NAVENDA NÛÇEYAN
Dagirkeriya herî xeter û bi encam, rêbaza dagirkeriya aboriyê ye ku civakbûn û xweseriyê belav dike. Ger dagirkeriya aboriyê were serxistin, wê civak were hilweşandin û ji civakbûnê were derxistin. Ev jî tê wateya ku civak hatiye fetisandin û bê bêhn hatiye hiştin. Beralîkirina civakake wisa wê hêsan bibe. Civaka ku li ser amûrên hilberandin û bazarên xwe kontrola xwe wenda kiriye, ne gengaz e ku bi awayekî azad jiyana xwe bidomîne. Merceke bingehîn a bi awayekî azad domandina jiyana xwe, xwediyê aboriya xweser bûyîn e. Dema em civaka Kurdan û tevahiya civakên ku hatine mêtingehkirin temaşe dikin, ji bo aboriyê ti tişt ji wan re nehêla ne.
Pêwîste aboriya ku xwedî ev qas girîngiyekî mezin, rast were pênase kirin. Pergalên Dewletparêz, bi taybetî jî pergalên dewletparêz ên kapîtalîst xwe mîna pêşkeşvanên sereke yên aboriyê didin nîşandan. Rewşekî wisa didin avakirin ku eger aboriya kapîtalîst nebe, parastina mirovahiyê, tîmarkirin û pêşxistina wan wê ne gengaz be. Di rastiya xwe de pergala kapîtalîzmê pergaleke şêlankariyê ya ku aboriyê talan dike û wekî amûra desthilatdariya xwe bikar tîne ye.
Ji bo domandina jiyanê yek ji sê zagonên ku nebe nabe jî tîmarbûn e. Rêber APO di warê aboriyê de ku dibêje; Bi awayekî giştî, mirov dikare ekonomiyê weke xebata dabînkirina pêdiviyên madî yên civakê û weke îfadekirina sazûmanî û zagona wê rave bike; di çarçoveyeke tengtir de mirov dikare weke pevguhertina pêdiviyên madî bi rêya bazarekê pênase bike. Têgeha ekonomiyê ji peyva Ekonomos hatiye afirandin. Jêderk ekonomos e. Ev jî tê wateya zagona mal û malbatê. Zagona mal jinê bibîr dixe. Ango xebatên aborî xebatên ku girêdayî jinê ne û pêwîste li gorî xwezaya jinê bêne domandin. Şoreşa çandiniyê, lawirvanî li erdnîgariya qedîm a Kurdistanê hatiye pêkanîn. Warê sereke yê ku berhema zêde lê hatî pêşxistin, geşdariya civakî hatiye bilindkirin e. Ango welatê mader ê aboriyê ye. Lê di rojame de warek e ku aborî lê tê qetilkirin. Ev gelê kevin bi gotina Rêber APO li welatê nanê bê nan hatiye hiştin.
Bi şoreşa Neolîtîkê ya ku li erdnîgariya pîroz a Mezopotamyayê hatiye jiyankirin re, di serî de destkeftiyên aborî, berhemên zêde, tevahiya destkeftiyên civakî, bi destê komek teng û biçûk ên ku ji hembêza civakê derketî û bi demê re, li ser civakê, desthilatdarbûnê, çînbûnê û dewletbûyînê pêşxistine, kom bûye. Ev, dîroka serberjêr çûyîn û qetilkirina nirxên civakî ye. Tinekirina aboriyê bi mezinbûna desthilatdariyê ve girêdayî, her roja borî zêdetir bûye. Di serdema Fînans kapîtal de gihîştiye asta herî jor a tinekirin û rûxandinê. Bi pêşxistina birçîbûn û bêkariyê, di bin navê aboriya şer û parastinê de amûrên tinekirinê yên ku pêşxistine û vê yekê wekî xebateke bingehîn a aboriyê dîtin, tenê qezenc-kar esas girtin û bi paşguhkirina pêdiviyên bingehîn yên civakê, xirapkirina hawirdor û xwezayê û hwd. dide diyarkirin ku aboriya sîstema kapîtalîzmê li hemberî xwezayê, civakê û mirovahiyê ye. Ev sîstem, bi xebatên xwe yên polîtîk aboriya rojanê, civak xistiye rewşek wisa ku nefikire û ji bilî ji sîstemê re xebitînê ti karên din neke. Netew-dewleta xwe, bi nijadperestiyê, bi perwerdeyê piroz kiriye û xwe spartina vê hêza Xwedayî ve heya tevahiya rehên civakê mêtingeriya xwe ya aboriyê pêşxistiye û ev pergala şêlandinê rewa kiriye. Pêwîste çavkaniyên vê dirîndeyê bêne hişkirin. Ger bi vî awayî berdewam bike wê ne tenê civak, di heman demê de xweza jî tine bibe.
