MAHABAD – Ciwanên Mahada Rojhilatê Kurdistanê ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bilindahiyên bajêr şitil çandin û 4’ê Nîsanê li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz kirin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berê niha 71 salan 4’ê Nîsanê li gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê jidayîk bûye. Gelê Kurd vê rojê weke rojbûna Kurdê azad û jiyaneke nû qebûl dikin û pîroz dikin.
Ji ber girîngîdayîna Ocalan a jîngeh û ekolojiyê her sal bi boneya 4’ê gelê Kurd li welat û derveyî welat şitil diçînin. Ocalan jî diyar dike, ‘Dar çandin yek ji pîvanên sereke ya welatparêziyê ye’.
Ji ber belavbûna nexweşiya koronayê îsal pîrozbahiyên girseyî û şitil şandinên bi şêweyên qelebalix pêk nayê. Lê bi komên biçûk, şitil anjî gul tên çandin.
Ciwanên bajarê Mahabada Rojhilatê Kurdistanê jî bi boneya 4’ê Nîsanê li bilindahiyên bajêr şitil çandin û rojbûna Rêberê Gelan pîroz kirin.