Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Xisleta bingehîn a serdema fînansê ew e ku saziya pereyan tevî înstrumanên xwe hemûyan, bû hêza sereke. Bi temamî yekdestdariyên bazirganî û pîşesaziyê xistine kontrola xwe. Dewlet jî weke yekdestdariyê nexasim jî dewleta netewe gelekî baş bi xwe ve girêda, tamijand. Qatên bingehîn ên ekonomiyê platformên hilberandin-pevguherandin û bikaranînê bi temamî xistin bin destê pere. Di vî warî de amûrên hatin bi karanîn IMF, Bankeya Cîhanê, Rêxistina Navneteweyî ya Bazirganiyê; bi tevahî bankeyên navendî yên dinyayê, bankeyên global, senedên krêdiyan ên curbicur, piyase û borsa; bono û senedên tehwîlê, kartên bikaranînê, qûrên dovîz û faîzan lîsteyeke dirêj a înstrumanan. Bi saya van saziyan êdî pere bûye mîna xeyaleteke li naverastê. Ya rastî, li gorî hiyarerşiya berê, ketiye şûna rêveberê malbata têde bav xwedî erk e, û li şûna wî ev saziyên xeşîm jî bi rola ewladê wî radibin. Lê bi tevahî jî tovên kalên xwe ango pereyan hildigirin û ev jî rastiyek e.
Saziyên behsa wan tê kirin, di nava xwe de xwediyê tevneke xurt in. Heta dawiyê organîzekirî ne. Saniye bi saniye haya wan ji hev heye. Bandorê li hev dikin. Tevgerên wan weke kin, navîn û dirêj têne birêkûpêkirin. Li gorî modeyê mirov ji tevgerên wan ên dema kin re bibêje ‘pereyê germ’ ji yên dema navîn re bibêje ‘bono û tehwîl’ û ji yên dema dirêj re jî bibêje ‘senedên demdirêj’ wê rastir be. Timûtim dikarin nav û demê biguherin. Li gorî rastiya wan a avakirina civakê, ev herî bi lez têne kirin. Amûrê bingehîn ê muhasebeyê Dolar û Euro ye. Ev diravên DYE û YE’yê ne. Tevî ku hînê jî hewl didin sîstemê jêhatî bikin jî ya rastî ev pêvajo temam bûye. Baş e, armanca bingehîn kar wê di nava sîstema nû de çawa pêk bê?
Bi tevahî nakokî û têkiliyên dinyayê yên siyasî, civakî û ekonomîk bar kirin nava vê sîstema nû ya ferazî ye. Ne bi tenê ev; argumanên îdeolojîk, akademîk û çandî jî ji wan dinyan e ku ke tine nav pençê vê sîstemê. Eger em hînê ji nêz ve li van rastiyan temaşe bikin, em ê karibin hêza xwe ya maneyê xurt bikin.
Diravê bingehîn ê muhasebeyê dolar e (di yêdekê de Euro heye) maneya vê çi ye? Qadên lê dolar dikevin serhev û guhertinên qûran di navbera pereyên neteweyî de; bono û tehwîl, tevgerên hîsseyên senedan, guhertinên faîz û buhayan nakokî û têkiliyên kîjan dinyaya berçav ango kîjan şer û tifaqan nîşan didin? Gelo, heye ku ew Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku gelekî behsa wî tê kirin, bi giranî di nava vê dinyaya sembol û feraziyan de diqewime? Şerên rastî yên em li rûyê erdê dibînin jî gelo cîhana feraziye carnan weke erdheja di terkên fayan ên dinyayê de xwe nîşanî me didin, nebin?
