Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Tevî ku ji qada dinya Îslamê re tê gotin qadeke şaristaniya kevn e, û statuya wê ya milletgiriya herêmî û her weha nakokiyên wê bi Îsraîlê re pirsgirêka şaristaniyan xistiye rojevê. Rojhilata Naverast di hersê serdemên kapîtalîzmê de jî bi ti awayî bi sîstemê re yekpare nabe. Dewleta netewe bihêlin ku çareseriyê bîne, berevajî pirsgirêkan asê dike. Ji ber ku milletgiriya dînî hem li Erebistana Suûdî, hem jî li Îrana Şîî tê mezinkirin û ji ber ku şîddet bi tevahî dijwariya xwe li ser kar tê hiştin û ji ber bandorên mayînde yên pirsgirêka Îsraîl-Filistînê, guftûgoyên li ser şaristaniyê pirralî dibin. Ev aliyê pirsgirêkê yê di nava şaristaniyê bi xwe de ye. Aliyê din jî daxwazên gelên herêmê bû ku dixwestin hebûna civakên xwe yên mozaîk, nasnameyên xwe yên çandî biparêzin, xwe ji dewleta faşîst a despotîk û aloziya dewleta netewe xilas bikin. Ji awirekî din mirov dikare bibêje ev şerê di navbera şaristaniya demokratîk û şaristaniya despotîk a klasîk de li herêmê xwe nîşan dide. Wexta ku mirov ji vî awirî ve meseleya av û petrolê jî bibîne, eşkere ye ku mirov dikare li Rojhilata Naverast behsa pirsgirêkeke ciddî ya di navbera şaristaniyan de bike.
Radîkalîzm, di cewherê xwe de li dijî globalbûna serdema fînansê nerazîbûneke dewletgir a netewe ye. Gavavêtinên îdeolojîk-polîtîk in, armanca wan ew e ku bi rengên dînî û nijadî dewleta netewe zêdetir di nava xwe de be. Di her qadê de mînakên wê hene. Yên weke Îslam, Xirîstiyanî, Hindû û dînên anîmîst yên Efrîkayê, dîn û hêmanên rastgir yên milletgir û nijadtperest ên di nav her dewleta netewe de hene , bazkê din ê radîkal pêk tînin.. Mînak hene gelek caran herdu alî digihîjin hevdu. Li dijî globalbûnê şêweyê paşverû yê xwecihtiyê temsîl dikin. Li aliyê din, li dijî globalbûnê ekolên demokratîk, çandî û femînîst ên xwecihî û çepgirên nû, nexasim bi kêmanî be jî li platformên mîna Forma Sosyal a Dinyayê têne cem hev û dikarin hêza xwe ji bo guftûgokirina şaristaniya demokratîk nîşan bidin. Bi îhtîmaleke mezin terorîzm tevgereke provakatîf a sîstemê ye. Gelek îşaretên bi hêz hene ku ji bo rewakirina desthilatdariya serdema fînansê bahaneyên bi vî rengî bi zanebûn têne afirandin. Mînak El Qaîde hînê jî xisleta xwe ya mîna sirrê dewam dike. Serdema fînansê bi xwe xwediyê xisletên bi hêz ên terorîstî ye.
Têkiliyên civakî yên pere wan xira dike, bi serê xwe pirsgirêkeke mezin a terorîzmê ye. Ti teror bi qasî hegemonya pereyan nikare civakê ji kokên wê yên kûr, dûr bixîne û bi tesîr bibe. Pirraniya xebatên sîstem dike, ji bo ku hebûna xwe di tevahiya qadên ekonomîk, civakî û siyasî de ava bike û dewam bike, di çarçoveya terorê de ne ku di dîrokê de mînakên wê kêm hatine dîtin.. Dixwaze terora mezin bi hêmanên provakatîv veşêre. Bi destxistina pereyan ji pereyan li derveyî ekonomiya reel bi giranî pêk hatiye û ev yek bi destê xasûk û bi hêz ê di dîrokê de tîmî derketiye pêşberî me, hatiye kirin û ev destê behsa wî tê kirin xwe kiriye sîstem û li ser serê civakê rûniştiye. Diziyên Çil Heramiyan ji mîlyarê yekê diziyên yekdestdarên serdema fînansê nake. Diziyên evçend berfireh bi temamî di sîstemên terorê de dikarin bêne kirin. Di vê çarçoveyê de diyardeya bi navê serdema ragihandinê bi tenê ji bo veşartina terora fînansê hewce bû. Belkî jî bi vê armancê têgîna em jêre terora medyayê dibêjin, bibe xwedî mane. Kurtûkurmancî, sîstem bi xwe di dîrokê de terorîstê herî mezin e ku hatiye dinyayê û siberojê dîsa wê yê herî mezin be.
