BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên li herêmên Serhed û Xakurkê agahî parve kir:
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;
ÇALAKIYA JI 4 BASKAN VE
1’ê Nîsanê saet di 07:00 de hêzên me li dijî girê ewlekariyê yê li ber qereqola Korxanê ya navçeya Başan a Îdirê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ji 4 baskan ve li leşkerên li ser gir hate xistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir.
ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ
2’ê Nîsanê saet di 10:00 de hêzên me li navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî leşkerên li qereqola Vedat Ozkaya hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Yekîneyên me yên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.
LI XAKURKÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ DAGIRKERAN
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me 2’ê Nîsanê saet di 08:45’an de li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehate tespîtkirin.”