Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
“Di dîrokê de û di roja me ya îro de têgîna dewletê têgîna herî hatiye bi karanîn e. Lê dîsa têgîna herî kêm tê naskirin û binavkirin e. Têgînek e ku di nava tariyên kûr de maye. Der barê dewletê de cehalet û nezanîneke mezin heye. Bi qasî ku mirov dîrokê û roja me ya îro ji hev derxîne, dîsa ji bo rewşa civaka bi krîz li dawiyê bihêle, divê têgîna dewletê rast bi nav û şîrove bike. Ya herî xeternak jî ew e ku yên xwe dewlet dizanin amûra lê suwarbûne nizanin çi cure ye, û yên li derve wê jî mane ango yên li pey wê diçin dewletê şaş bi nav dikin, nexasim sosyalîzma pêkhatî di vî warî de felaketeke mezin bû. Wexta rewş ev be, diyaloga di vî warî de dişibe ya kerr û koran. Yan jî dişibe arîşeya piştî ku Birca Babîlê ya bi ser komên bi heftêûdu zimanan dipeyivîn de ketî. Parabêhtir mirov dewletê weke qadekê difikirin ku lê pirsgirêk têne çareserkirin. Bûyîna di nava dewletê de bi rizgarbûna ji tevahiya pirsgirêkan re yek tişt tê dîtin. Jixwe gavek ji vê jî wêdetir dewlet weke dewlet-xweda tê tesewirkirin.
Têgihiştineke hûrûkûr a sosyolojîk nîşan dide ku tevahiya dîroka şaristaniyê xwedayetî û dewletdarî di zikhev de pêşketine. Fonksiyona rahib a di dewletbûyînê de sedema bingehîn a di zikhevdebûna dewlet-xwedê de ye. Wexta rahiban dewlet ava kir, nexasim panteona xwedayan a di nasnameya perestgehên Sumeran de weke hêmaneke îdeolojîk cih girt, ji sedî sed weke maskeya îdeolojîk a rêveberên siyasî hat bikaranîn. Gaveke pêş a qral-rahib qral-xwedê ye. Heta bi împaratoriya Romayê têgînên qral-xwedê yan jî împarator ên bi koka xwe ji perestgehên Sumeran hatin bikaranîn. Dînên Brahîmî ev têgîn weke xwedêpêxember yan jî xwedê-qasid bi karanîn û bi vî awayî xwestin hinekî fîgurên insanî tevlî bikin. Di vê yekê de bi serketine.
Rewşeke balkêş, di mîtolojiya Yewnan de (versiyona sêyemîn a ji Sumeran hatiye girtin) cihêkirina ji hev a mirovtî û xwedayetiyê ye. Hesiodos bi asta têgihiştina xwe panteon çêkir û weke ku têkilîdanîna wê bi mirov re qedexe kiribe, xuya dike. Bi israr têkiliya xweda-xwedawendan weke kastekê tê hiştin. Kasta li cem Brahmanên Hindî hişktir e, mîna pêjneke pirnisî ya qralxwedayan e. İnsanbûyîna xwedê, têkilîdanîna bi wî re bi hêsanî qebûl nakin.
Eger em bi zimanê zanistê bibêjin; di asta îdeolojîk de (di mîtolojî û dînan de eşkere, di felsefeyê de jî hinekî) xwe nadin ber ku qebûl bikin dewlet ji alî mirov ve hatiye avakirin. Hewl didin, dewletê qat bi qat piştperde bikin, dixwazin wê di rewşeke îlahî de bihêlin û bi vî awayî wê bi baweriyeke hişk û mezin biparêzin. Ji lewra têgînên weke dewlet mezin e, pîroz e, amûra bingehîn a rizgariyê ye, û hwd. koka xwe ji rahibên Sumeran ên pêşî dewlet avakirin, digire. Di malzaroka perestgehê de hatiye avakirin ku min berê hewl dabû bi awayekî berfireh analîz bikim.Eger em di çarçoveya ravekirina li jor de dewleta netewe ya Hegel bi Napolyon dayî destpêkirin û weke ‘daketina xwedê ya rûyê erdê’ destnîşan kir û dîsa di şexsê Napolyon de ew weke ‘meşa xwedê’ sembolîze kir, bibînin, em ê karibin gelekî jê hîn bibin. Dewleta netewe, şêweyê herî dawî yê dewleta xwedê ye. Di heman demê de şêweyê herî bi tehlûke yê dewletê ye.