Mezinkirin û bilindkirina dîn di çarçoveya piştperdekirin û sergirtina mêtingeriyê de dikare maneyek xwe hebe. Şêwazê mêtinkariyê ji bo xwe baş rewa bike hewcedariya wê bi dîn heye. Di çarçoveya pêdiviyên civakî de li derveyî hilberandina berê hatibû hiştin û ev pêvajo bi serdema fînansê gihişt asta herî jor. Bi awayekî girseyî bê kar hene. Bi zanistê zehmet e ku bê ravekirin, ji ber ku ev rewş ne yên qebûlkirinê ne, dîn dikare rewşê nerm bike û bide qebûlkirin û ya dibe jî ev bi xwe ye. Zordestiya behsa wê tê kirin, çanda dîn bi xwe di binê vê zordestiyê de nîne; bûyera divê em nav lê bikin ew e ku ji nû ve dîn çêdibe. Wexta ku dibe muhafezekar ya her serdem dike muhafezekariya îdeolojîk e. Bi vî awayî civak, bi xelekên mîna kurtêlên ekonomîk, bi civaka kerî, bi şerên şaristaniyê, bi terorê û bi muhafezekariya dînî hişkehişk tê girêdan. Kengî bi qefesa hesinî û gelekî binçavkirinan civak neyê kontrolkirin, hêmanên îdeolojîk ên bi vî rengî bi ser ên berê ve têne kirin û wan dixin dewreyê.
Bi qasî ku xuya dike serdema herî bi hêz a kapîtalîzmê serdema fînansê tevî xisletên xwe hemûyan hilweşînê îfade dike. Wer xuya dike ku potansiyela ji bo dewamkirina sîstemê qedandiye. Serdemek çiqasî pûç bibe, ewqasî hewcedariya xwe bi muhafezekariyê his dike. Ev hêza hewcedariyê nîne, ev bêhêzbûnê îfade dike. Hilberandin xebata bingehîn a mirov û civaka wî ye ku bêyî nikare bijî û debara xwe bike. Serdema fînansê jî serdemeke welê ye, mikur tê ku di vê serdemê de debara mirov nabe. Sîstemek e ku nikare hilberîne, ew sîstemeke bêkar e. Ya em dibînin jî ev e. Sîstemek evçend bi xebat û hilberandinê re nakok e, ji bo karibe bijî bi tenê rêyeke wê heye, ew jî teror e ku vê têgînê jî têra xwe berevajî dike û bi provakasyonan dimeşîne.
Di serê salên 1980’î de Reagan û Thatcher ên li serê du hêzên hegemon ên sîstemê DYE û Ingilîstanê bi êrîşên terorê yên li Nikaragua û Falklandê pêla terorê rakirin. Du desthilatdariyên darbekar ên Pakistan û Tirkiyê jî alîkarên wan ên herî nêz bûn. Emerîka Latîn bi tevahî hatibû terorîzekirin. Bi pêşbaziya sîlehçêkirinê, şerê stêrkan dewam kiriye û di encamê de Rûsya ji hêzeke hegemonîk daketiye xwarê. Li Çînê reformên Deng Siao Ping tawîz bûn, dabûn sîstemê. Tawîzên bi şerê rizgariya neteweyî û dewleta refahê hatibûn bi destxistin jî bi dawî kirin û bahoza terorê ya serdema fînansê li her qadê rakirin. Clinton ev yek hînê nerm lê bi polîtîkayên hînê bi tesîr meşand.
Rojhilata Naverast mabû ku bi temamî nehatibû fetihkirin. Ew jî veguherandin girêkeke kor a pirsgirêkên çavkaniya xwe dîn, teror, radîkalîzm û şaristanî. Eger sîstem naxwaze paşve bikeve bi vî awayî yan jî bi awayekî din diviyabû fetha xwe temam bikira. Her weha pirsgirêka petrolê heye ku bi qasî jiyanê girîng e. Petrol yek ji wan sektoran e ku serdema fînansê herî zêde li ser wê prîm dike. Tespît kiribû ku bi qasî sedsaleke din hewcedariya sîstemê pê hebû. Pirsgirêka Ereb-Îsraîlê mîna şûrê Demokles li ser serê sîstemê dihêjiya. Îran a şîî jî hînê weke tehlûkeyeke mezin li cihê xwe bû.