Bi giştî herkes hemfikir e ku DYE piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûye hêza hegemon. Diravê wê Dolar giraniya xwe ya li dinyayê encama vê hegemonya wê ye. Ya balkêş ew e ku kengî ev hegemonya derket asta herî jor, Dolar ji berdêlbûyîna zêr xilas kir. Eşkere ye ku ev yek bi awayekî, bêberpirsiyariya hegemonya dinyayê ya bêhesêb nîşan dide. Baş tê zanîn ku DYE’yê ji salên 1980’yî ve qat bi qat ji trîlyonan zêdetir bê berdêl Dolar berda dinyayê. Ev bûyereke xeternak e. Ev tê wê maneyê ku bi tenê bi xebitandina çapxaneya banknotan salekê bêberdêl dibe xwediyê trîlyon dolaran. Di ti dem û serdemê de pere evqasî xwe bi xwe mezin nekiriye. Ma ti amûrekî din heye ku bi qasî vê diyardeyê mikur bê û nîşan bide hegemonyadariyê xwe bi pereyan nîşan daye yan jî pere bi xwe hegemonyadar e? Eger em rewşa deyndar a tevahiya dewletên netewe li ber çav bigirin (pirr seyr e, dewleta netewe ya herî mezin a deyndar DYE bi xwe ye), em ê hêza xwe ya fêhmkirinê careke din zêde bikin ka çima pere bi temamî hegemon e. Lîstina pirr hindik a bi pereyan (tevgerên kêmkirin û zêdekirina faîz-buhayan) ji aliyê Bankeya Navendî ya DYE’yê ve dinyayê bi dijwarî dihejîne û ev jî nîşan dide ku sîstema fînansê gelekî baş hatiye danîn û cih girtiye. Ango diyardeyên hêza pere nîşan bidin gelekî zêde bûne.
Têkiliya krîzan bi sîstemê re jî gelekî balkêş e. Krîzên li Asya, Rûsya û Emerîka Latîn bi awayekî zincîrwarî weke demî û belawela pêk tên, bi temamî di qada pereyan re derbas dibin. Piştre xwe di ekonomiya reel de nîşan didin. Krîzên berê jî li cîhana reel dest pê dikirin û li cîhana pereyan bi encam dibûn, lê krîzên serdema fînansê berevajiyê vê yekê diqewimin. Ekonomiya reel ji bo herî dawiyê tê hiştin, lê çawa ku serwerê cîhana fînansê dixwazin ew welat an jî blokên welatên din kengî stû ditewînin, hînê pirr giran nebûye bi dawî dikin. Eger mirov weke mînak li Rûsyayê binêre mirov dikare gelekî jê hîn bibe. Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst YKSS’ê bi awayekî fermî di sala 1991’ê de ji hev belav bû, lê piştre her ku çû ew xistin pêvajoyeke giran a krîzê ya fînansê. Di 1998’an de krîz derxistin asta herî jor û bilind.
Pirr balkêş e; di vê demê de, tê zanîn di çarçoveya bûyerên derketina ji Şamê de ez jî li Moskovayê bûm. Rayedarên Rûsyayê dixwestin ez bi lez ji Rûsyayê derkevim û ji bo min derxin digotin, çi ji destê wan tê wê bikin. Şefê wan ê herî mezin ê Îstîxbaratê weha digot: ‘Eger piştî 6 mehan bûya, her tişt ê hêsan bûya. Me jî bi te re bi vî awayî nedana û nestandana.’ Erê, krîza 1998’an Rûsya teslîm girtibû û rayedarên xwedî gotin ê vî welatî bi devê xwe li vê rastiyê mikur dihatin. Gelekî baş tê bîra min. Serokwezîrê Îsraîlê Ariel Şaron û Wezîra Karê Derve ya DYE’yê Madeline Albraight ku operasyona der barê min de dimeşandin, bi lezûbez hatibûn Moskovayê û di berdêla deh mîlyon Dolarî de ez ji Rûsyayê dabûm derxistin. Bi vê armancê bi IMF’ê re peymanek hatibû morkirin. Her weha di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de jî di berdêla min de peymana enerjiyê ‘Xeta Şîn’ hatibû mohrkirin. Yek ji şertê Rûsyayê jî ev bû. Tevî ku DYE li ber rabûbû. Piştî ku Rûsya ket xeta neolîberal a hegemonîdarê sîstemê dixwest, hêdî hêdî ji rewşa xwe ya bi felc xilas bû û bi ser sîstemê ve bû. Di serdema dijşoreşên fînansî û ferazî de dijşoreşek jî bi vî awayî pêk dihat! Eger mirov rêvebirina dinya reel ji aliyê serdema fînansê ve ji hev derxe mirov dikare gelekî tiştan jê hîn bibe.