Şîroveya zanistî sosyolojîk jî hînê nû hewl dide vê kulmoza têkiliyan (dewletê) bi nav bike. Ez yek ji wezîfeyên xwe yên bingehîn dizanim ku vê mijara demeke dirêj li ser wê diponijim, bi guftûgokirinê parve bikim. Ez hêvî dikim ku zêhnê mirov rohnî bike. Eger mirov dewletê di çarçoveya deshilatdariyê de bi nav bike, heye ku bibe destpêkeke baş. Mirov dikare ji tevahiya şêweyên desthilatdariyê yên bûne huqûqî re bibêje, dewlet e. Desthilatdariya di nava yekparebûna saziyên bi rêzikan diyarkirî û çarçoveya wan danî de xurt bûye, ji aliyê huqûqî ve dewletê baş rave dike. Lê dîsa jî têrê nake. Ji ber ku naverokê rave dikin û bi şêwe temam dikin, dîsa ji ber ku berfirehî û şêwe bi hev re digirin dest, hînê perspektîfeke temamkertir pêşkêş dike. Em kengî vê helwestê bi pêşketina dîrokî-civakî re bigihînin hev, em dikarin xwe bigihînin mane û vegotineke giranbuha û berfireh a binavkirinê. Haya min ji gelek binavkirinên dewletê heye. Dubarekirina klîşeyên demeke dirêj hem di kampa sosyalîst, hem jî di ya lîberal de hatine jiberkirin hînker nîne. Beriya her tiştî divê ez diyar bikim ka dewlet çi nîne.
a-Bêdengkirin an jî di tewazunekê (Status) de hiştina şerê çînî nîne. Weke amûrekî zextê yê çînî tê binavkirin û ev yek weke aliyê wê yê zêdetir derdikeve pêş tê nîşandan, lê ev têgîn pêşde nabe.
b-Rakirina ji holê ya rewşa kaosê nîne. Îdeayên wê yên der barê ewlekarî û nîzamê de ji rastiyê dûr in.
c-Qada çareserkirina pirsgirêk û hedefan hîç nîne. Berevajî platformek e ku pirsgirêkan dike kangren, dixe krîzê û wan dewam dike.
d-Têkiliya wê ya bi pîroztî û xwedatiyan re bi tenê mîtolojîk û îdeolojîk e. e-Weke hêza rêveber û pêkhêner a çand, dîn û netewe ti tiştî îfade nake.
Em van xalan hînê dikarin gelekî zêde bikin û bi giranî tevahiya wan propaganda ne. Dewlet bi rewşên behsa wan têne kirin mijûl dibe. Lê dîrok nîşan dide ku bi tevahî dewletan naverast kiriye selexane, asîmîle kirine, civakên kesland afirandine û mirov kirine ehmeqê eqlê spekulatîf. Ji van û wêdetir jî ti rola bingehîn pêk neanîne. Ez pozîsyona dewletê ya di rêveberina civakê de înkar nakim. Ez weke anarşîstan binavkirina dewletê û şêweyê bê dewletbûnê, manedar û awayekî bi cihanînê nabînim. Mîna sosyalîstan, rastiya wan a derketiye holê ew e ku bi pratîka xwe ya sedûpêncî salî bi ser neketine. Gelek rastî gotine, lê ev yek çewtiya wan a bingehîn ji holê ranake. Gotina lîberalan a dibêjin ‘herî kêm dewlet’ ji aliyekî ve manedartir e. Haya wan jê heye ku dewlet yekdestdariyeke ekonomîk e, xwe ferz dike. Lê ji ber ku bi heraret tînin ziman ku kapîtalîzm ekonomiya herî berdar e, eşkere dibe ku ew derewkerên mezin in, û bi tevahî binavkirinên wan ên dewletê tewş in.
