Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Ger partî nebe, wê di me de netenê têkoşîn, netew jî, mirovahî jî namîne. Em bi kiryara xwe ya tevahî amûran didanin aliyekê, bi destê xwe tune dikin ve alîkariya herî mezin didin dijmin. Em vê nekin, tu tişt ji vê re nabe hincet. Ma di derbarê mijara nefêmkirina partiyê de, nekirina nûnertiya partiyê de hun dînin, hun kontrane? Erka we; bi mirinî parastin û pêkanîna pîvanên partiyê ye.Tenê yek şartê têkoşîna rizgariya netew heye; ew jî şarta partiyê ye. Bêyî pîvanên partiyê rizgariya netew jî çênabe. Ka binêrin bîrdoziya PKK, yekemîn gotina wî wisa ye. Dema me destpê kir me wisa destpê kir. Ez dinêrim, vale derxistina vê şarta bingehîn, him jî di bin navê PKK de, derfetên PKK ziyan kirênê ve şerekî dijber tê meşandin. Hun jî vê temaşe dikin. Bi taybetî jî yên durist û inyet baş vê dikin. Tewanbariya we di vir de ye. Hun dibêjin “Ez bêdeng mam, min weke qet min nedîtî nêzîkbûm, ez pê re ketim lihevkirinê, min serî tewand, min ew perçiqand, ez dangav bûm, min tiştên pêwîst dikir nekir, ez kêm mam”. Jibîr nekin ku ev nêzîkatî tevahî ji bo vê armanca mezin darbeyeke, zerar e.Mîsogere ku vir dibistana jiyaneke mezin e. Em li vir ji yên eniyê de cîh digirin zêdetir şer dimeşînin. Şerê li vir gelek bi tûnd e. Şerê li çiyan li gorî yê li vir weke mûyekî sivik e. Heya şerê bîrdoziyê qezenc neke, mirov nikare xwe nêzikî şerê kiryarî bike. Êşa we, xemgîniya we, xwe xapandina we di vir de ye. Jiber hun di hizir de şerekî mezin nadin, fermandarê mezin ji we dernakeve. Ez vê hîn baştir fêmdikim. Ger ew serû binbûna min a bîrdozî ya min jiyaye neba, ez nikarim wisa li ser kiryarê serdestbim, ez nikarim li ser we xwe serdest bikim. Ya bingehîn meşandina min a partiyê bi hêza min a bîrdozî ve girêdayî ye. Ez pir baş dihizirim, pir baş gavan diavêjim, ev jî tê wateya PKK yê. Tê wateya meşa serkeftî ya PKK. Ango hun ji min zêdetir di kiryarê de ditevgerin, şer dikin lê hun bê bandor dimînin. Sedema vê lewaziya di bîrdoziyê de ye. Aşkere bêjin, hun çima di bîrdoziyê de pêşnakevin? Ger hun pêşnakevin wê demê em dikarin hîn zêdetir, alîkarî û her cûre parvekirinê pêşbixînin. Binyeta vê heye, di vê mijarê de xurt e. Hun dikarin nîqaşeke xurt pêşbixînin. Û vir jî dibistaneke pir xweşik e. Ez bawernakim ne di demên dîrokê de, nejî di roja me ya îro de asta dibistaneke wisa hebe. Nirxa vê dibistanê mezin e. Jiber vê heya dawiyê tiştên pêwîst dike bigrin. Hun gelek paşverûne, heta hun gelek bi talûkene. Ger hun asta şexsiyeta we ya heyî derbaz nekin, di bingeh de hun dê li hemberî dijmin ne serkeftinê binkeftinê, ne şexsiyeta nû hûnê şexsiyeta kevnar bijîn. Ez çîroka jiyana xwe pêşdixînim. Çima? Di wir de tê xwestin ku rewşek bê vegotin. Hinde rewş û şêwazên hema hema li ser we tevahiyan serdest dibin hene. Ev çîroka jiyanê, şerê derbazkirin û bi erdi ve yek kirina asta şexsiyetên bê bawerî, bê zanebûn, bê rêxistinbûn, bê îdîabûn û lewaz e. Mezinbûna wê di vir de ye. Lewaziyên we tevahiyan di wir de hatine derbaz kirin. Tevahî bê îdîabûna we, jarbûnên we yên cur be cur, bê hêziya we di wir de hatiye derbaz kirin. Jixwe ev di vê wateyê de Rêbertiyê gelekê ye. Lewazî û jarbûnên gelekî hatine derbaz kirin. Min ev bi pisportiyeke mezin ve kir, mezinbûna vê di vir de ye.
