NAVENDA NÛÇEYAN – Şewba pandemî ya Covîd-19 a berbelavî hemû cîhanê bûye, her roj dibe sedema bi hezaran mirovî.
Li gorî nexşeya demkî ya rast a Zanîngeha John Hopkîns a amade kirî ji saet 14:30’î û şûnde 1 milyon û 613 hezar kes bi vîrûsê ketine û 97 hezar kes jî mirine. Tê payîn ku di demeke kin de ev hejmara miriyan bigihêje 100 hezar kesî.
LI GORÎ QITAYAN
Li gorî daneyên AFP’ê roja Înê saet 13:00’an û şûnde li Ewropayê bi kêmanî 67 hezar û 247 hezar kes mirine. Li qitayê bi giştî 826 hezar û 389 hezar kes in.
Li DYE û Kanaa 486 hezar û 992 kes bi vîrûsê ketine û 17 hezar û 212 hezar kes jî mirine. Li Asya 130 hezar û 415 kes bi vîrûsê ketine, 4 hezar û 603 kes jî mirine. Li Rojhilata Navîn 91 hezar û 327 hezar kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 493 kes jî mirine. Li Emerîkaya Latîn û Karayîpler jî 50 hezar û 589 kes bi vîrûsê ketine û 2 hezar û 90 kes jî mirine. Li Efrîqa 12 hezar û 260 kes bi vîrûsê ketine, 640 kes jî mirine. Li Okyanûsyayê jî 7 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine û 59 kes mirine.
WELATÊN HERÎ ZÊDE BANDOR BÛNE
ÎTALYA: 134 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine, bi kêmanî 18 hezar û 279 kes mirine.
SPANYA: 157 hezar kes bi vîrûsê ketine, 15 hezar û 843 kes jî mirine.
FRANSA: 119 hezar kes bi vîrûsê ketine û bi kêmanî 12 hezar û 210 kes jî mirine.
BELÇÎKA: 26 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketine, nêzî 3 hezar kes jî mirine.
DYE: 466 hezar kes bi vîrûsê ketine, 16 hezar û 500 kes mirine.
ÎNGÎLTERE: 66 hezar kes bi vîrûsê ketine, bi kêmanî 7 hezar kes mirine.
ÎRAN:68 hezar û 192 kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 232 kes jî mirine. Li gorî muxalîfan bi kêmanî 35 hezar kes mirine.
TIRKIYE: Ji 10’ê Adarê û vir ve 908 kes mirine û 42 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine.
LI WANÊ 14 CIH XISTINE KARANTÎNAYÊ
Li Taxa Rûnexwir a Navçeya Seravê û taxa Şeytanava ya Navçeya Ebexe yên Wanê ji ber vîrûsa corona (Covid-19) xistin qarantînayê. Kesê ji Umrê vegeriya û li îsparta demekê xistin karantînayê, di 3’ê Nîsanê de hat taxa Rûnexwir a di 9’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê tax xistin karantînayê. Li 2 taxan ketin û derketin xistin bin kontrolê.Piştî xatên Rûnexwir û Şeytanava xistin karantînayê heta niha li Wanê 14 war xistin qarantînayê. Gundên berê xistibûn qarantinayê wina ne: Gundê Xaşkan û 7 mezrikên wê, Gundê Hozî û mezrika Belliyurt, Gundên Xirabe, Xan, Çemik û Tellikaya.
RÛSYA: 11 hezar û 917 kes bi vîrûsê ketine, 94 kes jî mirine.