Di çarçoveya maneyeke teng de mirov dewletê weke yekdestdariyeke ekonomîk a li ser berhem-nirxê zêde avabûyî bi nav bike zêdetir raveker e. Dewlet ji bo berhem-nirxê zêde ji civakê vedize, ji amûrên îdeolojîk bigire heta amûrên zorê xwe li ser civakê mîna avahiyeke jor weke yekdestekî bi rêxistin dike. Eger em di çarçoveya vê maneya teng de li dewletê binêrin, li gorî analîzên dawî, polîtîkzanî û siyaseta dewletê koordînasyoneke hunerê rêveberiyê ye ku pê berhem-nirxê zêde bi dest xwe ve tîne. Eger em bi formulasyoneke hişkeber îfade bikin, em ê welê bibêjin; DEWLET = BERHEM-NIRXÊ ZÊDE + AMÛRÊN ÎDEOLOJÎK + AMÛRÊN ZORÊ + HUNERÊ RÊVEBERIYÊ. Em dema dewletê di nava tevahiya pêşketina wê ya dîrokê de bigirin dest, em ê bibînin ku ev hêman hemû li ser kar in. Ji bilî van hêmanan an jî faktoran ne weke yekparetiyê, ne jî yek bi yek amûrbûnê mîna dewletê binavkirin, dikare derfetê bide ji bo guloka têkiliyan a bi navê dewletê ji hev derxîne.
1-Gotina dewlet desteserkirina berhemê zêde ye, rast e, lê binavkirineke gelekî kêm e.
2-Ji aliyê îdeolojîk ve bi awayekî xwedayetî, pîroztî yan jî weke siya xwedê ya li rûyê erdê (zîllûlah) û şêwegirtina wî bi awayekî berçav nîşan dan, ji kiras lêkirina îdeolojîk a li her cure zordariyê wêdetir, ti encamê nade.
3-Mirov dikare ji dewletê re bibêje zordarî ye, lê ev gotin hêmanên din di nava xwe de nahewîne, ji lewra pêşhukmekî exlaqî ye ku qîmeta wê ya zanistî gelekî kêm e.
4-Têgihiştina ku dewletê weke hunerê rêveberiyê şîrove dike, herî kêm bi qasî şîroveyên exlaqî hêmanên din ên dest ji wan nabe ji nedîtî ve tên, rûyê dewletê yê rastî vedişêrin û ji lewra jî şîroveyên bi tehlûke ne.
Bêguman her hêmanê hat diyarkirin di hebûna dewletê de cihekî xwe yê girîng heye, lê her yek ji wan bi serê xwe nabe ku weke dewletê bêne binavkirin. Şîroveyên di vî warî de têne kirin, hin ji wan hin hêmanên dewletê pêk tînin derdixin pêş û bi vî awayî yek ji ya din cihê dibe.
Mirov dikare dewletê di tevahiya dîrokê de li gorî dabeşbûnên wê tasnîf bike.
a-Li gorî çînên civakî yên ku berhem-nirxê zêde ji wan tê vedidizîn:
1-Dewleta Koledar: Şêweyekî dewletê ye ku mirov ne bi keda xwe bi tevahî hebûna xwe bi efendiyên xwe yên dewletdar û dewletê ve girêdayî ne, û bi nanozikê dixebitin. Şêweyê bingehîn ê mêtinkariya serdema pêşî yê şaristaniyê ye.
