Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
-Xwedayê Daketiye Rûyê Erdê-
“Ji bo mirov ‘modernîteya kapîtalîst’ bike têgîn bi ekonomiyê destpêkirin hem kêm dimîne, hem jî ji aliyê rêbazê ve berevajî dike, ji têgihiştina cewher û têkiliyê dûr dixîne û rê li ber encam û hukmên şîlo vedike. Bi analîz û binavkirinên heta niha me hewl da der barê kapîtalîzmê de bikin, me piştrast kir ku di qada ekonomîk de ew hêzeke yekdestdar e, xwe ji derve ve ferz dike. Ji lewra mirov weke cewher li cihekî din li kapîtalîzmê bigere ji aliyê rêbazê ve jî dibe ku me bigihîne daneyên rast. Em ê gera xwe ya li kapîtalîzmê li qada dewletê dewam bikin, ji ber ku ev qad hewl dide wê veşêre, vedize û wê pirr baş piştperde bike.
K. Mrks di qada ekonomiyê de li Kapîtalîzmê geriya. Tevahiya amadekariyên wî yên metodolojîk, felsefî, dîrokî û civakî îşaret bi avahiya yekdestdar a kapîtalîzma xwe bi sîstemeke krîza zêde karekterîzekirî dike. Marks encama sîstema krîza zêde jî weke erênî tesbît dike. Hukimkirina li ekonomiyê nayê wê maneyê ku mirov dibe ekonomîk. Li ser ekonomiyê ferzkirina şêweyên avahiyan jî ekonomî nîne. Li bazarê lîstina bi buhayan û ji bo danaserhev a sermaye-karê pirrcure bikaranîna pereyan, ji aliyê sosyolojîk ve mirov nebe desthilatdar nabe. Mirov heta bi tevahî desthilatdariya siyasî û karektera wê ya zorê ji hev dernexîne, bi analîzên sûbjektîv ên ekonomîk-polîtîk kapîtalê bike têgîn, timî mirovan pê serwext bike, bi zanîn an jî bi niyeteke baş ketina rêbazeke çewt wê mirov bike qurbanê paradîgmaya kapîtalîst.
Beriya dest bi analîzên berfereh bikim, ez bêjim ku ez bi tehlûke û kêmasiyên rexnekirina bi tezên seresere û erzan dizanim. Nexasim helwestên dogmatîk-pozîtîv ên xwe Marksîst dihesibînin, ji ber ku ji mirîdtiyekê wêdetir naçin, guftûgokirina wan îdeayên dugêsinkirî û zivêrker pêşde nabin. Bi ezmûna teorîkpratîk a sedûpêncî salî, sed carî ispat bûye ku ‘Kapîtal’ bi rola totemekî nû rabûye û ev yek hîç bi kêra karkeran nehatiye. Li gorî min sedema bingehîn a vê çewtiyê ev e; di nava zeviyên ekonomiyê de li kapîtalîzmê digerin û ya ekonomîk nîne jî di nava mijarên bingehîn ên ekonomiyê de dibînin. Tevî polîtîkayên dewletê yên yekdestdar û bi tevahî xisletên wê yên li derveyî ekonomiyê, ez danîna wan ya serê quncikê weke kevirê çarqozî şîlokirineke zêde ji bo zêhnê mirov dibînim, di heman demê de kapîtalîzmê vedişêre û ji aliyê polîtîk-îdeolojîk ve rê li ber encamên trajîk ên xeternak vedike û bi awayekî berevajî bike ‘rohnî’ dike.
Ez pisporê Hegel û Marks nînim. Min pirr zêde jî nexwendiye. Ez wan ji bilî fikrên sereke nizanim. Ez yeqîn nakim ku ev yek hewce jî dike. Lê ez girîng dibînim û yeqîn dikim ku mafê şîroveyê wezîfeyeke azadiyê ye. Belkî jî bi sedema ku gelekî bandor li civaka modernîteya kapîtalîst kirine, ez têkiliya wan bi wezîfeya azadî û wekheviyê re datînim. Marks û Engels wexta weke yek ji çavkaniya sosyalîzma zanistî Felsefeya elman destnîşan dikirin, herhal Hegelê gelekî jê bi tesîr bûbûn li ber çav digirtin. Ji rexneyên wan mirov dikare vê yekê têderxîne.
