîsa bîlançoya çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li hember mêtîngeran di meha adarê de hatine kirin, bi xwîneran re hatine parvekirin.
Kovar, ji hejmara xwe ya Îlona 2019ê vir ve nivîsên xwe bi awayekî dengî li ser hinek platformên dîjîtal dide weşandin û di hejmara xwe ya Avrêl/2020ê de jî vê nûyîtiyê didomîne.
Ji bo xwendina kovara Stêrka Ciwan a wek PDF, dikarin bi riya lînka jêrîn ve xwe bigihînin;
https://www.rojaciwan.eu/wp-content/uploads/2020/04/Nisan-PDF-En-Yeni-2.pdf
Soundcloud: https://soundcloud.com/sterkaciwan
Spotify: https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv