IDLIB – Dewleta tirk a dagirker û Rûsya piştî gelek leşkeran ji hev kuştin li ser esasê dewriyeya li Idlibê lihev kiribûn. Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê di çarçoveya hevpeymana Moskovê de bi rê ve diçû, lê Idlibiyan û çeteyên di bin kontrola dewleta tirk a dagirker de (HTŞ) li dijî wan dewriyeya derketin û protesto kirin. Polîs û leşkerên tirk êrîş bir ser Idlibiyan û çeteyên di nava wan de.
Di dîmenan de şêniyên Idlibê li ser rêya M4 ku di navbera bajarên Heleb û Laziqiyê de ye, li dijî dewriyeya hevbeş a Tirkiye-Rûsyayê protesto kir. Tê zanîn ku Rûsya û Tirkiye li ser esasê hevpeymana Moskovê ya ku di 5’ê Adara derbasbûyî de hate mohrkirin, dewriyeyan bi rê ve dibin.
Ji nîvê meha Adara derbasbûyî ve bi sedan şêniyên Idlibê li ser rêya navneteweyî ya gundê Ternebê protesto dikin, ji ber vê yekê dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê ji beriya mehekê ve hatibûn sekinandin.
TC polisi, M4 yolundaki Neirab kasabası yakınlarındaki göstericilerin eylemine saldırdı. pic.twitter.com/BXarP1qWzH
— Ernesto Dep☀️ (@zagrosrojhilat) 13. April 2020
ÇETEYÊN HTŞ BI ÇEKÊN XWE HEWL DA MUDAXALEYA POLÎS Û LEŞKERÊN TIRK BIDE SEKINANDIN
Çeteyên HTŞ yên girêdayî Tirkiyeyê bi çekên xwe li pêşiya polîsan sekinin û ji mudaxaleyê re bûn barîkat.