Ji aliyê îdeolojîk ve Hegel lûtkeya metafizîkê û nûnerê hemdem ê herî mezin ê diyalektîkê ye. Fîlozofekî rastî yê elman e. Mebesta min ji vê ew e ku bavê fikra milletgiriya elman e. Marks û Engels wexta asta paşvemayî ya kapîtalîzma elman ango bûrjûwaziya elman hûrdikolan rewşa bûrjûwaziyê ya di felsefeya elman de jî hûrdikolan û di vî warî de li ser rêyeke rast in. Di destpêkê de mirov vê helwesta wan di Rexneya Felsefeya Huqûqa Hegel de dibîne. Li pey vê, xebatên wan ên di warê Lîga Kominîst û Manîfestoya Kominîst de weke pratîk rewşa wan tekûz dike. Di Şoreşên 1848’an de bendewariyên wan pêk nehatin û ez yeqîn dikim ku cara pêşî ji binî ve şikiyan û di vir de nîşaneyên pêşî têne dîtin ku berê wan dikeve aliyê ekonomiyê. Ez guftûgo nakim ka çima rola sereke dane ekonomiyê û ez nabêjim ku hewce nake mirov li ekonomiyê bikole. Ez nabêjim lêkolîna Marks a bi navê ‘Kapîtal’ şaş e, û ji lewra rexne nakim. Nuqteya bingehîn a ez wan têde rexne dikim ew e ku wan jî têde Hegel rexne kiribû. Ew jî ew e ku çima mijara dewlet û huqûqê li pêş girtiye. Bi ya min, Hegel ji nuqteya hewce dike fikra xwe pêşde dibe. Ango ji cihê hewce dest bi fikrê dike. Yên şaşiya dîrokî dikin Marks û Engels bi xwe ne; ango bi ekonomiyê ji rê derketine. Ji yeqînan jî wêdetir, ev jirêderketin sedema bingehîn e ku ji sedûpêncî salî zêdetir e sosyalîzm ango têkoşîna azadî û wekheviyê, û têkoşîna civaka demokratîk nagihêje serketina her kes bendewarê wê ye.
Ez wexta dibêjim Hegel a rast kiriye, nayê wê maneyê ku ez xeta wî ya teorîk-çalakiyê qebûl dikim. Rastiya wî ew e ku zanîbûye ji ku ve dest pê bike. Ji bo şaş neyê fêhmkirin ez vê xusûsê dubare dikim.
Li Ewrûpayê pirsgirêk giştî ye. Ewrûpaya bi dewlet dibe pirsgirêk bi desthilatdarbûyîna wê ye. Levîathanê modern wê çawa şikil bigire? Ya Hobbes û Grotius destnîşankirine, navendparêzî û hewcedariya mutleq a bi dewletê ye. Ya wan kirî, teorîsyentiya mutleqparêztiyê ye. Ji serdema feodal derbasbûna serdema kapîtalîst modela dewletê ya weke mutleqparêziya modern gavavêtineke bingehîn û amûrekî çareseriyê dibînin. Lê ev amûrê çareseriyê krîzê bi temamî çareser nake. Pirsgirêka dewletê bi tevahî giraniya xwe dewam dike. Kapîtalîzm li Hollanda û Ingilîstanê rola sereke dilîze û ev herdu welat bi hegemonyadariya xwe ya mezin dikin, Elmanya û Franseyê dihejînin, bandorê li wan dikin. Franse di têkoşîna ji bo hegemonyayê de li pey hev têk diçe. Elmanya hînê di doza jêre dibêje ‘yekîtiya neteweyî’ de bi ser neketiye. Jixwe bi tevahî namzetên din ên Ewrûpayê yên li benda ‘îqbalê’ bi pirsgirêkên dewletê re heşrûneşr in. Qraltî û mutlaqiyet van pirsgirêkan bi temamî nikarin çareser bikin. Mînaka Franseyê li naverastê ye. Muqleqiyetdariya Luis ê 14. yê bi Heybet li hemberî hevgirtina Hollanda û Ingilîstanê bi ser nakeve û di hundir de pirsgirêkên dewletê her mezin dibin. Ma yên din çi dikarin bikin? Nakokiyên wan ên berjewendiyan û rewşên wan ên çanda maddî û manewî jî rê nade ji bo bi pey modela dewlê ya Hollanda û Ingilîstanê bikevin.