Li herêmê kapasîteya mezin a probleman ji Ingilîstan û Franseyê mîras mabû. Ya rastî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li herêmê neqediyabû. Darbe, serhildan, şerê hundirî û gerîlla bi tevahî nîşaneyên vê rewşê bûn. Bi tenê ji bo zêdekirina probleman sînor bi cedwelan hatibûn xêzkirin. Mirov dikarîbû texmîn bike ku DYE ji ber van pirsgirêkan demeke dirêj li pey projeyekê bû. Şerê sar, YKSS, Emerîka Latîn û pirsgirêkên bi Ewrûpayê re nebûna wê ji zû ve neçar bibûya dest werde herêmê. Pirsgirêkên navbuhurî, bi temamî nebin jî di serê salên 1990’î de ji bo sîstemê hinekî bi serûber dibûn. Pirsgirêka Rojhilata Naverast jî her diçû kangren dibû û dewam dikir. Yan wê bi temamî destê xwe jê bikişanda yan jî wê bi temamî destwerdanayê. Eger dest jê bikişanda petrol û Îsraîl wê ji dest biçûna û wê şens bidiya Îranê ji bo bibe hêzeke hegemon. Jixwe Seddam hewesa wî hebû bibe Bismarckê Ereban.
Serdema bazirganiyê bi şerên mezin ên talanê hatibûme şandin. Serdema pîşesaziyê jî du şerên mezin ên cîhanê û jibilî şerên çînî yên navxweyî bi şerên rizgariya neteweyî têrûtijî derbas kiribû. Fînans kapîtal jî veguherî şerê desthilatdariyê yê tevahiya civakê bi civakê re. Yekdestdarê herî dawî yê şaristaniyê, eger bi tevahî Rojhilata Naverast ji dest bidaya, heye ku di binê kaosa avabûn û struktural de bimaya. Jixwe rewşa diqewimî jî nêzî vê bû. Êdî şensê sîstemê bi giranî li gorî bûyerên li herêmê biqewimiyana wê diyar bibûya. Ji ber vê, û ji ber şertên xweser, bûyerên diqewimîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû. Jixwe bûyerên piştre rûdidan ev yek piştrast dikirin.
Ez yeqîn dikim ku têkiliya stratejîk û krîtîk a vê pêvajoyê bi min re, di demên pêş de wê eşkere were fêhmkirin. Jixwe mijar her ku diçe zelal dibe. Min bihîst ku wexta lîderê bi tesîr ê Sûriyê Hafiz Esed bi lîderê bi tesîr ê DYE’yê Clinton re du caran hevdîtin pêk aniye, nîviyê rojeva wan der barê min de bûye. Hatibû fêhmkirin ku ez rewşê asê dikim. Di nava Projeya Rojhilata Naverast a Mezin de roleke stratejîk a demdirêj dane Kurdan. Di çareserkirina pirsgirêkên herêmê yên bi fînans kapîtalê re Kurd û Kurdistan wê weke beştê pê deriyê kelhê tê şikandin, bêne bikaranîn. Di hin dem û dewranan de Ermenî û yên weke wan Helen, Asûrî û heta Cihû, Ereb û Filistînî ji bo van armancan hatibûn bikaranîn. Hêzên statukoparêz, dewletgirên zêde netewe, yên li şûna ku pirsgirêkên sîstemê çareser bikin li pêşiya wê dibin asteng û dev ji hewesa xwe ya hegemonyadariya herêmê bernadin, heye ku bi çoyê kurd tesîr li wan bê kirin û ji hev bêne xistin.
