NAVENDA NÛÇEYAN – Bi giştî li seranserê cîhanê hejmara kesên bi Vîrûsa Koronayê ketine, 2 milyonî derbas kir.
Roj bi roj li seranserê cîhanê, hejmara kesên bi Koronayê dimirin û pêdikevin, zêde dibe. Li gorî sîteya ‘Worldometer’ heya niha li seranserê cîhanê 126 hezar û 754 kes mirine.
Heman çavkaniyê ragihand ku li seranserê cîhanê hejmara kesên bi Koronayê ketien jî, gihiştiye 2 milyon û 66 kesan. Herwiha hate gotin ku heya niha rewşa 484 hezar û 597 kesên bi Koronayê jî ketibûn, baş bûne.