Di destê civakê de aborî, li gorî pêwîstiyan bû û bi xwezayê re li ser bingehê hevsengiyekê û dostane bû. Gelo çi çêbû ku di destê desthilatdaran de vegeriya çekekî wiha yê rûxandinê? Bêguman ev yek bi cewherê pergala dewletparêz ve girêdayî ye. Rêber APO polîtîkaya aboriyê ya dewletan wekî bi birçîbûnê terbiyekirin nirxand. Mirovan birçî bihêle, qetek nan dirêj bike, karekî kêm mûçe bide, heya dawiyê ji xwe re bike xizmetkar! Ji bo pejirandin û nepejirandina vê yekê mirov azad in! Ger nepejirîne wê her tim birçî bimîne. Ji ber ku kesekî ji milyonan bêkaran wê cihê wî dagire.
Taybet bi şoreşa zanist-teknîkê bi pîşesazbûnekî lez kapasîteya hilberînê pir zêde bûye. Kapîtalîzma ku vê yekê wekî endûstriyalîzmê dinirxîne, bi giştî desteserkirina bazaran re tenê sûdgirtin kiriye armanc û ti tişt nehêla ye ku nebe mijara kirîn û firotinê. Bi hêrsa sûda zêde tevahiya xweza jî kiriye dijberê xwe. Di xwezayê de ti şûnek nehêla ye ku xûsar pê negihandibe. Ji bo karanîna erdê, daristanên hatî şewitandin, bermahiyên dîrokî yên hezaran salan, daristan, erdên çandiniyê, gund û navçe di bin avên bendavan de hiştin. Bi avahiyên pîşesaziyê yên ku hawirdorê qirêj û gemar dikin, her wiha ji gazên egzozê heya digihe deodorantan gazên ku tebeqaya ozonê kun dikin, bi kanzeyan qulqulîkirina derdor, bi avên pîs qirêjkirina avên vexwarinê, çeman û rûbaran û hwd. tenê ne qadeke teng, bi mirovan, şînatiyan, lawiran ango tevahiya tiştên zindî û ne zindî xweza di bin êrîşekî mezin de ye. Êdî bi qasî ku ekolojî nekare vana hilgire, dibin êrîşekî giran de ye. Dibe ku ba, bahoz, tsûnamî û erdhejên dawî yên ku têne jiyankirin perpitînên dawi yên xweparastina xwezayê bin.
Êrîşên ku li hemberî xwezayê têne kirin, pêwîste ne tenê wekî ku li hemberî xwezayê têne kirin bêne dîtin. Civak bixwe beşeke xwezayê ye, heta zaroka wê ye. Di navbera wan de girêdaneke ku nayê qetandin heye. Tevahiya êrîşen ku berê xwe didin xwezayê di heman demê de li hemberî civake têne kirin. Endûstriyalîzm bi çavsoriya hêrsa sûd-diravan (pereyan), xwe ji ti êrîşan nade paş. Her roj bi hîn pirtir pêşxistina endûstriyalîzmê ji bo sûda zêdetir hîn pitir şer û aloziyan derdixe, bi leyîstokên borsayê, bi banqeyê ango bi kapîtala fînans re aboriya ji pereyan pere qezanckirinê pêşdixe.
Dema em van hemûyan binirxînin em ê bi hêsanî bigihin encama ku kapîtalîzm ne aborî ye. Aborî pêdiviyekî civakî ye û xebatek e ku bi civakê re bi awayekî hevbeş tê pêşxistin û parvekirin. Lê belê kapîtalîzm li gel derfetên afirandina pîşesaziyê jî, bûye sedema bêkarî, birçîbûn, qirêjiya derdor, nexweşî, mezinbûna zêde ya şêniyan, tinekirina qadên çandiniyê, çavkaniyên avên vexwarinê, qirêjiya hewa û deryayê. Gelek nîşaneyên din hene ku kapîtalîzm ji aboriyê dûr e. Kapîtalizm ne aborî ye. Di pêvajoya hilberînê de ti caran rasterast cîh jî nagre. Lê belê ji ber ku desthilatdar e, xwedî hêz e, ji derve ve aboriyê desteser dike, dişêlîne û li gorî berjewendiyên xwe bikartîne û bi vî awayî jî pozîsyona xwe didomîne. Ji bo serxistina vê yekê jî lewazkirina exlaqê civakî û di dewsa wê de jî, huqûqa li ser hîmê berjewendiyên xwe, pêşxistiye.
ERDAL ÊLIH