NAVENDA NÛÇEYAN- Ji ber pandemîya Kovîd 19ê di hemû cihanê de gelek mirov di malê de asê man. Ciwanên ku xwestin di vê pêvajoyê de bo Kurdî hin gavan biavêjin, bi navê Fêrgeha Kurdî xebatek da destpêkirin.
Di vê xebatê de ji bo kesên ku qet Kurmancî nizanin an jî dixwazin Kurdîya xwe bi pêş bixin dê vîdeoyên hînkirinê werin parvekirin. Rojên duşem, sêşem û çarşemê bi saeta Amedê saet 19.00an de vîdeoyên dersê werin barkirin û her wiha di pêşerojê de li ser Youtube û medyayên civakî yên din de amadehîyên weşanên online dê bên kirin.
Mamoste Gulistan ku dê dersên Kurmancî bide der barê xebatên xwe de pirsên me bersivandin.
Di pêşî de tu dikarî ji me re hinek qala xwe bikî?
Navê min Gulistan Surgut e. Min li Zaningeha Teknîkî ya Stenbolê endezyarîya petrol û gaza xwezayî qedand. Dema ez xwendekar bûm min ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê perwerdehîya Zimanê Kurdî wergirt. 2 salên dawîn li wê derê bi dilxwazî mamostetî dikim. Di heman demê de wergerên Kurdî-Îngilîzî, Kurdî-Tirkî dikim.
Di vê pêvajoyê de fikreke wisa çawa derket?
Bi sed salan ve li ser Zimanê Kurdî birêkûpêk polîtîkaya astengkirin û pişaftinê dihê meşandin. Ev yek nehişt ku Zimanê Kurdî xwedîyê statuyeke fermî be û perçeyekî jiyana rojane be. Tenê hin kesên ku xwedan derfet in an jî bi şiklekî çûne sazîyên zimanê Kurdî, îro dikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Kesên ku nikarin xwe bigihînin van sazîyan an jî derfetên wan tune ne ji axaftina zimanê xwe yê dayîkê bêpar man. Fêrgeha Kurdî jî ji bo vê kêmasîyê çareser bike derket holê.
Hûn dixwazin bi vê xebatê xwe bigihînin kê?
Di pêşî de me ji bo Kurdên ku dixwazin xwendin û nivîsandina xwe bi pêş bixin, piştre jî hemû mirovên ku dixwazin hînî Zimanê Kurdî bibin lê derfetên wan tune ne dest bi vê xebatê kir. Waneyên me dê ji alfabeya Kurdî dest pê bikin û heta astên bilindtir berdewam bikin.
Di vê xebatê de armanca we çi ye?
Em dixwazin bi vê xebatê kî bixwaze bila ji mala xwe bi hêsanî karibe hînî Kurmancî bibe. Em dixwazin di vê çaxa teknolojîyê de ji bo hinbûna zimên,bi rê û rêbazên nû ve bibin bersivek. Bila zimanê Kurdî ne tenê di nava odeyekê de were hînkirin, li ku derfetek hebe bila Kurdî li wir be. Em bi vê xebatê dixwazin di hemû qadan de Kurdî bi pêş bixin û bigihînin gel.
Di qanala we de tenê hînkirina zimên be an xebatên we yên din jî hene?
Helbet hene. Ne tenê li ser zimên her wiha em dixwazin li ser çand û dîroka Kurdan jî waneyan çêkin û di demeke nêz de bi temaşevanên xwe re parve bikin. Dîsa di pêşerojê de carinan em dixwazin weşanên zindî bikin û bi beşdarvanan re axaftinên zindî pêk biînin.
Ji bo xwendevanên me gotineke te ya dawîn heye?
Ez dixwazim bibêjim Ziman bi tena serê xwe ji bo neteweyekê xala herî girîng e. Divê gelê Kurd di hemû qadên jîyanê de bi Kurdî biaxive. Divê ev yek neye jibîrkirin, heke zimanek were axaftin,nivîsandin û derbasî nifşên nû bibe ew ziman dibe zimanekî nemir û zindî dimîne. Werin em bi hev re vî zimanî bigihînin nifşên nû.
Ji ber ku di Tora Civakî de Fêrgeha Kurdî bişopînin;
Twitter: https://twitter.com/fergehakurdi
Youtube: https://www.youtube.com/channel/UC3_rTrOGBa6h5VXIRAtRgmw?view_as=subscriber