BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber êrişên hewayî tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “4’ê Nîsanê nîvro balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qada Sininê ya herêma Xakurkê û qadên Mamreşo û Werxele yên herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”