a- Serdema fînansê dinya ekonomîk a reel rêve dibe û me gelek caran anî ziman ku têkiliya vê bi hêza pere ya bûye fermandar re heye. Para bêtir projeyên ji polîtîkayên sereke yên hegemonyadar re xizmetê bikin, esas têne dîtin. Ekonomiya dinyayê li gorî serdema fînansê wê çawa were dîzaynkirin? Kîjan herêm wê li ser hilberîna kîjan malan bisekine? Wê para wê çi be? Siyasetên bingehîn ên welatan wê çawa bêne birêkûpêkkirin, avahiyên wan ên civakî û siyasî wê çawa bêne nûkirin, deynên wan çawa bêne dayîn, divê çavkaniyên xwe çawa bikarbînin? Her weha welatên ji wan re asî û çete dibêjin wê çawa serî li wan û ekonomiya wan bê tewandin? Welatên bloka berê ya YKSS’ê, Çîn û welatên din ên ji wan re dinya sêyemîn tê gotin, wê çawa bi ser sîstema hegemonîk ve bikin? Bi Îsraîlê re têkilî wê çawa bêne danîn û sererastkirin? Bi tevahî welat, dewlet û gel weke dinya bi kîjan parametre û pîvanên giştî yên serdema fînansa nû yên neolîberal li hev bikin, wê li gorî vê projeyan deynin pêşiya welat, şîrket, dewlet û kesan. Kengî li gorî van projeyan gelek şertên eskerî û siyasî jî pêve danîn wê fînansman û înstrumanên pereyî jî tekûz bikin. Yên guh nedin jî wê krîz li ser wan bê ferzkirin heta biçin ber îflasê. Jixwe wexta serdema fînansê tê gotin, mebest jê serdema bi şertan ji bo projeyan bi destxistina krêdiyê ye.
Sîstem li ser vî hîmî tê xebitandin. Ev kurtepêşnûmeya mepê şkêşkirî jî pirr eşkere nîşan dide ku di serdema fînansê de kapîtalîzm ekonomî nîne. Lîstikên bi kaxizan bi qasî ku ne ekonomî ne, mirov dikare piştrast bike ku ew amûrên li ser ekonomiyê hatî ferzkirin in. Di asta herî jor de karkirina yekdestdaran bi van kaxizan dibe. Ma ji vê zêdetir ekonomînebûnek heye? Ti sektor û dem, nikare bi qasî serdem û sîstema fînansê rave bike ku gelekî di ser serdema pîşesazî û bazirganiyê re belaş kar tê kirin. Di berdêla kûponên piçûk de hem her kes tevlî karê tê kirin û bi vî awayî her kesî dikin hevparê gunehê sîstemê, hem jî sîstem bi vî awayî xwe xurt dike û rizgar dike. Serdema Fînansê ji serdema îndustriyalîzmê zêdetir ne ekonomiye ye û li derveyî wê ye. Şêweyekî civak û çandê ye.