2-Dewleta Feodal: Şêweyek e ku koletî bi sînor hatiye nermkirin. Cihêtiya serf ji koleyê kevin mafê wî yê malbat avakirinê ye. Herçiqasî di pratîkê de bicihanîna wê zor be û bi gelek şertan ve hatibe girêdan jî ji ber ku derfet daye berhem-nirxê zêde şêweyekî dewletê ye, di şaristaniya serdema navîn de hatiye ceribandin.
3-Dewleta Kapîtalîst: Şêweyekî dewletê ye, xwe dispêre çîna civakî ya keda karker li keda bazarê weke mal difiroşe. Jêre şêwe gotin pirr li cih nîne, mirov jêre bêje beş an jî avahî duristir e. Dewleta serdema şaristaniya kapîtalîst e.
b-Şêwazekî din ê dabeşbûnê der barê hebûna etnîk a beşê rêveberan de ye:
1-Dewleta Rahib: Ji ber ku ji aliyê koma rahiban ve hatiye damezrandin bi vî navî tê hildan. Têgînên weke perestgeh, dewleta pîroz an jî dewleta xwedê di nava kategoriyê de cih digirin.
2-Dewleta Xanedan: Li gorî xanedanê di rêveberiya wê de cih digire tê binavkirin. Mirov dikare jêre bibêje dewleta ezbet û silaleyan e. Şêweyekî dewletê yê rêveberiyê ye ku di tevahiya serdemên şaristaniyê de û heta di nava dewletên roja me ya îro de jî gelekî bandora xwe heye. Dewletek e ku ji koma malbat an jî xanedanekî pêk tê.
3-Dewleta Qewm an jî Eşîrê: Dewleta di bin bandora qewman jî e şîrê de ye. Nexasim di serdema navîn de wexta têgihiştina qewm an jî eşîrê pêş dikeve xwe nîşan dide. Dewleta li cem dîn û qewmên weke Xiristiyan, Îslam, Cihû, Hind, Çîn û hwd. dikarin di nava vê de bêne binavkirin. Di vir de dîn bi rola qewmkirinê radibe.
4-Dewleta Neteweyî: Di bingehê wê de civakên netewebûyî hene. Di çarçoveya maneyeke teng de dewleta serdema nû ye. Ne bi tenê serdema kapîtalîst, serdema demokratîk jî wê dixe bingehê xwe yan jî ya rastî pêre di çarçoveya dewlet + demokrasiyê de li hev dike. Wexta herdu bi hev re dibin, ango rejîma dewlet + demokrasiyê bi hev re dimeşe jî mirov dikare jêre bibêje dewleta neteweyî. Ji dewleta netewe cihê ye. Ji ber ku di dewleta neteweyî de gelek netewe dikarin cih bigirin.
5-Dewleta Netewe: Di nava wê de neteweyekî bi tenê heye. Bi tevahî endamên netewe li ser hîmekî milletgiriya dînî xwe bi dewletê re yek dihesibînin. Weke dewlet û netewe bûbin yek. Şêweyê bingehîn ê dewleta şaristaniya kapîtalîst e. Dewleta faşîst di heman demê de ji dewleta netewe re dibêjin. Di demên li dijî şoreşan an jî rejîmên krîzê yên domdar de di kapîtalîzmê de reng digire. Mirov herduyan nikare ji hev bike.
c-Şêwazekî din ê dabeşbûnê jî di warê neqandin û tayînkirinê de ye, ango ji bav derbasî kur dibe yan jî bi zorê diçe serê rêveberiyê:
1-Dewleta Monarşîk: Kesek weke sembol rêveberiyê temsîl dike. Di vir de dewlet û rêveber dibin yek. Ev kes dikare monark, qral an jî împarator be. Dibe ku ji bav derbasî kur bibe yan jî dibe ku bi darê zorê rêveberiya monarşiyê dest biguhere. Di tevahiya serdemên şaristaniyê de ev hatiye dîtin. Ev yek di heman demê de qelsiya bisazîbûna dewletê nîşan dide.
