NAVENDA NÛÇEYAN – Hijmara pêketiyên Covîd-19’ê û yên pê mirine zêde dibin. Heta niha li cîhanê 1 milyon û 860 hezar kes pê ketine û 120 hezar û 800 kes pê mirine.
Li gorî daneyên Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê ku AFP daye 81 hezar û 474 kesên ku ji ber Covîd1-19’ê mirine li Ewropayê ne. Li parzemîna Ewropayê kesên ku pê ketine jî 973 hezar û 87 kes in.
Herî pir jî li DYE’yê mirov ji ber Covîd-19’ê mirine. Li Emerîkayê 23 hezar û 600 kes pê birine. Li Italyayê jî kesên ku bi vîrûsê mirine bûne 20 hezar û 400.
Dewleta Tirk jî hijmara pêketî û miriyên ji ber vîrûsê vedişêre. Li gorî daneyên fermî yên Tirk heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 61 hezar û 049 kes bi vîrûsê ketine, 1296 kes jî pê mirine.
Berdevka Rêxistiniya Tendiristiyê ya Cîhanê Dr. Margaret Harrrîs li Cinêvê bi daxuyaniyeke çapameniyê ragihand li Italya û Spanyayê û hin welatên din ên Ewropayê berbelavbûna vîrûsê hinekî ketiye û li Tirkiyê û Ingilistanê hijmara weqayan zêde dibe.
Bîlançoya hin welatên din wiha ye:
Italya: Pêketî: 159 hezar û 500, Mirî: 20 hezar û 460.
Spanya: Pêketî: 172 hezar û 500. Mirî: 18 hezar.
Fransa: Pêketî: 136 hezar û 700. Mirî: Nêzî 15 hezaran.
Ingilistan: Pêketî; 88 hezar û 600. Mirî; 11 hezar û 300.
Elmanya: Pêketî; 130 hezar û 200. Mirî: 3200
Hollanda: Pêketî; 27 hezar û 3400. Mirî; 2945.
Belçîka: Pêketî; 31 hezar. 100 û Mirî; 4150.
Swîsre: Pêketî; 25 hezar. 800. Mirî; 11 hezar.
Îran: Pêketî; 75 hezar. Mirî; 4683.