NAVENDA NÛÇEYAN- Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li bajarên Elmanyayê bi bizaviyên curbicur hate pîrozkirin.
Köln
Ji ber şewba vîrûsa koronayê komekê teng ji endamên TCŞê, rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi çandina daran pîroz kirin. Ciwanên ku diruşmeya “Bijî Serok APO” diavêtin, piştre li kolanekê Kolnê çalakiya nivîsandinê kirin û “Rojbûna te pîroz be Serok APO” nivîsîn.
Kassel
Di pîrozbahiya endamên TCŞ û JCA û malbatên welatparêz beşdar bûnê de, li cihekî bejahiyê ya Kasselê dar hatin çandin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat vekirin û axaftinek kurt hat kirin. Di axaftinê de rojbûna gelê Kurdistan û ya Rojhilata Navîn hat pîrozkirin û pîrozbahî bi diruşmeya “Rojbûna te pîroz be Serok APO” ve bi dawî bû.
Freiburg
Li bajarê Elmanya Freiburgê jî rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a 71. ji aliyê endamên Jinên Ciwan ên Azad ve bi darçandinê hat pîrozkirin.
Enternasyonalîstan
Dîsa ji aliyê Qampanyaya RiseUp4Rojava ve, ji ber rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakî û bizavî hatin lidarxistin. Li gelek bajarên Elmanyayê stickerên ku ji fikr û ramanên Ocalan pêk tê li kolanan hat zeliqandin û ji çend kolanan re jî panqart hatin daliqandin.
Berlîn
Li paytexta Elmanya Berlînê jî ciwanên TCŞ û JCA, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin cemhev. Ciwanan nîvro li parqeke Schonefeldê pifdanka ku wêneya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lê ye, bi diruşmeya “Bijî Serok APO” ve ber bi asîmanê firandin. Bişev jî li serbihurekê Neukollnê postera Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat daliqandin.
Mönchengladbach
Ji ber rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a 71. , ciwanên enternasyonal li Monchengladbachê çalakiya panqartê li dar xistin. Li diwarekê avahiyê panqartek mezin a “Free Ocalan” (Ji Ocalan re Azadî) hatiye nivîsîn, hat daliqandin û ciwanên enternasyonal dixwestin bi vî awayî bal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û li ser giringiya fikrên wî yên gerdûniyê bikşînin.
Stuttgart
Li Stuttgartê jî ciwanan, di serî seatên 4ê Nîsanê de li ber balyozxaneya dewleta Tirk kom bûn û li wir li ser textikan nivîsek ji agir ku “APO” dinivîse, nivîsîn. Ciwanên ku pêşiya balyozxaneyê bi nivîsa “APO” ve ronî kirin, fîşekên hewayî (agirbazî) jî avêtin.
Ciwanan, piştre ji pêşiya balyozxaneyê derketin û li navenda bajêr li pirekê otobanê panqarteke mezin daliqandin. Piştî daliqandina panqartê ku “Bijî Serok APO” dinivîse, ciwanan fîşekên hewayî avêtin.
Piştre jî ciwan ber bi CDU, ango Partiya Demokrat a Xacperestan(Xirîstiyan) ku partiya rastgir a herî xurt e û li dijî Kurdan polîtîka dimeşîne ve çûn. Ciwanan, ji avahiya partiyê re boyaxên kesk û sor û zer avêtin û polîtîkayên CDU ya li dijî Kurdan protesto kirin.
Her wiha li gelek kolanên bajêr çalakiya nivîsandinê hate kirin.
Oldenburg
Li bajarê Oldenburgê jî ciwanên enternasyonalîst, rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li parqekê bajêr pîroz kirin. Ciwan, ji agirê stêrk çêkirin û ji navbera agir û asîka (silûet) Rêber APO re jî “Bijî” nivîsîn. Ciwanên ku ala KCK, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û posterên sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatibûn qetilkirin, daliqandin û ji gelê Kurd re peyama piştgiriyê şandin.