2-Cumhûriyet: Koma sereke ya rêveberiyê bi hilbijartinê diçe ser kar. Kesek jî dikare were hilbijartin, hezar kes jî ev girîng nîne. Girîng be jî cewher naguherîne. Carnan cumhûriyet û demokrasî tê tevlîhevkirin. Ev şaşiyeke mezin û bi tehlûke ye. Cumhûriyet şêweyekî dewletê ye. Hilbijartin, ji bo rêveberiyên saziyên dewletê yên bi awayekî xurt hatine sazkirin, tê kirin. Naxwe weke rêveberiya gel ji bo demokrasiyê nayê kirin. Demokrasî sîstemeke pirr cihê ye. Şêweyekî rêveberiyê ye ku di şêwazê dewletê de nîne. Hemin saziyên demokrasiyê jî hene. Ji bo van saziyan jî hilbijartin tê kirin. Lê dewlet û demokrasî weke cewher ji hev cihê dibin. Marksîst jî di navê de bi tevahî entelektuelên ronakbîr ev rewş tevlîhev kirine. Li cem Lenîn jî tevlîhevkirin heye. Di navbera şaristaniyên fermî yên kakilê dewletê pêk tînin û rewşa demokrasiyê de cudahiyên xisletan heye.
Ji lewra girîng e ku mirov rêveberiya demokratîk û rêveberiya dewletê (li cem herduyan hilbijartin bibe nebe) tevlîhev neke. Jixwe dewlet weke esas rêûresmeke rêveberiyê ye. Rêveberiyeke sazîbûyî ye ku xwe disipêre hezar salan. Fonksiyona hilbijartinê di rêveberiyê de gelekî bi sînor e. Ya rastî, ya bi hilbijartinan dibe ew e ku KLÎKÊN YEKDESTDAR ÊN CURBICUR DI NAVA DEWLETÊ DE (klîka yekdestdar a cotkariyê, klîka yekdestdar a bazirganiyê, klîka fînansê yan jî îndustiriyê û hwd.) li gorî rewşa xwe ya hêzê yek serdestî ya din dibe. Kîjan klîk xurt be ew tê hilbijartin. Naxwe rewşek e ku bi navê demokrasiyê yan jî serketina demokrasiyê li naverastê tineye. Di her demokrasiyê de jî şert nîne ku her kes bi hilbijartineke mutleq were wezîfedarkirin.
Di demokrasiyê de kesên nehilbijartî jî dikarin di rêveberiyan de rol bigirin. Lê ya girîng ew e ku civaka demokratîk rêveberiya xwe bi navberên kurt, bi pêşketin û berdariyên cihê, bi afirînerî, mafan, azadiyan û wekheviyan pêk bîne, ji bo vê şens bide û bi hilbijartinan diyar bike.
d-Şêweyekî din ê dabeşkirinê li gorî komên nirxê zêde vedidizin e:
1-Dewleta Cotkar: Wexta ku ev dewlet cara pêşî hat damezrandin weke rêveberiyeke berhemê zêde yê cotkariyê desteser bike xwe bi rêxistin kir û ji lewra jî mirov fêhm dike ka çima bi vî navî hatiye hildan. Tevahiya dîrokê gelek dewlet an jî klîkên cotkar ên li gorî hêza xwe di nava dewletê de cih girtin mirov dikare wan weke dewleta cotkar bi nav bike.
2-Dewleta Bazirgan (Dewleta Merkantîlîst) : Dewletek e ku bi rêya rêxistiniya bazirganiyê berhem-nirxê zêde bi rêbaza vedizînê desteser dike. Mînak di dîrokê de dewletên Asûr û Fenîkeyê ji vî cureyê dewletê ne. Di roja me ya îro de hînê jî dewletên klîka wan a bazirganiyê bi hêz, hene.