Wer tê fêhmkirin ku ev pîlan ji salên 1970’î ve hatiye amadekirin, û ez jî weke hêmanekî li bendê nebûn, lê weke hêmanekî rewşê asê dike, ketim navê. Yan min ê guh bida gotinên wan û bi temamî bibûma eskerekî wan, yan jî ez ê bihatama avêtin aliyekî din. Ez xwediyê wê kesayetiyê nebûm ku bibim eskerê wan. Ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima ez ê pêşî bûm ku avêtin aliyekî û bi hêsanî ez ji pêşiya xwe derxistin. Şerê Cîhanê yê Yekemîn kengî milîtanekî Sirp welîtextê Awûsturyayê kuşt dest pê kiribû û hînê bi dijwarî wê dewam bikira. Lê weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê dewam bikira. Berevajî berê vê carê bi pîlana tevahiya hêzên rêxistinkirî yên sîstemê ez ê weke qurban bihatama hilbijartin. Rewş dişibin hev û dîrok xwe bi nûkirinê dubare dike. Ev jî têra xwe tesîr dike û balkêş e. Min di parêznameya xwe de ku ji doza min a li Dadgeha Îstînaf a Atînayê re şandibû, weha gotibû: ‘Xweda Zeûs û alîkara wî Xwedawend Athena, bi destdana hev a Hades û Ares , Prometheus li zinarên Kafkasyayê li zincîrê xistin û nîviyên mirovan ez jî mîna wî li zinarên Girava Îmraliyê zincîr kirim.’ Wer tê fêhmkirin ku ev nirxandin û şîroveya min jî hinekî kêm e.
Ji vê analîza min baş tê fêhmkirin ku xwedayekî rastî ez zincîr kirim. Ev çêlika piçûk a xwedê, di dehlîzên dîrokê de bi dizî hêdî hêdî mezin bû, dewlemend bû û bû xwedî pere, bi serdema kapîtalîzmê re jî derket ser rûyê erdê. Xwe wisa da qebûlkirin, bi tevahî xwedayên serdemên berê ji naverastê rabûn, tinebûn. Qral bi erdê re hatin kaşkirin û serê wan hatin jêkirin. Ji her demê zêdetir xwîn rijiya û mêtinkariyeke heta bi mûyê serê mirov hat ferzkirin. Ser û binê erdê qirêj kirin, giş tevlîhev kirin. Bi rastî mirov û li derveyî wî, bêhejmar ruhber tine kirin.
Xwedabûna pere, diyaredeyeke welê ye ku ji rastiya xwe xeternaktir e. Eger bi van rêzên nivîsê min karîbû ya ev sîstem xwe dispêriyê û li pey xwe dibe hinekî bînim ziman, ew diyardeya jêre bextewarî tê gotin belkî jî xelatek e ku bi tenê para min ketiye. Spînoza gotibû: ‘Mane azadî ye.’ Ez jî bawer dikim ku li derveyî vê, azadî nîne. Bi qasî fêhmkirinê azadbûn, ji bo jiyanê hêza min e. Xwedayê herî mezin ê serdema fînansê, tevî alîkar û xasûkên xwe hemûyan, ez bi zinarên Îmraliyê ve girêdam. Di berdêla vê de wê li serê çiyayên Zagros û Torosan, cihên ku textê tevahiya xweda û xwedawendên dîrokê bû, kesên ku meşaleya azadiyê ya ku êdî wê hîç venemire lê vêxistî, bibînin.
Apollon xwedayê parastin û rohniyê bû. Hinekî kêfa min jêre tê. Dionysos xwedayê eşq, gewzî û şerabê ye. Kêfa min hinekî ji çanda wî re jî tê. Ev herdu sûretên xwedayên kevin ên bi koka Zagros-Toros in ku derbasî Anatolyayê bûne. Eşkere ye ku nasnameya gelan a ji hezarê salan tê îfade dikin. Rohnî û gewzî îfadeyên herî xweş ên jiyanê ne. Du xwedayên qedîm ên herêma me Gudea û Ellah jî ez li ser wan diponijim û hewl didim ji hev derxim. Ez dixwazim hîn bibim ka çima gelên me li hemberî Ellahpere bê rohnî û parastin û di nav êş û xwînê de hiştine û bi vê rewşê razî bûne. Ez gelekî kêfxweş im ku weke gedeyekî bengî yê herêmê, min gelên me ji bextê xwedayê pereyan ê kor, hîlekar û qelpezan re neterikandine. Ez timî bawer dikim ku dostên min û civaka pêk tînin wê bi min re heta hetayê bextewar bimînin.”
*** DAWÎ ***
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)
https://www.nuceciwan45.com/ku/2020/04/11/nirxandin-serdema-finanse-fermandar-pere-1/
https://www.nuceciwan45.com/ku/2020/04/12/nirxandin-serdema-finanse-fermandar-pere-2/