BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniye ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me yên YJA Starê 6’ê Nîsanê saet di 13:00 de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Konferansê çalakiyek kirin. Derbên giran li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”