Ev mîsoger ne çîrokeke yek kesî ye. Di vê jiyanê de ev dibe çîroka vejîna gelekî. Di wir de çiqas pisporbûneke mezin heye, çiqas sabir heye, çiqas ziravbûn heye, çiqas zehmetî heye. Beyî ku em bikevin nava girseya gel de ev hêza rêxistina me ya mezin li kû tê? Ji vê hêza wî çavkaniya xwe digire. Ez bi qasî we nagerim. Ez kesekê jî wisa zûbizû nabînim lê, hêzeke bandorkirinê ya gelek mezin heye. Mîsoger bi şêwazê jiyana wî de ye. Ez ji bo gel dijîm. Ez dihizirim, ez hertim gavên bi aqil diavêjim. Ez gavên xwe gelek bi berpirsyar, bi înyad diavêjim. Di heman demê de deh caran dipîvînim û diavêjim… Encam; her rojeke derbaz dibe gaveke hîn pêştir!Ji bo hûn ji vê mezinbûnê para xwe bigrin û di vê mezinbûnê de bimeşin divê hun bi berfireh nêzî dîroka partiyê bibin, hun xwedî rêzbin. Em nikarin navê şehîdên xwe bêjin, heta çend kesên, çawa li dijî êşkenceyan liber xwe dane em vê bile nikarin bêjin. Di encam de ev şer şerê xwîna şehîd e, li dijî êşkenceyan şerê berxwedanê ye. Li dijî birçîbûn û tînbûnê şerê berxwedanê ye. Şerê sebir, cengawarî û wêrektiyeke mezin e. Navê vê dîrokê ji aliyê gelek şehîdên bê nav hatiye roja me ya îro. Şerekî bê berjewendî ye ku dîroka mirovahiyê bi dîrokeke wisa re nebûye şahîd. Divê mîsoger em vê dîrokê di teşeya kombûna tevahî nirxên bilind bibînin.Weke yekbûna tevahî van nirxan ger hun dîroka partiyê nekolin dil û mejiyê xwe hun nikarin bibin PKKgerekî heqîqî û lewre hun nikarin werin rewşa mîlîtanekî mezin. Dibe min hinde xalên liber çavan an yên tên zanîn anîbe ziman lê ger gengaz be hun deh qet zêdetir xiyal bikin û bihizirin. Ji pirsyara PKK çiye, mirov çawa digihijê û mirov çawa dikare nûnertiya PKK bike? Bersivên xurt bidin van pirsane. Berovajiyê vê hun dê heqaret li vê dîroka mezin bikin. Ger hun vê dîroka mezin wisa nepejirînin û cewherîn nekin misoger hun nikarin maf bidin vê dîrokê, hun nikarin layiq derbikevin ku ev jî dê bibe bêrêzî, bê nirxtî û bê aqiltiya herî mezin.Tevî partiya me xwediyê van tevahî nirxane jî van nedîtin heta van vale derxistin, van ji bo kêf û helwestên xwe yên kesayî bikaranîn, li ser van rêveberiyeke bikêf pêşxistin, fetisandin ji xiyanetê zêdetir xiraptir e. Çi kes nikare bi van hincetan ve di nava partiyê de bisekine. Ev tiştên min vegotine ji we re pir aşkere dide nîşan ku yên ku wisa nêzî van nirxên mezin bibe wê nikare bijî an xwe li ser lingan bigre. Jixwe mînakên vê jî her roj derdikeve holê. Ev dîrok ne dîrokeke wisaye ku mirov esan bikarbîne; ne dîrokeke wisaye ku mirov dê wê bibîne lê weke nedîtî nêzîk bibe an pêwîstiyên wê bibîne lê pêknayîne ye jî. Jiber ev vînek e, him jî dîrokeke herî zîndî û dijî ye. Her kî vîna xwe tevlî vê neke, bi vê vînê ve xwe xurt nake nikare di nava vê partiyê de şer bike. Jixwe dibingeha zehmetiyên hun dikişînin de xwe netevlîkirin, nefêmkirin, ne cewherkirin û wê ne anîna hêza vînê heye.Ger we heya niha ev li ser bingehê rast pêkanîba, wê PKK bûba rêxistina şoreşger a di cîhanê de herî mezin. Jixwe vale vale emperyalîzm natirse; vale vale nabêje “rêxistina terorîst a di cîhanê de yek numara”. Jiber vê sedemê vê gotinê