NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûna Gelan (HBDH) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ragihand ku Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Tekoşer Gever li dijî ROKETSAN’ê çalakiyek kirine.
HBDH’ê ragihand ku ev çalakî bi rêbaz û teknîkeke taybet ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Tekoşer Gever ve hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de HBDH’ê ev agahî da: “Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Tekoşer Gever li navçeya Elmadag a Enqerê li dijî kargeha hilberînê ya ROKETSAN a girêdayî artêşa Tirk (TSK) a rokek û fuzeyan dihilberîne 7’ê Nîsana 2020’ê saet derdorî 14:30’î de çalakiyek kiriye. Di vê çalakiyê de beşek ya tesîsên hilberînê û depoya madeyên xam ên ji bo çêkirina roketan tê bikaranîn bi temamî hatin rûxandin. Yekîneyên me ragihand ku kuştî û bîrndar hene lê derbarê hejmarê agahiyên zelal piştras nekiriye. Hêzên me bi awayekî bi ewle û saxlem benda ewlekariyê derbas kiriye û gihiştine cihên xwe.”