3-Dewleta Fînansê: Dewleta xwe dispêre hêza pereyan. Ji bo vê em dikarin Swîsreyê mînak nîşan bidin. Ji vê jî girîngtir, ji ber ku serdema dawî ya global a kapîtalîzmê weke serdema fînansê jî tê qebûlkirin, mirov dikare bibêje; di roja me ya îro de klîka fînansê û yekdestdariya wê di nava tevahiya dewletan de bi hêz dibe û li ser rêveberiyê dibe xwedî hêzeke diyarker.
4-Dewleta Îndustriyê: Nexasim bi şoreşa îndustriyê re hilberîna îndustriyel di ekonomiyê de bi roleke sereke rabû û ji lewra gelek dewlet hene ku bi vê xisletê têne binavkirin. Di sedsala 19. de ji bo gelekan îdeal bû ku bibin dewleta îndustriyê. Ji ber ku îndustrîbûyîn û dewlemendbûyîn hemnav bûn. Tevahiya dewletên dihatin avakirin dixwestin demekê berî demekê bibin dewleteke îndustriyê. Ji lewra klîka dewletê ya herî bi hêz ji îndustrîvanan pêk dihat. Di sedsala 18. de bazirganên mezin (merkantîlîzm), di sedsala 19. de sanayîvan (îndustriyalîzm), ji sedsala 20. heta roja me ya îro bi giranî maliyevan (fînansvan) klîkên bingehîn ên yekdestdar in, di nava dewletê de hêlîna xwe çêkirine. Guloka têkiliyan a jêre dewlet tê gotin, ya esas ji aliyê van klîkan ve tê rêvebirin.
e-Şêweyekî dabeşkirinê yê balkêş heye. Binavkirinên sexte yên dewletê hene. Ev jî ji bo sergirtin û veşartina yekdestdarên dewletên kapîtalîst in ku bi rola amûrekî îdeolojîk ê sergirtin û veşartinê radibin. Bi van dewletên sexte dikin ku dewlet nabe êdî were binavkirin. Ev modelên qaşo dewletê ji avahiyên îdeolojîk pêk tên. Ji lewra mirov van modelan di ber çav re derbas bike, heye ku mirov ji wan hîn bibe. Ji ber ku atmosfera rojane bi van têgînan hatiye dagirkirin.
1-Dewleta Lîberal: Têgîna populer a îdeolojîk a ekonomîvan-polîtîkvanan e. Wergera vê; dewleta azad e, lê têgîna azadî û dewletê bi ti awayî li hev nakin, berevajî û dijberê hev in. Dewlet bi xwe tê maneya bisînorkirina azadiyan. Tevahiya dîrokê yek ji pirsgirêkên mezin parastina mafên kom û kesan li hemberî dewletê ye; ev têkoşîn di serê şerên huqûqî û siyasî yên bingehîn de hatiye. Her weha weke dewleta herî kêm li ekonomiyê mudaxele dike tê binavkirin. Lê ya rastî, dewlet tenê dikare bi yekdestdariya li ser aboriyê hebe. Ji lewra gotina ‘dewleta herî kêm mudaxele dike’ gotineke beredayî ye. Ev yek bi cewher û nasnameya dewletê re li hev nake. Belkî jî bi vê têgînê dixwazin pêşî li yekdestdarên ekonomiya kapîtalîst vekin, para wan zêde û pirr bikin.
2-Dewleta Sosyalîst: Ev têgîn nexasim di kampa sosyalîzma pêkhatî de gelekî tê bikaranîn herî kêm bi qasî têgîna dewleta lîberal beredayî ye. Beriya her tiştî divê em bibêjin; ti têkiliya sosyalîzmê bi dewletê re nîne. Dewlet herî kêm bi qasî demokrasiyê bi sosyalîzmê re jî li hev nake û dijhev in.