Bûyera jêre tê gotin Şoreşa Franseyê di vê rewşê û li hemberî van pirsgirêkan de qewimî ye, encama derketiye holê li pirsgirêka dewletê pirsgirêkên şoreşê jî zêde kirine. Lenîn badilhewa nabêje ‘Dewlet û Şoreş’. Pirsgirêka desthilatdariyê bi temamî di rewşke krîzê de ye. Hegemonya kapîtalîst a bi armanca çareseriyê ji krîza feodal re çareseriyê bibîne pêş ket, krîz hînê zêdetir kûr û giştî kir. Mutlaqiyet hildiweşe, cumhûriyet tê îlankirin, dema teroreke dijwar dest pê dike û li pey hev pêşnûmeya împaratoriyeke dîn û împaratorî mîna ji ezman hatibe, tevahiya Ewrûpayê dihejîne. Fransewî bi awayekî kes li bendê nebû naverastê bi galgal û çalakiyan, bi gotineke hînê kibar bi teorî û şer dixeniqînin. Ma jixwe ew giyotîn çi ye?
Şîroveya Hegel kirî şahane ye. Di şexsê Napolyon de ji bo dewletê vê tespîtê dike: ‘Halê xwedê yê daketiye ser rûyê erdê’. Ji bo Napolyon jî weha gotiye: ‘Xwedayê li ser rûyê erdê dimeşe’. Di jiyana min de ev yek ji şêweyê ravekirinê ye ku min gelekî jê sûd wergirtiye û ez li hemberî wê matmayî mame. Hevokeke mîna vê mukemel û bêqusûr a hem dewleta kevin û hem jî dewleta nû rave bike, zehmet e ku mirov bibîne. Bîr biriye ku bi hevokekê ya bi hezaran pirtûkên pîroz û laîk xwestiye bîne ziman, bêje. Ya rastî bi vê hevokê felsefe kiriye. Ez dikarim vê bibêjim: Ingilîz ekonomiyê, Fransî civakê û Elman jî felsefeyê baş dikin. Lê ez dibêjim, bi tehlûke ye ku mirov senteza van bike.
Ez yeqîn dikim ku Napolyon ji bo mutleqiyetparêziya Ewrûpayê ya li dora xwe belav bike, di 1802’an de modela em dikarin jêre bibêjin ‘dewleta netewe’ bi lêv dike. Dixwaze Fransewî bi tevahî bibin dewlet, rabin ser piyan û Ewrûpayê bînin ser rêya xwe. Di vê de bi ser jî dikeve. Napolyon şaristanîparêzeke feodal nîne. Jixwe dixwaze wê li ser hîmê şoreşê di nava tofanê de bixeniqîne. Dilê xwe dibijîne împaratorên Romayê Sezar û Skender. Lê zeman rê nade vê yekê. Ji bo bibe împatorekî bi vî rengî atmosfera çandî ya maddî û manewî tineye. Ingilîstan jî li hemberî wî bi dizî, xasûkî û li gorî ‘ekonomî-polîtîkê’ hunerê hegemonyadariyê bi hostayî dimeşîne. Napolyon ketiye rewşekê hema dîn nebûye. Ji nefîkirina li Girava Elbeyê ders negirtine. Ders girtibe jî Napolyon hînê bi bez çargavan diçe. Pirr dijwar şer dike, lê li Waterlooyê têk çûye û gelekî şerpeze û perîşan e. Li Girava Saint Hellen a li nava Okyanûsa Atlasê piştî nefiya pênc salan li ber sikratan (1821) gotinên wî yên dawî weha bûn; ‘Franse! Artêşno! Berê xwe bidin Josefînê’. Ev gotin, bi awayekî mukemel û bêqusûr çalakgerekî dewleta netewe xulase tînin ziman. Li ser navê Elmanan Hegel dest diavêje teoriya wî. Kulliyateke mezin a îdeolojîk çêdibe. Bêsedem negotine îdeolojiya elman. Di pratîkê de Dewleta Prûsyayê gav bi gav tê avakirin. Bilind û mezin dibe. Ingilîstan ji bo dewletên Franse û Awûsturyayê (di serî de ji bo împaratoriyên wan) paşve bixîne palpiştiya Prûsyayê dike. Piştî serketina Sedanê ya di sala 1870’î de û bi damezrandina yekîtiya Elman, Prûsya weke hêza hegemonîk a duyemîn derket pêşberî Ingilîstanê. Ji parvekirina bêedalet a dinyayê nerehet e. Para xwe dixwaze. Bi Şerên Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn ew jî weke Franseyê têk diçe û îdeaya xwe ya hegemonîk ji dest dide.