Eşkere ye ku em di asteke jor de bi yekdestdariyeke pereyan re rûbirû ne. Em li qonaxeke welê ya yekdestdariya super in, ku dewletan û heta weke dewlet DYE’yê jî di nava xwe de dihelîne. Gihiştiye hêzeke welê, bi tevahî pêvajoyên desthilatdariyê kontrol dike, pêşde dibe, xira dike û ji nû ve ava dike. Cewherê globalbûna nû ev e. Çawa ku tê zanîn serdema globalbûnê ragihandin nîne. Ekonomî û siyaset, û yekdestdariya siyasî bi awayekî ti mînakên wan nehatine dîtin di asta globalbûnê de ketine zikhev û ev yek cewherê serdema fînansê pêk tîne. Bi tevahî îradeyên xwecihî, neteweyî, siyasî û ekonomîk dikevin kontrola hêzên super ên yekdestdarên global û serdema fînansê vê îfade dike. Ev rewşeke nû ye, û divê mirov gelekî hûrûkûr li ser rawest e.
b- Bandora wê ya li ser realîteya civakî bi temamî bi armanca fetihkirinê ye. Hedef civakeke pere û ferazî ye. Rêya herî bi tesîr a ji bo kapîtalîzekirina civakê, tevlîkirina wê ya nava însturamanên weke bono, repo, tehwîl û senedên para ne. Bi vî awayî, nexasim di serî de çîna navîn, bi tevahî civak bi cîhana fînansê re dibe yek. Di berdêla kareke piçûk de wê dike hêza parastina pergalê. Refleksên wê yên dijberî pergalê para bêhtir têne şikandin. Bi civaka xure, krediya ji bo xureyan, bi hezaran awayên krediyê, dixwazin civakê zevt bikin û teslîm bigirin. Rêbaz gelek hêsan e. Pêşî krîzan ferz dikin û bi vî awayî dinyayeke nû ya bêkaran li dinya bêkaran zêde dikin. Çîna navîn hildiweşînin û dikin ku li ber wan bigere. Birçîtî û xizantiyê heta bi sînorê mirinê ferz dikin. Kaos û aloziyê kûr dikin. Piştre di berdêla şertan de ji bo ji nû ve avakirina civakê, wê bi krêdiyan ve girê didin.
Berê hewl didan civakan bi şoreş û tevgerên rohnîbûn-çandî veguherînin. Niha bi rêbazên fînansê yên hînê komple ne, bi pîlan in, destê xwe nadin agir û bi maşeyê encamê jê digirin an jî hewl didin pê bigirin. Dixwazin tevahiya civakan bi homojenî û yekrengiyeke global ji nû ve ava bikin, ji bo bikin kerî û girse di hawênekî yekçandê de dikutin, û dikin ku bi qasî misqalê zerre jî li ber sîstemê ranebin. Projeyên civakê bi awayekî li şûna şoreşên berê û utopyayan datînin. Êdî hewcedarî bi utopya û şoreşan nîne. Her tişt dikare bi proje bibe. Her weha fînansor jî amade ne. Xuya ye ku civaka dijber, civaka sîmulakr, civaka ferazî û civaka yek zêhniyet ev e. Gelo ya ferz dikin faşîzm nîne? Gelo ya ferz dikin, bi maskeyeke nû di asta global de projeya pêkanîna faşîzmê û dinya wê nîne? Divê mirov civaka serdema fînansê ji her alî ve nas bike û bi nav bike.