Gunehê herî mezin ê oportunîzmê ye ku dewleta ji tevahiya klîkên yekdastdar ên mezin ên ekonomîk ên dîrokî pêk hatî weke rejîma wekheviyê bi sosyalîzmê re tevlîhev kiriye. Diyardeya em behsa wê dikin weke ‘Sosyalîzma firewnan’ jî tê bi navkirin û di roja me ya îro de berdêla vê gotinê dewleta sosyalîst e. Ji ber ku bi awayekî eşkere şêweyekî dewleta kapîtalîzmê ye bi proto-faşîzmê re gelekî têkildar e: ji lewra di sosyalîzma pêkhatî de berdêla dewleta netewe (faşîzm) tê. Dewleta netewe hem karektera rastî ya lîberalîzmê û hem jî weke sosyalîzma pêkhatî (sosyalîzma dewletê) karektera rastî ya sosyalîzmê ye, ji lewra gelekî girîng e ku mirov têkiliya wê bi faşîzmê re (di çarçoveya otorîtarîzm û totalîtarîzmê de) binirxîne û bi vî awayî mirovê karibe ji vê gelekî hîn bibe. Mirov dewleta lîberal û civakî yan jî sosyalîst di riya ber bi faşîzmê de weke pro-faşîzmê binirxîne, mirovê karibe gelek tiştan jê hîn bibe.
Yên alîgirên sosyalîzmê ne, divê baş zanibin ku ne bi tenê ya rêûresma kapîtalîst a çarsed salî, saziya sereke ya vedizîna berhem-nirxê zêde a rêûresma şaristaniyê ya pênc hezar salî dewlet bi xwe ye, û bi destê dewletê avakirina sosyalîzmê, eger bi zanebûn bê parastin ev yek faşîzm e, bi nezanîn bûbin destikê vê, xeflet û xiyanet e. Ez hêvî dikim ku van mijaran di çarçoveya Sosyolojiya Azadiyê de guftûgo bikim.
3-Dewleta Faşîst: Têgînek e ku zêde maneya wê nîne. Di cewher de dewleta netewe û faşîzm dişibin hev. Entelektuelên xwe lîberal û sosyalîst dihesibînin, faşîzmê mîna îstîsnayekê û fena tiştekî li derveyî sîstema kapîtalîzmê bi nav dikin, ev yek bi rastî belengazî û perîşaniya wan e. Kapîtalîzm, dewlet û şaristaniyê weke dewleta netewe, ango her tim faşîzmê li ber derî digire û bi awayekî sîstematîk vê îfade dike. Faşîzm rêzik û pîvan in. Ya îstîsna ew e ku neçare bi avahiya demokratîk re li hev bike!
4-Dewleta Demokratîk: Me gelek caran diyar kir ka çima dewlet demokratîk nabe. Dewlet ji demokrasiyê ji aliyê zêhniyet, pêkhatina civakê, şêwazê rêveçûn û cewher ve cihê ye ji lewra dewleta demokratîk nabe. Di tevahiya dîrokê de weke faktoreke bingehîn, lê di roja me ya îro de ji ber ku şaristaniya kapîtalîst her diçe krîza wê ya pêkhatinê mezin dibe neçar dimîne bi sîstema şaristaniya demokratîk re li hev bike. Ango dewlet bi serê xwe nikare rêve bibe. Hêzên demokratîk ji neçarî ketine pozîsyonekê ku rêveberiyê hevpar bimeşînin. Ji lewra lihevkirin mumkin in. Di dîrokê de jî gelek mînakên vê hene. Eger dewlet (çi şêweyê dewletê dibe bila bibe) bi avahî û prensîbên demokratîk re li hevpariyê bigere û pêre şirîkatiyê deyne, mirov dikare bibêje ev dewlet li demokrasiyê vekiriye û têgîna dewleta demokratîk manedar bibîne. Li gorî min binavkirina herî rast dewlet + demokrasî ye. Min berê diyarkiribû ku yek ji wezîfeya rojane (lezgîn) a felsefeya siyasetê ew e ku divê li ser şêweyên dewletê rawest e. Ji ber ku bi mentiqê klasîk êdî civakên roja me ya îro mumkin nîne bêne rêvebirin. Bi vê sedemê rêxistinên civaka sivîl xistine dewrê. Lê têrê nakin. Rewşa heyî ya rêxistinên civaka sivîl nîşan dide ku nikarin valatiya di rêveberiyê de tijî û parve bikin.
