“Şoreşa îndustriyê ya bi qasî şoreşa cotkariyê girîngiya xwe heye, li ser bingehê daneheveke hezarê salan, ji dawiya sedsala 18. ve heta bi sedsala 19. ve ji aliyê naverokê ve gelekî pêş dikeve, gotin li cih be xwe ji qonaxekê diqevizîne qonaxeke gelekî li pêş û heta roja me ya îro meşa xwe geh li jêr û geh li jor dewam dike. Pêşbîniya wê nayê kirin ku wê li ku, kengî û çawa were rawestandin. Ev şoreş xwedî xisletên welê ye, mîna ya aqlê analîtîk be, mîna aqlê analîtîk benda li pêşiya xwe biteqîne û bê, jixwe berhemeke aqlê analîtîk e. Ji sedî sed di hakimiyeta sermayeyê de ye. Bêguman sermaye bi xwe bi pirranî mûcîdê amûrên îndustriyal nîne. Lê ji bo wan bike amûrê sermayeyê timî bi lezgînî li ser wan rawestiya ye, yên pêdivî bi wan dîtiye kiriye milkê xwe.Bi lez, li pey hev û erzan hilberîn ji bo civakê îmkanekî mezin ê pêşketinê ye. Mîna aqil îndustrîjî di xizmeta civakê de bi nirx e. Pirsgirêk di îndustriyê bi xwe de nîne, di şêwazê bi karanîna wê de ye. Îndustrî mîna îmkana nukleerî ye. Dema ku ji bo berjewendiyên yekdestdaran were bi karanîn, dikare bibe amûrekî welê bi tehlûke dikare ji felaketan heta bi şeran gefan li jiyanê bixwe. Jixwe di roja me ya îro de bi karanîna wê ya bi armanca karê gelekî diyar bûye û hilweşandina hawîrdorê bi lez kiriye.Bi çargavan ber bicivaka ferazîve dibe. Şûna organên mirovan bi lez robotbûn digire. Eger welê dewam bike, mirov ê bi xwe bêkêr bibe.
Li ser rewşa îro ya hawîrdorê fikra hevpar ew e ku bi tenê civak ne, jiyana ruhber û zindiyan hemûyan di tehlûkê de ye. Ez divê bi girîngî destnîşan bikim ku ji vê rêveçûnê diyardeya îndustriyê bi tena serê wê berpirsiyarîlankirin bi temamî berevajîkirina rastiyê ye. Îndustrî bi serê xwe îmkanekenutre. Îndustriyeke bi sedemên hebûna civakê re bûyî yek, ji sedî sed dinyayê ji bo mirovan heta ji bo tevahiya jiyanan dike bike Xwezaya Sêyemîn û di vê de rola diyarker rabe.Potansiyeleke xwe ya bi vî rengî heye. Eger wisa bibe, divê mirov îndustriyê jî pîroz bike. Lê eger bi giranî bikeve kontrola karsermayeyê, dikare dinyayê ji bilî misteke yekdestdarî li tevahiya mirovatiyê bike cehennem.Jixwe di roja me ya îro de rêveçûnjî hinekî ber bi vî alî ve diçe. Kes nikare înkar bike, ev rêveçûn mirovatiyê dixe nava fikarên kûr û mezin.Weke yekdestdariya îndustriyel li ser civakê împaratoriyên rastî ava kirine. Bi tenê li beramberî hegemondariya super DYE’yê bi dehan hegemondarên îndustriyel hene. Hegemondarên eskerî-siyasî bêne rawestandin jî hegemondarên îndustriyel rawestandin hêsannîne. Ji ber ku ew jî êdî global bûne. Eger welatek weke navend ji wan re teng bê, yekser mekanekî din, welatên nû dikarin ji xwe re bikin navend. Ma kî dizane împaratoriyeke îndustriyê ya DYE’yê sibe Çînê ji xwe re navend hilnebijêre? Wexta ku şert û mercderfet û îmkan bidin, îro jî em dibînin ev yek hêdî hêdî dikare bi cih bê.