dike. Jiber dizane, ev partî partiyeke berxwedanê ye. Di heman demê de partiyeke fedekarî û dayînê ye. Him jî zemîna ku li ser liberxwe dide rastiya gelekî windayî, dozeke netewekî dilopek hêvî li tê de nemayî, di dorhêleke mirovahiya tunebûyî de pêşdikeve. Rastiya partiyê ev e. Tirsa mezin a emperyalîzmê, ya nûkeran di bin vê rastiyê de dirazê.Sedema bingehîn a jarbûna we; çavkaniya xwe ji rastiya we ya ku hun mafê vê rastiyê najîn û şerê vê nadin de digire. Ger we xwe bi rastiya vê mezinbûnê ve pêşxistiba, bi qasî hun dê bûban xevna dijmin a bitirs, di heman demê de hun dê bûban şervanên hêviyên gel. Ji xwe sedema min a ku ez hêrsdar dibim û li ser we da têm ev e; hun çawa dikarin ew qes mafê vê dîroka mezin nedin, hun çawa dikarin weke we ev dîrok nedîtiye nêzîk bibin, heta hun wêrektiya xirakirina vê rastiyê didin nîşandin? A niha sedema hêrsbûna min hîn zêdetir tê fêmkirin.
PKK partiyeke mezin e û berfirehiyeke wê ya gelek mezin heye. Ez ew qes hewl didim. Ez nizanim ka ez layiq dibim an na. Ji bîrnekin ku em bi dil an bi ezeziya xwe ya tazî re şer nakin. Şerekî wisa nîne. Ev xapandinek e; tişta ku heya niha dide meşandin û şerkirin nirxên vê partiyê ne, şehîd in, berxwedan e, berxwedana li dijî êşkenceyan e, berxwedana gelek egîdên di zîndanan de, egîdên bê nav e, berxwedana gundiyan, rewşenbîra ne. Ango hun weke kes nikarin yek ji nîvyê bile temsîl bikin. Vaye xapandin di vir de derdikeve pêşiya me. Hun şeref û rûmeta partiyê parvedikin, lê hun nahizirin ji rastiyên partiyê re maf bidin, xwedî li van mafan derbikevin an bibin layiq. Xirabî di vir de ye, lê nirx pîroz in.Ez dîsa bêjim; tevî van xebatan jî ez hîn bawer nakim ku ez pêwîstiyên partiyê tînim cîh û vê nabêjim. Ez dibêjim ez bi zorî berdevtiya PKK dimeşînim. Lê hun dibêjin, “me danî aliyekî, me ew ji derbaz kir an ji rêkê derxist”. Ma hun dînin? Yek kontrayê dijmin jî nikare ew qes zerar bide. Ez bawerim xirabiya herî mezin em ji xwe re bikin ev e; dîroka mezin a partiyê nedîtin, şûna vê ezezîtiya xwe ferz kirin e. Jiber ev dîrokeke mezin e. Erzan nehatiye afirandin û ez dikarim qenit bikim ku her seata wê di nirxa destanekî de ye. Ez dikarim bêjim her şehîdê wê egîdê berxwedanê ye ku ez dikarim vê qenit bikim.Şûna hun bûban xwediyê vê, şûna hun ji bo vê şewitîban hun wê weke neyî dihejmêrin, hun dibêjin “me jibîr kir, em çep nêzîk bûn, me nikarî pêwîstiyên wê bînin cîh. Vaye ev dibe xirabiya herî mezin. Ger hun dijberê yek nirxa malbata xwe derbikevin an hun çepê wê bimeşin hun dê şeqamekî ji meznê xwe bixwin. Di vir de bi hezaran nirxên mezin hene; ma tê çi watê çepbûna te, ma qet hun vê hesap nakin?Jiber vê ez dibêjim ku, necîdîbûna we, feresat de tankbûna we mirov ditirsîne û dê we li hemberî ewqas nirxên mezin bîne xaleke ku hun neyên efû kirin. Ger hun vê rewşa xwe berdewam bikin hun dê xwe gelek bixapînin! Ger hun di rewşa kêm, nayê partîbûnê, xwe ferz dike, xwe tangav dikin de israr bikin, hun dê daweiya xwe ya biêş pêşbixînin.Doza partiyê di vê wateyê de gelek mezin e. Mezinbûna min çi ye? Ez kêm-zêde wate didim van nirxan, him jî ez ji bo