NAVENDA NÛÇEYAN
“Yadê tu hem ji min re dibêjî Egîd û hem jî dibêjî li malê rûne, ma ne eybe Egîd li malê rûn in.” Diya Egîd Îpek (Kemal Berxwedan), Halîse Aksoy.
Xalîse wisa qala Egîdê xwe, Egîdê me dike. Ew dayika egîdan e, dayikeke kezebpola ye. Di vî şerê man û nemanê de dayikên me nîşan dan ku ewçend xwedî ceger in. Ya rastî, ez nikarim xwe bixim şûna wan û li hêza wan serwext bibim. Ez gelek caran dibêjim, û dîsa bibêjim, ez ê ti carî nikaribim jin-dayikekê fêhm bikim. Ez qebûl dikim ku em li gorî wan kêm in. Tişta bû sedem ez vê gotarê binivîsim ev nîne. Di çapemeniyê de ji her kesî xuya ye, dewleta Tirk a çete, înkarker, qirker û dijminê sondxwarî yê gelan û Kurdan hestiyên Egîd bi postê ji malbata wî re şandiye. Bêguman ev hovîtiyeke mezin e. Lê mîna hovîtiyeke beriya wê hîç nebûye dîtin û wisa qalkirin mirov difikirîne. Ma ne ev dewlet e ku mirovên me bi panzeran ve girêda û kişand, serê gerîlayên Kurd jê kir; bedena wan qetqetî kir; mirovên me xist bîrên asîtê û şewitand; bi panzeran di ser bedenê mirovên me re çû, mirovên me di bodroman de şewitandin, çi ferdî û komî mirovên me li deşt û baniyan bi awayên herî hovane kuşt, xwest û dixwaze qira wan bîne. Awayê me yê îfadeyê hinekî jî bîrbirin û serwextiya me ya li dijmin îfade dike. Em xwe çiqasî nas bikin em ê dijminê xwe jî nas bikin. Kengî me xwe nas kir, em ê cudahiya di navbera xwe û wî de bibînin. Ev yek wê bike ku em û wî em ê ji hev re xerîb bin. Na eger em ne xerîbê hev bin, ya Star ! em ê bibin tiştekî hev. Ew wext jî em ê êdî ne em bin.
Kesê-a li hemberî dijmin xwedî rik û kîn nebe; ev kîn û rikê nesilîne dil û hinavê xwe; nikaribe wê her tim di nava xwe de hilgire, wê nikaribe li ber dijmin rabe. Nabe ku tu rojekê dijminê xwe pirr hov bibînî û roja din sist bibî. Nabe ku rojekê were bîra te û roja din ji bîr bikî. Eger wilo be, em ê bifikirin ku dijmin bi temamî dijmin nayê dîtin; hêvî û bendewarî ji dijmin hene. Hemin li dijî dijmin siyaset jî tê kirin ku çawa dijmin jî li dijî te siyasetê dike. Yanî tenê bi hestên bi ber bayê dikevin, rojekê hil dibin roja din dadikevin; ne encamgir û hişk, têkoşîn û berxwedan nabe. Şik tê de nîne ku di van haletên rûhiye de bandora asîmîlasyonê heye. Hinek vê bi kurdîaxaftin û nekurdîaxaftinê rave dikin, bi ya min şiroveyeke kêm e, û di cih de nîne. Hemin Kurd divê bi zimanê xwe biaxivin, bi çanda xwe rabin û rûn in; lê em dibînin hinekên baş bi zimanê xwe diaxivin û li cem dijmin cih digirin hene; dîsa yên dê û bavê wan kurdî hînî wan nekirine jî çawa bi dijwarî li dijî dijmin li ber xwe didin. Kurd û kurdistanî doza nasnameya xwe û jiyaneke demokratîk dikin. Kesên kurdî ji dê û bavê xwe hîn bûne û li xwe tiştek zêde nekirine; bi ya min di bin bandora asîmîlasyonê de ne. Gelek caran helwestên wan ên qaşo ji bo ziman jî li şûna bi kêra kurdî bên, berevajî zirarê didin. Di vê rojgarê de asîmîlasyona di warê serwextî û zêhnî de bandora wê ji ya di warê ziman de zêdetir e. Hûn dibînin em qala du seriyan dikin, ya rast ew e, ev herdu serî bigihîjin hev. Li aliyekî kesayetên ji dê û bavê xwe hîn bûyî hene – ku kêm kes ji nava wan li xwe zêde dikin – û li aliyê din jî kesên di warê çandî û ziman de ji dê û bavê xwe zêde tiştek negirtine, lê di warê tolhildanê de bi rik û berxwedêr hene.
Li cem Egîd ev herdu hene. Ji ber vê jî Egîd egîdê me ye. Ji vê ye, Egîd şîrîn e.
Li aliyê din, mijara Mistefa Salimî yê ji Rojhilatê Kurdistanê heye. Ji destê rejîma Îranê ya paşverû reviya û xwe avêt Başûrê Kurdistanê. Lê rabûn Mistefa girtin û radestî Îranê kirin. Îranê jî ew çawa girt bir sêdarê û darve kir. Hûn dibînin li Kurdistanê çawa di zikhev de dîroka kambax xwe dubare dike. De culheta kê heye navekî li vê rewşê bike. De wijdanê çawa li xwe mikur bên. Gelo Îranê bi postê ji wan re çi bişîne? Ez ji bo Egîdan xemgîn nînim. Ez xemgînim, em ê weke Kurd çawa xwe li vê bêbextiyê ragirin. Gelo em mehkûm in bi vê re bijîn ? Bila hinek aqilmendok ranebin vê bi hinek siyasetên xwe yên qirêj û kawik rave nekin. Aqil, hest, bîr û baweriyên nekevin xizmeta Kurd û Kurdistaniyan me navê. Tenê me xetek qebûl e, ew jî xeta Egîdan e. Me tenê siyasetek divê siyaseta bi zîrekî û serwextiya Egîdan e. Wekî din me ti fisekiyeke din ne qebûl e.
Rêşad Sorgul
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎK