MÊRDÎN – Piştî ku 5 endamên îstîxbarata leşkerî ya dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê Gerîlla ve li herêma Bagokê ya Mêrdînê hatin kuştin, îro li gundên Xirbê Şabikê, Baskîl Kevîl û Dêrqûbê yên navçeya Kerboran a Mêrdînê operasyona leşkerî dane dest pêkirin.
Qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Qedexeya derketina kolanan saet 23.00’yê şeva 6’ê Nîsanê dest pê kir.