NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên 11’ê Nîsanê yên li navçeya Şêrawa ya Efrînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyeke taybet û çalakiyeke sabotajê hatine lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê di çalakiyan de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Her wiha 2 wesayitên doçka li ser û wesayiteke leşkerî hatin rûxndin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev her du çalakî ji bo tolhildana 3 hevalên me (Egît Şerqiya, Ferman Bilbilê, Xabûr Efrîn) yên ku di êrîşa 10’ê Nîsanê ya li ser navçeya Şêrawa de gihîştibûn şehadetê, hatine lidarxistin.
Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, qadên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin. Di van topbaranan de welatiyekî sivîl birîndar bû.”