SILÊMANÎ – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer, li Silêmanî ji bo pîrozkirina roja ji dayîkbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şitlên daran çandin. Di dema çandina daran de gelek ciwan û jinên ciwan beşdarbûn. Ciwanan wek sembol 71 yek şitlên daran çandin.
‘Salek din em ê hîn xurttir pîroz bikin’
Di pîrozbahî de jina ciwan Berîtan Zagros, li ser giringiya 4ê Nîsanê axivî. Berîtan: “Bi boneya ji dayikbûna Rêber APO em şitlên daran çandin. Ev roja li Rêber APO pîroz dikim. Em hedef dikim ku sala dahatû bi şêwazek hîn baştir ev roj pîroz bikin.”
‘Dayikbûna Rêber APO dayikbûna Netewa Kurd e’
Aso Hîwa ji di pîrozbahiyê de axivî. Aso di derbarê 4’ê Nîsanê de hestên xwe wiha anî ziman: “Destpêk rojbûna Rêber APO li gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn û hemû gelan pîroz dikim. Xwedî kesayeta Netewî Serok APO îro roja jîdayikbûya wi ye. Tu kes nîne ku bi şoreşa Rêber APO pêşxistiye pê şiyar nebûbe. Her Kurd divê ji xwe vê pirs bike, Rêber APO nebûya wê çi bûba? Heqe Rêber APO nebûya azadiya Kurd û Kurdistanê jî nebûya. Ji ber vê yekê dayikbûna Rêber APO dayikbûna Netewa Kurd e. Ez wek Kurdek ev roj rojekî pîroz dizanim û pîroz dikim. Di rojbûna Serok APO de karekterê azadiya Kurd zindî dibe. Divê her kes li Serok APO xwedî derkeve. Serok APO nebûya Başûr û Rojava Erebî, Bakur Tirkî û Rojhilat jî wê Farsî biaxiviya.”
‘Jina Kurd bi saya Rêber APO berxwe dide, tekoşîn dike’
Jina ciwan bi navê Silava Bahaddîn jî wiha hestê xwe anî ser ziman: “Jinên Kurd bi saya Rêber APO xwe naskiriye. Bi fikr û felsefeya Rêber APO jina Kurd bi cîhanê daye nasandin. Jina Kurd azadbûye. Hêdî jina Kurd mafên xwe dizane. Bi fikr û felsefeya Rêber APO jina Kurd berxwe dide, tekoşîn dike, civakekî birêve dibe.”
Ciwanan piştî şitlên dara candinê ji bo zarokan pastaya Rojbûnê jêkirin. Pîrozbahî bi stran û govendê bi dawîbû.