Îndustriyalîzmê li kevçîka dilê cotkariyê xistiye. Cotkariya hêmanê bingehîn ê civaka mirov û amûrê hebûna wî ye, li hemberî îndustriyê hildiweşe. Ev xebata pîroz a panzdeh hezar salan mirovatî li ser piyan girtiye, îro di halê xwe de hatiye hiştin. Tê amadekirin ku ji bo ji serweriya îndustriyê re were hiştin. Îndustriya di bin fermana kar-sermayeyê de ketina wê ya cotkariyê, weke yeqîn tê kirin, rê li hilberîna bi lez û berdar venake. Bi lîstina genan wê axê bixin rewşa dayikeke bi rêya sûnnî avê tê hiştin ango wê bi rêya yekdestdariya îndustriyê ji axê ber bigirin. Çawa ku bi spermeke xerîb ducanbûneke bi tenduristî û dayiktî mumkîn nîne, bi tovên bi genên wan hatine lîstin jî jiaxê ber nayê girtin, dayiktiyeke baş a zeviyan pêk nayê. Yekdestdariyên îndustriyê di warê cotkariyê de xwe ji vê dînîtiyê re amade dikin. Dîroka mirovatiyê belkî jî dijşoreşa herî mezin di cotkariyê de bibîne, heta destpêkiriye dibîne jî. Erd, ax û cotkarî bi tenê têkilî û amûrên ji rêzê yên hilberînê nînin; perçeyên hebûnê yên ji civakê nabin û bi wan nayên lîstin. Civaka mirov bi giranî li ser ax û cotkariyê ava bûye. Qutkirina civakê ji van mekanan û hilberînê, dike ku hebûna wê bi derbxwarineke herî mezin re rûbirû bê hiştin. Rastiya bajarên mîna kansêrê mezin dibin, hê ji niha vevê tehlûkeyê bi awayekî pirr eşkere li pêşberî çavan radixîne. Rizgarî bi îhtîmaleke mezin û bi rêjeyeke zêde di tevgereke berevajî de tê dîtin: tevgera ji bajar vegera ax û cotkariyê. Slogana vê tevgerê bi herhalî wê wisa bê diyarkirin “Ji bo hebûnê (manê) yan ax û cotkarî yan jî neman”. Kar-sermaye îndustriyê bi axê û cotkariyê re nake yek, nagihîne hev, nake dost, têkiliyeke sîmbîotîk pêk nayne. Di navbera wan de nakokiyên bi qasî lod û gidîşan datîne û wan dike dijminê hev.Ev dijminahî di civakê de dikare heta bi nakokî û şerên çînî, etnîk, neteweyî û îdeolojîk ve biçe. Lê ev ji wan nakokiyan nînin ku mirov nikaribe wan ji holê rake. Çawa ku bi destê mirov hatine avakirin,bi heman awayî mirov dikare wan ji hev belav jî bike. Îndustrî weke amûrê sermayeyê nakokiya wê bi ax û cotkariyê re ji kontrola mirov dibihure.Ax û cotkariyê bi mîlyonan salî xwe weke ekolojî amade kirine. Eger xira bibin, bi destê mirov nayên avakirin.Çêkirina axê bi destê mirov nîne, herweha berhemên cotkariyê û zindiyên din, mînak nebat gavê bi destê mirov afirandina wan di çarçoveya derfet û îmkanan de mumkîn xuya nake, bendewariyeke welê jî nîne. Jixwe weke encama van derfet û îmkanan mirov pêk hatiye. Dubarekirina ya pêkhatiye ne maneya xwe heye, ne jî îmkana xwe.
Ji ber ku mijareke kûr a felsefî ye, ez ê zêde pêde danekevim. Çawa ku firewnan bi tenê ji bo paşeroja xwe piramîdên bi şêwazê qebran xwestin amade bikin, şêwazê robotkirinê yê îndustriyalîzmê jî paşerojeke zêde mirov karibe bijî wê nikaribe biafirîne. Ev, ji mirov re jî bêhurmetî ye. Hebûneke muhteşem mîna xwezayê li naverastê hebe, çi mane û girîngiya robot û kopyayên wan hene?Dînîtiya sermayeyê ji bo karê li vir careke din derdikeve pêşiya me. Em bibêjin robotan hilberîna herî erzan pêk anîn. Baş e, wexta yên bi kar bînin tinebe wê bi kêra çi bên? Ji vî alî ve îndustriyalîzm hêmana bingehîn a bêkarhiştina mirov e; li dijî hilberîneriya civakê sîleha herî mezin a sermayeyê ye. Sermaye hemji bo herî kêm karkeran bixebitîne, hem jî bi buhayên erzan di manîpulekirina piyaseyê de timûtim sîleha îndustriyê bi kar tîne.Buhayên yekdestdar û pêxîrtengiyên xwe yên ji hilberîna zêde ne ku hêmana bingehîn a bêkartiyê ne, bivê nevê ferz dike. Di encamê de malên riziyayî û bi mîlyonan mirovên xizan, birçî û bêkar dibin qurbanê van pêxîrtengiyan.
Xwezaya civakê bi tenê dikare bi têkiliyeke xurt a bi hawîrdora berhemê mekanekî di cih de û berhema mîlyonan salan, xwe dewam bike. Ti pêkhatina îndustriyal,nikare şûna hawîrdora harîqaya gerdûnê bigire. Ji niha ve li erdê, hewayê, deryayê û ezmanan trafîk gihiştiye asta felaketê. Îndustriya bi sotemeniya fosîlan dimeşe, avhewayê û hawîrdorê misêwa jehrî dike. Berdêla van felaketan hemûyan, danehevke karê yadused salî ye. Ev danehev hêjayî evqas zirar û ziyanan e? Ji lewra zirar û ziyana bûyî di encama tevahiya şeran de pêk nehatiye. Herweha ruhber û zindiyên ji dest hatine dayîn çi bi destê mirov çi jî bi destê xwezayê di ti bûyereke din de evqas ji dest nehatiye dayîn.