c- Polîtîkayên siyaset û dewletê yên serdema fînansê bi yên serdema îndustriyê xwedî hinek nakokiyan e. Îndustriyalîzm, a esas li ser polîtîkayên milletgirî û dewleta netewe dimeşe. Dixwaze yekdestdaran biafirîne. Hewcedariya serdema fînansê bi globalbûnê, dibe sedem ku van yekdestdaran asteng bibîne. Kapîtalîzm weke sîstem û dinyayekê peyde bû, ev yek bi xwe jî nikare heta dawiyê yekdestdariya dewleta netewe destek bike. Yekdestdarên dewleta netewe zêdetir xwe li hundir digirin û li pêşiya yekdestdarên dixwazin di asta global de tevbigerin dibin asteng. Nexasim serdema fînansê di asta global de înstrumanên xwe bi kar bîne, dikare kara xwe zêde bike. Lê di vê rewşê de dewleta netewe li pêşiya wê kelem û astengeke ciddî ye. Yan wê li gorî rewşa nû xwe bi rêkûpêk bike, yan jî wê hilweşe. Dewletên netewe yên weke Koreya Bakur, Lîbya, Sûrî, Îran, Iraq û hwd. Dema Lîbyayê qebûl kir xwe li gorî rewşa nû bi rêkûpêk bike hebûna xwe dewam kir. Kengî Iraqê qebûl nekir, bi awayekî bibe êbret li xezeba serdema fînansê rast hat. Ji lewra divê ya nû bê avakirin. Bi tevahî xira nake. Nexasim welatên mîna Brezîlya, Tirkiye, Arjantîn, Çîn, Hindistan û Rûsya yên ku dewleta netewe li cem wan gelekî xurt e, dixwazin wan bi krîzan terbiye bikin û ji nû ve wan entegreyî sîstemê bikin.
Ji vê jî girîngtir, yek dewleta netewe ya stendart li pêşiya globalbûnê bi kûrahî asteng e. Globalbûn bi tîpa dewletên netewe yên xwedî unîteyên siyasî yên xwecihî razî nîne, bêtir bi tîpên dewletên qîma xwe bi desthilatiyeke girêdayî û çarçoveya xwe bi sînor tînin, razî ye. Dewletên di asta navîn de mezin in, dixwaze bi unîteyên xwecihî veguherîne. Globalbûna serdema fînansê û dewleta netewe wê demeke dirêj nakok bin. Di bunyeya wan de hêmanên antî-kapîtalîst ên bi sînor vê mecbûr dikin. Bi giştî dewleta klasîk û bêhtir jî kêmasiyên kûr ên dewleta netewe, dixwazin bi civaka sivîl ku di cewherê xwe de bi temamî civaka sivîl temsîl nake, bi sîstemeke tampon wan li dawiyê bihêlin û ji wan bibihurin. Civaka sivîl ji naveroka wê ya demokratîk tê kirin û ji bo nakokiya dewleta netewe kêm bikin, hewl didin lîberalîzmê bi kar bînin. Civaka sivîl ew qad e, ku şaristaniya klasîk û şaristaniya demokratîk xwe li ser li hev radikişînin. Demokratîkbûna civaka sivîl pirsgirêkeke prensîbwarî ye, û divê ji hev bê derxistin û yek ji wezîfeyên bingehîn ê siyaseta demokratîk e ku divê li ser xebat bê kirin.
Di serê mijar û pirsgirêkên serdema fînansê ji aliyê îdeolojîk ve anî rojevê de ev hene; şerê şaristaniyan, radîkalîzm, terorîzm, jinûve avakirina dewletê, globalîzm û bilindkirina nirxên mîna dîn. Teza şerê şaristaniyan ji du aliyan ve girîng e. Mirov dikare li bendê be ku hêza hegemon a sîstemê, şaristaniya endamê wê ye, ferz bike. Çawa ku tê gotin an jî hin derdor dibêjin, şaristaniya spî, Anglo-Sakson xirîstiyan nîne. Bi sosyalîzma reel xwestin şaristaniya sosyalîzmê biafirînin, lê vê nikarîbû ji modernîteya kapîtalîst bibihure û nikarîbûn taybetmendiyên bihurandinê jî nîşan bide, ji lewra jî ji nû ve bi ser sîstemê ve bû û vê rewşê kir ku krîzeke şaristaniyê ya mîna heyî xuya dike, li dawiyê were hiştin. Ji ber ku şerê di nava herdu blokan de şerê di navbera du şaristaniyan de nebû, herdu hêzên hegemonîk heman modernîte temsîl dikirin û ev yek bi jihevdeketina YKSS û kapîtalîstbûyîna Çînê derket holê.”
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)
https://www.nuceciwan45.com/ku/2020/04/11/nirxandin-serdema-finanse-fermandar-pere-1/