wê hêza jiyanê didim nîşan. Ger kesek dixwaze di nava PKK de mezin bibe ev daxwaziya wî dibin rastiya ew çiqas girêdayiyê van nirxan e, çi qas van nirxan fêmdike, çi qas nûnertiya van nirxan dike de veşartiye. Pîvana mezinbûnê ev e. Kesek bila ji derveyî vê mezinbûnê negere. Ji bo hun heya dawiyê dilnizimbin, ji bo dema pêwîst bike hun bi tevahî zehmetî û astengiyan re şer bikin divê hun van mezinbûnan esas bigrin. Ger pêwîst be em dê bibin otorîterên herî mezin, dema pêwîst bû em dê bibin mirovên herî dilnizim û ji bo layiqbûna me bê fêmkirin û mîsoger bibe em dê herduyan bikin yek.Ez hêvîdarim ku hun êdî partîbûnê di vê kûrantiyê de, di vê berfirehbûnê de fêmdikin, bicewher dikin û dikolin dilê xwe. Mîna careke din qet ji dilê we dernekeve. Ez îdîa dikim, partî her tim nirxa herî mezin e. Ji bo gelê xwe, netawa xwe û tevahî mirovahiyê rastiya herî mezine ku mirov jê rûmet bigre ye. Rastiya di PKK de kombûye ev rastî ye. Em dev jê berdin zerar dana partiyeke wisa, pêwîstiyên wê ne anîna cîh û ketina rewşeke wisa bi lehnet, divê weke evînekî jiyîn û parvekirina wê îfadeya xwe di we de bibîne. Jiber ev partî layiqê vê ye û partiyeke wisa ye ku kêlî bi kêlî vê emir dike.
Ma kî dikare daxwazî û wasiyeta şehît a dawiyê jibîrbike û bêhna/nefesa wan ya dawiyê jibîr bike? Ma kî dikare wateya wê berxwedana mezin jibîr bike? Kî dikare van zehmetiyên mezin, şerê bi birçîbûn, sarbûn û bi germbûna weke dojehê jibîr bike? Ma ev hedê me ye? Ev berxwedanî tevahî ji bo armancên me, ji bo mirov, netew û armancên çinatiyê hatiye nîşan. Tişta dikeve li ser partiyê jî; weke nûnerên herî dawiyê yan mîlîtanê alê li pêş radike ji dest nexistina vê alê û bi bilind rakirina alê re bersiv dayîn e.Partîbûn, dê herî dawiyê bijî an dê herî pêş şer bike: ez dikarim partîbûn, partîtiyê wisa îfade bikim. Ango “giranbûhabûna wê mezin e, derfetên wê zêdeye, ez dê xwe bi wê ve mezin bikim û ferz bikim” gotin, dê bibe heqareta herî mezin ku mirov nîşa vê partiyê bide. Ma ev partî dê vê bipejirîne? An dê ji xwe re bûna rastiyeke wisa bipejirîne? Ma ew qes şehît dê vê bipejirîne? Hewlên me hene, hewlên me yên Rêbertî hene; ma dê nêzîkbûna wisa bipejirîne? Hun qasî dixwazin bêjin “em gotinan fêm nakin, em qebadayî ne”. Lê partiyeke ew qes dijmin tîne rê dê şexsiyetên ku xwe li ser van derfetan dide jiyîn bi vê rewşa wan ve bipejirîne? Ma kesek dikare wêrektiya xwe ferz kirina herî biçûk bide nîşan? Ev ez jî bim ev wisa ye.Vaye hun dibînin ku partîbûyîn îfadeya herî birûmet a dîroka gelê me, rizgariya netew û mirovahiyê ya herî bi wate ye. Me ev dîrok bi berxwedaneke herî mezin re, bi serkeftinê re anî roja îro. Me tevahî jiyana xwe di nava vê de helandî ye. Me nemirînî wisa di nava vê partiyê de pêşxistiye. Yên ku tevlî vê partiyê dibin divê baş bizanibin ku divê li gorî van nirxan bimeşin û layiqê van nirxan bijîn. Divê xwedî lê derbikeve, nehêle toz bikeve ser, ji bo bilind bibe divê xwe jî bixe nav de, berhemên xwe bidê. Partîbûna rast wisa ye, PKKbûn wisa ye. PKKbûneke wisa hertim mezinbû ye û qezenc kirye. PKKbûna ku mîsoger biçe serkeftinê jî dê wisabe.