ŞAFAK GERÎLA
“Jiyan çî ye? Jiyan, gelo xilasbûna zincîrên koletiyê ye yan xwe bêdawî kirine? An jî tenê ji bo xwe her tişt kirine? Rast e; heta roja îro jiyana ku di pêşiya me de dîroka niviskî bû. Tevayî jiyan hate ceribandin, lê di encamê de, ji bêjînbûnê zêdetir tiştekî din ne afirand.
Dibeku ji bo jiyanê nirx avakir lê jiyanekî ku her kesek tê de kêfxweş be û mirov tê de bi aramî bijî avanekir. Azadiya ku wekî hebûnekî pir dûr xwiyadikir, di mejiyê mirovan de cih girt, ji lêgerînên jiyanê re bersiv ne da. Berovajî vê, bi navê jiyanê, mirovatî, xweza û cîhan bi bêjiyanbûnê ve girêda. Îro em, beramberî tarîbûnekî mezin in. Pirsgirêkên aborî, nexweşiyên civakî, madeyên kîmyevî û her roj civak, zimên, cûrên lawiran, cûrên şinayetî, ku ber bi tunebûyinê ve diçin û cîhana ku oksîjena wê qirêj dibe bi rûxandinên mezin ve rû bi rû ye. Heger pêşiya vê rewşê neye girtin, em beramberê cinawirêkî ku her roj xwe tune dikene. Ji bo vê pirsên wekî, Jiyan çîye yan jî Jiyanê kî çawa? Her rojê ku derbas dibe giraniya xwe derdixe holê. Ji bo ku ji van pirsên hêsan re bersivekî rast bê dayîn, berî her tiştî, Jiyan çiye û ev jiyan çawa gihişt roja me? Divê em bi awayekî rast lêpirsîn bikin. Di vê serdema roja me de gelek zanyar çîroka “Mirov çawa bû mirov? ji bo lêkolîn bikin, ketine nav lêgerînan. Çunkî Jiyan di cihekî, di pêvajoyekî de destpêkiribû, heger despêkirina jiyanê tunebûya, îro dengê jiyanê bilind nedibû. Wekî zagonên diyalektîk a gerdûnê; tiştekî ku tune, hebûna wî nabe, tiştekî heye tu car tune nabe.
Bi giştî, di tevahî zîndiyan de merhela hebûnê ku pêşdikeve,di civaka mirovan de bi nasîna xwe û ya vîna xwe ve, ev pêşketin gihîşt roja me. Di cûreyên mirovan de civakbûn, bi qutbûna prîmatan ve destpêdike. Têgihîştina hêza jiyana civakî û pergalên civakî ku hate afirandin, di vê demê de pêngav têne avêtin. Li beramberî xwezayê, hêza civakbûnê temenê pêşketina mirovatiyê ye. Di pêşketina civakî ya yekemîn de, bandorên avhewa (iklim) û xakê heye. Mirovê ku cara yekem li ser her du lingên xwe meşiya, berî vê 20 milyon sal di Rojhilata Afrîkayê de derket, 3 milyon sal berî vê jî, li Rojhilata Afrîka-bahra sor û hata bahra sipî ev pêşketin domiyaye. Nezîkî milyon salan li qiraxa Rojhilata Bahra sipî, Toros û Zagrosê de, derfetên avhewa, şinayetî û çanda ajaldariyê (hayvancılık) û her wiha kombûnekî nufûsê hate dîtin. Cihê ku wekî Hîlala Zêrîn tê bi navkirin, bi giranî li wê derê yanê li Mezopotamyayê civakbûna yekemîn despêkiriye. Berî 20 mîlyon salî, piştî ku serdema cemed ji holê rabû, avhewaya herêmê ku bi derfet bû, di 12-15 hazar salan de mezolotîk, nezîkê 10 hazar salan de jî şoreşa neolîtîkê (gund) hatiye afrandin. Di pêşketina mirovatî de, şoreşa neolîtîkê rolekî sereke leyist û di vê xakê de belav bû.
Civaka Neolîtîk, bi şoreşa çandî û kedîkirina ajalan ve, wekî civaka yekem a gund pêşdikeve. Di roja me de, zihniyeta azad a ku mirovatî hêvî dike, bingehê xwe di vê serdemê de diavêje. Civaka Neolîtîk civakekî ku bi xwezayê re hevalbend e, hestên dayik a bi hêz, wekheviya zilam û jin esas digire.
Civata Neolîtîk zîhniyeta xwe ya bingehîn, ji tarzê jiyana klan digre. Klan, pêşketina yekem a civakê, zanista yekem û bingehekî ku baweriya bi xwezayê re peşdixîne. Hejmara endamên klanê di navbera 20-30 kesan de ye. Têgîhên bingehîn yê klanê, zîndîbûna her tiştî, rêgeza yekbûna hemû kesî ye. Kesê ku di klanê de cih digre, rê û rêzikên pergala klanî bi tevahî pêk tîne. Ji ber ku li derveyî klanê, nasnama kesayetiya tu kesî nîne. Ji bo ku klan di xwezayê de wekî hêzekê tê dîtin, ew rastiyekî gelekî bi rûmet e. Kesayet û pergalên ku klanam derdixînin holê, di navbera wan de yên xirab an jî yen baş nîne, tenê cudatiya wan heye. Cudabûn wekî parçeyekî naxşê tê dîtin, ji bo ev aheng xirab nebe, tê rûmet kirin. Kesayetiyên dîtir red nake, di nava piştgiriyê de hebûna xwe didomîne. Di civaka Klanan de peyvên wekhevî û azadiyê nînin. Ji ber ku jiyan bi xwe li ser temenê wekheviyê hatiye afirandin. Jiyanekî ku bê tund, li gor cinsiyet û ferman nêzîk nabin, ji tevayî endaman re hurmet heye, bê çinayetî, bi aştî ve didome. Malbûn û ji hev re bûna nine. Kesayet her ku tevlî jiyanê bibe, bi civakê re dixebite, di xwezayê de jiyanekî kolektîf û hevbêş derdikeve holê. Pêdivî û xizmet bi hevbeşî dihatin avakirin û bê berjewendî, bi xwestek pêş diketin.