Ji Şoreşa Franseyê heta 1945’an ispat bûye ku krîza kapîtalîzmê çiqas kûr e. Ango krîzeke demekê nîne û domdar e. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Fuhrerê (lîder) Elman Hîtler e. Bi xaça gamayî tê temsîlkirin. Gelek analîzên faşîzmê hatine kirin. Di serî de Marksîst, analîzên ji aliyê lîberalan, muhafezekaran û anarşîstan ve hatine kirin, hemû jî pirr xirab xapiyane, dixapînin. Ti ji wan jî bi awayekî durist û têrtijî xwedî wê hêzê nînin rave bikin û her weha xwedî wê niyetê jî nînin. Cihûyên ku bûn qurbanê qirkirinê jî întelektuelên wan di serê van xapînokan de tên. Ji ber ku Hîtler pîsîtiya hevpar a întelektueliya hemûyan û ‘verîşiya’ hevpar a pratîka siyasî ya tevan e. Dibêjin; ‘Li ber dilê qirakê çêlika wê mîna Teyrê Sîmir e.’ Ma ti ji wan ji aliyê îdeolojîk û çalakiyan ve bibêje ‘ya ez verîşiyam pîsîtî bû?’
Fîlozofê elman ê bi koka xwe Cihû Adorno jî bi heman awayî nebe jî hukmekî wî yê bi kurtî bê vê maneyê heye ku gelekî manedar dibînim. Min hukmê wî yê yekemîn ê der barê modernîteya kapîtalîst de gotibû û weke gotineke manedar weha gotibû, ‘Jiyana çewt rast nayê jiyîn.’ Bi hukmê xwe yê duyemîn jî îşaret bi kampên komkujiyê kiribû, maneyên wan ji hev derxistibûn û gotibû: ‘Li ser navê tevahiya îlah û pîroziyan ti mafê gotinê yê benîadem nemaye.’ Dibe ku gotin bi gotin bi vî rengî nebe, lê min cewherê gotina wî welê rave kir. Dixwaze bibêje qirkirin bi ti awayî nayê ravekirin. Maskeya şaristaniya me ji rûyê wê ketiye xwarê. Mafê axaftinê nemaye. Li ser şopa rastî ya Dibistana Felsefeyê ya Frankfûrtê ye. Lê ji ber ku bi guneh lewitî ne, dilşikestî ne, bi mikurhatinên xwe xemgîn û xeydokî ne. Gelekî girîng e ku Benjamin û Adorno para îdeolojiya Cihûyan di vê de dibînin û li xwe mikûr (xeydokî, melankolîkî) tên. Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bi rewşa xwe ya heyî, tevgerek e ku ser vê pîsîtiyê digire. Ez yeqîn nakim ku bin xwe paqij kiriye. Mezinbûn û kûrbûna krîzê dewam dike.
Pêngava mezin a sêyemîn a globalbûnê (globalbûna serdema fînansê), krîzê bi kûrahî li zeman û mekan belav dike û bi vê pratîkê dixwaze kontrol bike. Sîstema Sovyetê kengî di sala 1989’an de bi awayekî fermî ji hev de ket, hem xisleta wê ya dewleta netewe û hem jî rola wê a domdar di krîzê de hatibû îttîrafkirin. Piştî sala 1945’an hêza nû ya hegemon DYE, weke hêza serketî ya şerê sar, herêma sereke ya krîza sîstemê lê herî demeke dirêj dewamkir Rojhilata Naverast weke herêma şerê stratejîk îlan kir. Weke Louisê 16. ê dewleta netewe li Rojhilta Naverast darvekirina Serokdewletê Iraqê Sedam Hûsên bi awayekî sembolîk çi tîne ziman?”
ÇAVKANÎ: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST “Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske” (PÎRTÛKA DUYEMÎN)