STENBOL – Parêzerên Hiqûqa Asrinê xwestin derbarê muwekîlên xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tevdîrên pêwist werin stendin û ji bo pêkanîna van tevdîran agahdarî were kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ev serlêdan hate redkirirn.
Serlêdana ji bo axaftina bi telefonê jî hate redkirin. Ji bo sedema redkirinê jî hate diyarkirin ku ‘Li dijî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di 13’ê Sibata 2020’an de hate şeş mehan biryara astengkirinê hatiye dayin.’