NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku di encama şerê li herêma Sidada û Ebû Qerîn ên Misratayê de, 83 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Odeya Operasyonên Keramayê, ragihand ku duh di encama şerê navbera wan û çeteyên dewleta Tirk de, 83 çete hatin kuştin û 102 jî birîndar bûn.
Rêveberê perspektîva manewî ya Artêşa Lîbî Xalid Mehcûb diyar kir ku di nava kuştiyan de, femandarekî çeteyên Wîfaqê bi navê Mihemed Hemed Manêta hebû.
Di heman demê, artêşê deriyê Bû Qerîn ê Rojavayî yê başûrê Misratayê kontrol kir û piştî revîna çeteyan, jimareke mezin a çek, cebilxane û alavên leşkerî bi dest xist.
Herwiha li gorî berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî çete, embulans, karwanên bijîşkî û xwarinê dikin armanc.
Ehmed El-Mismarî da zanîn ku Erdogan hîna çeteyên xwe dişîne Lîbyayê.
Ehmed El-Mismarî diyarkir ku bê ku testa Koronayê were çêkirin, hezar û 500 çeteyên ji Sûriyeyê ji bo Terablusê hatin rêkirin.