STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya parastina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din dike, ji ber şewba Korona Nû (Covîd-19) a ji bo hemû cîhanê û Tirkiyeyê gefek e, 20’ê Arê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa û Wezareta Edalet û Dadgeriyê ya Înfazê ya Bûrsa dan, têkildarî muwekîlên xwe hinek daxwaz pêşkêş kiribûn.
Daxwaza parêzeran ên mîna derbarê rewşa tenduristî ya muwekîlên tedbîrên rojane bên girtin û di derbarê tedbîrên bên girtin de wan agahdar bikin hate redkirin. Hincet jî weke ‘Daxwazên mijara tedbîr û agahdarkirinê nakevin nava erk û peywirên Dadgeriya Înfazê.’
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût anî ziman ku li giravekî ku xwedî statûyên taybet in û dîsa pirsgirêkên kronîk ên hinek muwekîlên me yên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dimînin hene. Prz. Tûrgût diyar kir ku ji ber vê yekê û şewba Covîd-19 daxwaz kir ku hemû personel û girtiyên li Îmraliyê di warê tedbîr û paqijiyê de hemû tedbîr tavilê bên girtin, divê tedbîrên bên girtin wan agahdar bikin û divê tedbîrên pêwîst bên girtin û mercên baş bên avakirin ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re bên pêkanîn.
Prz. Tûrgût bibîr xist ku têkildarî serlêdana kirî Dadgeriya Înfazê 26’ê Adarê biryarek girt, lê ev biryar 6’ê Nîsanê ji bo wan hatiye ragihandin. Tûrgût diyar kir ku di biryarê de daxwaza wan bi hinceta ‘Nakeve çarçoveya erk û perpirsyartiyên Dadgeriya Înfazê.’ hatiye redkirin.
Tûrgût diyar kir ku îdîaya ku daxwaz nakevin çarçoveya erka Dadgeriya Înfazê li dijî hiqûq û qanûnê ye û wiha domand: “Erkên Dadgeriya Înfazê saziyên înfaz û ceza yên hikûmxwarî û girtiyan, erêkirina girtiyan, bicihkirin, germkirina wan, li xwekirina wan, pêşwazîkirina xwarin û vexwarina wan, paqijkirin, bi armanca parastina fîzîkî û ruhî mûayenekirin û dermankirina wê, dîsa têkiliyên wan ên bi derve re pêkanîn, dîsa têkildarî giliyên karkirina wan û xebatên wan lêkolîn kirin û biryargirtine. Daxwazên me jî tan di vê çarçoveyê de ne.”
Prz. Tûrgût bibîr xist ku rênedana hevdîtina malbat û parêzeran a bi muwekîlên xwe re, sûdnegirtina ji name, telefon û dîsa agahî girtin û peywendiyan, bi temamî astengkirina têkiliyên bi derve re, di rewşeke wiha de ku ji muwekîlên xwe ti agahiyek negirtin dibe mijara gilîkirinê û ev yek dikeve çarçoveya erka Dadgeriya Înfazê.”
Tûrgût destnîşan kir ku redkirina daxwazan di encama neliber çavgirtina qanûnê ye û ji ber vê wê gilî bikin û got: “Di serlêdana 20’ê Adara 2020’ê de me daxwaz kiribû ku mafê telefonê (ya bi malbat û parêzeran re) ya ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê tên bikaranîn divê li Girava Îmralî ya ku heta niha nehatiye kirin, tavilê bê pêkanîn. Dadgeriya Înfazê li ser vê xisûsê 26’ê Adarê biryarek da û hincet jî weke sînordarkirina mafê telefonê ya ji bo 6 mehan a derbarê muwekîlê wan de heye. Ev biryar 6’ê Nîsanê ji bo me hatiye ragihandin, me jî 13’ê Nîsana 2020’ê li dijî biryara îtiraz kir.”
Prz. Tûrgût da xuyakirin ku di biryara ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hate dayîn de di derbarê muwekîlên wan de bi biryara Desteya Îdarî û Çavdêriyê biryara sînordarkirina peywedî û agahîgirtinê ya 6 mehan hatiye birîn, agahî girtine û got: “Li dijî vê biryara sînordarkirinê ji derveyî Birêz Ocalan 3 muwekîlên me îtiraz kirine. Dîsa me zanî ku biryara derbarê Omar Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim de zelal bûye, îtiraza Veysî Aktaş jî hê li Dadgeha Ceza ya Giran e. Nexasim dema 11’ê Adara 2020’ê me li Dadgeriya Înfazê dema me xwe pirsa wan bikin, hate gotin ku nikarin bipirsin û lê hate gotin ku biryareke disiplînê ya nû nîne.
Herî dawî Prz. Tûrgût anî ziman ku daxwazên wan bi hincetên bê bingeh, dîsa li dijî qanûnê bi rêbazên cuda dixwazin asteng bikin û got: “Mekanîzmeya parastina muvekîlên wan hatiye astengkirin û mafê hiqûqî yê şêwirmendî û ji mafê parastinê yên muwekîlên wan hatine mehrûmkirin.”
Tûrgût diyar kir ku wê her hefte ji bo malbat û parêzer hevdîtinê bikin wê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. Tûrgût anî ziman ku tevî serlêdanên wan heta niha bersivek baş negirtine, heman tişt ji bo serlêdanên wan ên li Wezareta Edaletê jî bê bersiv mane.