AMED – Li taxa Îskenderpaşa ya navçeya navendî Sûrê ya Amedê, avahiyek kirin bin qarantînayê. 2 welatiyên ku li avahiyê diman, testên wan pozîtîf derketin. Li ser vê yekê rayedaran avahiya Nûr a li taxê ku ev her du kes le diman, kirin bin qarantînayê. Li avahiyê xebatên dezenfektekirinê tên kirin û ketin û têketina wê jî bi kontrol berdewam dike.