ÊLİH – Piştî îsyana li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, malbatên girtiyan xwestin agahî ji wan re bê dayin. Li ser vê yekê rêveberiya girtîgehê li ber derî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, girtiyên ji bilî yên li A1-2-3-4-5-7-8-9-10-11-16-18, B3-5-7-12 sirgûnî girtîgeha T4 a Amedê hatin kirin.
Bi giştî 439 girtî sirgûnî Amedê hatin kirin. Tê gotin ku 202 girtî li girtîgehê mane.