Îndustriyalîzm weke amûrekî yekdestdarî û îdeolojiyê, pirsgirêka herî bingehîn a civakê ye. Divê mirov wê hûrûkûr bixe ber lêpirsînê. Tehlûkeyên derxistine holê bi tenê ji bo vê têrê dikin. Piştî ku cinawir mezintir bû û ji kontrolê derket, lêpirsîna wî û girtina tedbîrên der barê wî de dibe ku dereng û bêmane bibin. Tam dem e, ji bo mirov nehêle civak ji civakbûnê derkeve û nebe civaka ferazî, divê mirov vî cinawirî ji destê yekdestdaran bigire, pêşî wî kedî bike paşê jî wî li gorî xwezaya civakê bike dost.
Wexta ku mirov li dijî îndustriyalîzmê têbikoşe, divê avahiya îdeolojîkyekdestdar a teknîka îndustriyal û bi karanîna wê, ji avahiya îndustriyê ya bi berjewendiyên giştî yên civakê re li hev û şêwazê bi karanîna wê ji hev bike, xebateke divî warî de wezîfeya herî girîng a têkoşîna îdeolojîk e. Hin komên îdea dikin ku ew ji statuya civakî û çînî serbixwe têkoşînê li dijî îndustriyalîzmê li ser bingehê humanîstiyê didin, mirov nikare li bendê be ku ew bigihîjin armanca xwe. Ji ber ku komên em behsa wan dikin bi awayekî objektîv bi armancên xwe re ters dikevin, bivê nevê wê weke yekdestdariyê ji îndustriyalîzmê re xizmetê bikin. Ji texmînan wêdetir îndustriyalîzm xwedî karektereke îdeolojîk, mîlîtarîst û çînî ye.Weke îdeolojî zanist û teknîk e. Heta di bikaranîna ji vî alî de zanist û teknîka di asta herî bi tehlûkê de temsîl dike. Cinawirê îndustriyê bi serê xwe derneketiye holê. Em bînin bîra xwe: bûrjûvaziya Ingilistanê li giravê, li Ewrûpayê û li dinyayê wexta xwe li pêngava xwe ya dîrokî ya emperyalîzmê rakişand, çîna îndustriyalîzm hem bi rêxistin kir hem jî bi awayekî herî berfireh û bi lez bi kar anî ew bi xwe bû. Îndustriyalîzm paşê li gorî rêzê bûye sîleha muşterek a tevahiya welatên bûrjûvaziyê. Di nava sêberên fînans-bazirganî-îndustriyê de sedsalên 19. û 20. herî zêde yên îndustriyê bûn. Ji ber ku serweriya bûrjûvayê ya di van sedsalan de li nava dinyayê pêk hat vê rastiyê eşkere piştrast dike.
Heyf û mixabin, Karl Marks û tevgera sosyalîst a pêkhatî, civaka ne kapîtalîst paşverû îlan kirin û hevgirtina bi bûrjûvaya pîşesaziyê weke stratejîk qebûl kirin, herçiqasî bi zanebûn nebe jî di dîrokê de herî zêde bi vê tevgera xwe bi armancên xwe re ters ketin û heta bi awayekî objektîv ketin nav rewşeke welê trajîk ku dikare were maneya îxanetê. Çawa ku Xiristiyantiya tevahiya sêsed salan bû dînê aştiyê bi desthilatdarî û dewletê re îttîfaq kir û ev bi awayekî objektîv û bi giranî jî bi zanebûn bi armancên xwe re ters ketin û xiyanet kirin. Di tehlîla dawî de Xiristiyantî jî ber bi bayê cazîbeya yekdetdariya desthilatdariyê ket, bi armancên xwe yên derketinê re ters ket û bû dînekî şaristaniyê. Ya di Îslamê de jî bûyî, hê Hz. Muhammed li jiyanê bû pêk hat. Di encamê de li hemberî îndustriya desthilatdariyê têk diçin.
Eger di roja me ya îro de tevahiya mirovahiyêbi navêhawîrdorê, mîna ku saetên qiyametê nêzîk bibin, destpê kiriye feryad dike,divê li şaxên civaka dîrokîû çînî yên vê bûyerê,li ber rohniyatevgerên mînak ênbi heman rengî serwext bibe, wan weke tevgerên hebûna civakêqebûlbike ûdivêweke tevgerekenû yapîroz adînîtêbikoşe.Çawa ku agir bi agir vemirandin mumkîn nîne di çirava îndustriyalîzmê de jî eger tu jiyanê nexe lêpirsînê û tu dest ji îndustriyalîzmê nekişîne, têkoşîna ekolojîk nayê meşandin.Eger em naxwazin trajediyên nû yên Xiristiyantî, Îslamtî û sosyalîzma pêkhatî nebînin, divê em dersan ji wan bigirin, têkoşîna zanistî-îdeolojîk, exlaqî-polîtîk rast bigirin dest.”