Avahiyên civaka demokratîk ên xwe bi awayekî radîkal rêxistinkirî û saziyên dewletê yên berdarkirî dikarin li hev bikin û ev bi tenê weke rêya derketina ji nava pirsgirêkan xuya dike. Eger di qonaxa dîrokî ya heyî de (kes nikare texmîn bike ku wê çend salan dewam bike) were gotin şaristaniya demokratîk bi tena serê xwe yan şaristaniya kapîtalîst bi tena serê xwe yan jî sîstema sosyalîst bi tena serê xwe dikare bibe rêya derketina ji nava pirsgirêkan, divê em bi bîr bixînin ku gotinên bi vî rengî bi pratîkên bi gewde bûne encamên trajîk dane û îflas kirine. Ya bi bin dikeve civaka mirov e. Bi tenê temenê êş, xwîn û mêtinkariyê tê dirêjkirin. (Ev mijar ê di Sosyolojiya Azadiyê de bi firehî bêne guftûgokirin.)
Hin têgînên din jî hene. Mînak, ya di serî de tê têgîna dewleta huqûqê ye. Jixwe dewlet weke yekdestdariya ekonomîk berhemê zêde desteser dike û ji lewra di cewherê xwe de nikare adil an jî huqûqî bibe. Lê ji ber ku ji endam û welatiyên xwe re di çarçoveya rêzik û pîvanên diyarkirî de, li gorî qanûnên berê hatine destnîşankirin, bi qanûn û wekhev nêzî wan dibe jêre dewleta huqûqê tê gotin. Bêguman li gorî dewletên padîşah û despotan ên her gotina wan ferman e, an jî rojane qanûnan li hev çêdikin, mirov dikare vê erênî bibîne. Lê ji aliyê cewher ve şêweyekî cihê yê dewletê pêk nayne. Mînak, dewleta dîn zêde manedar nîne. Ji ber dewleta rahib, di tevahiya dîrokê de timî kirasê pîroztiyê li dewletê hatiye kirin û pêşkêşkirin. Dîn, mîtolojî, felsefe û heta ‘zanist’ amûrên îdeolojîk ên dewletê ne, û binavkirinên bi vî rengî zêdetir di çarçoveya propagandayê de têne kirin. Dewleta laîk jixwe weke beramberê dewleta dînî fikirîne, lê xwediyê heman maneyê ye. Ravekirina dewletê weke dînî yan jî laîk (ji bilî armancên îdeolojîk) ji nirxekî propagandayê wêdetir tiştekî din îfade nakin.
Weke encam em dikarin bibêjin; weke şaristanî û kakiladîroka şaristaniyê dewletê heta roja me ya îro xwe zêde kiriye û hatiye. Bi şêweyên bê hêjmar re li hev kiriye, timî xwe kamûfle kiriye û ji bo vê bi hostayî hewl daye. Di serdema şaristaniya kapîtalîst de tevî berevajîkirinên îdeolojîk hemûyan cara pêşî ye ku şens û derfet heye, dewlet di çarçoveya fonksiyona xwe ya rastî de were binavkirin. Ev binavkirin di encama hewldanên mezin ên zêhnî û çalakî de destketiyeke manedar a têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ye. Li vir pirsgirêka dijwar ew e ku di çarçoveya rohniya vê binavkirinê de bi şêwe û naverokên manedar (bi rêxistin û çalakiyan) serketin û pêşketina şaristaniya demokratîk hînê mezintirkirin û mayindekirin e.
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)