Tevayî mirovên serdeman, hebûna xwe ya xwezayî diyarkirine. Di civaka organîk de, zagonen xwezayî rêgeza piştgirî û girêdanê ye. Xweza hebûnekî ku hilberî dike, zayine dike û hebûnekî zîndiye. Zindîbûn, ne ku tenê pediviyan peşwazî bike, di nava ahengiyê de, ku her reng cih digire, dipeyive, dibîne, dimeşe, carna ceza dike, carna xelatan belav dike, di heman demê de dayika bi rûmet e. Civak dema zagonên jiyanê pêşdixe, ev ji bo peywendiyên xweza ji derbas dibe. Ne gengaz e ku ji xwezayê re meyzekirinên cuda pêş bikevin. Di xwezayê de her tişt hevûdu dikşîne, wekî perçeyekî tevahî ye. Mirov ne neçar bû ku ji xwezayê hêz bikin. Lê bawer dikirin ku bi xwezayê re girêdanekî xwînê heye û wekî peywendiyên mirovatî nêzîk dibûn. Mînak, demê xisar li gulekê dihat, êş û jana wê di dilê xwe de hîs dikirin û rexnedayina xwe didan. An jî piştî komkirinê, bi xwezayê ve dihatin girêdan.
Di civaka ku wekî xwezayê zîndî tê dîtin de jî, her tişt bi peywendiyên mirovatiyê ve dihat dest girtin. Zagonên civakî, erk, maf û bi bingehê girêdana xwînê ve avadibûn. Girêdana bi xwînê, zagonên civakê yên hevbeş bûn. Endamên klanê, di heman demê de mirovê klanê ye jî. Hemû erk, mafên wî bi vê girêdana xwînê ya bi rûmet ve dihatin ser zimên. Çavkaniya vê xwînê, peşketina fîzîkî û rihî ji zarokatî heta mirinê, bi hevûdu ve grêdayî peşdikeve. Ji bo vê sedemê girêdana xwînê bi jinê ve pêşdikeve. Jin di riya jiyanê de ya diyarîker bû, ji bo vê yekê kesayetekî bi rûmet bû. Ji bo vê her tiştî çavkaniya xwe ji peyva “dayik” digirt. Dayik; a ku zayinê dike, yekitiyê çêdike, di hêza tevayibûnê de çavkaniya jiyanê ye. Taybetmendiyên zayinê, komkirin, meyzekirina zarok, di jinê de hêzek avakir. Ji bo vê sedemê, yên ku herî baş xweza nas dikir û temaşe dikir jin bû. Beramberî xwezayê nêzîkatiyên aştî yên jinê û komkirinê hişt ku jin xwezayê nas bike, derfetên xwezayê bigihîne jiyanê. Ev wate û naskirin hişt ku di jinê de zanebûn jî pêşbikeve. Ev zanistiya jinê ya xwezayî afirînerî derxist holê û zagonên civakê yên yekemîn çêkir. Di vê bingehê de temenê şaristaniya yekemîn afirand. Jin bi hêza civakî ve gihîşt rûmetiyekî gelekî mezin. Bi afirandina nirxên civakî(me) dayika zanist digihêje asta xwedawenditiyê û li dorhêlên wê hebûnên bi rûmet kom dibin. Mînak, sêhrbazî û totem di vê bingehê de pêşdikevin. Sêhrbazî, pêşketina zanist bi xwe ye. Bi civakê ve hêza tê afirandin, bi sêhrbaziyê ve xwe bi rûmet dike. Piranî sêhrbaz ku jin in, ev jî çavkaniya xwe ji hêza afirîneriyê digre. Di totemê de klan sembola zanistiyê ye.
Totem, rûmetiya çavkaniyên civakê ye. Civaka heyî, li ser vê bingehê pêşdikeve û ev jî pergalla bawerî û totemê diafirîne. Bi vê sedemê ve jina zanist, dibe rûmetiya civakê.
Di vê pêvajoyê de rola zilam ne diyarîker e. Tenê berpirsyariya wî ku xwe bijî heye. Dûv re çanda neçiriyê pêş dikeve. Neçirî, çandekî ku ji koçberiyê çavkaniya xwe digire. Ji ber vê sedemê, derfetên nasîna pêşketina xwezayê nabîne. Zilam li gorî jinê xwezayê hîn kêmtir nasdike û wek hebûnek pêşwazibûna pêdiviyan dibîne. Ji bo ku di çanda neçirî de kuştin zêdetir e, zilam hîn nêzîkî zextê dibe. Ev xalana hemû di zilam de, wekî desthilatdariyê derdikevin holê. Çanda neçîrî, mercên hilberiyê di hemêza xwe de hilnagire. Ji ber vê sedemê, dema ku zilam, hêza civakî ya jinê û hêza çavkaniya hilberiyê bal kişand, (wekî di tevayî hebûnan de heye) di zilam de jî hestên bilinbûnê pêşdikeve. Her wiha, di civaka neolîtîk de, zilam xwedî rola duyemîn e. Rola sereke ya jinê ye. Jin di nav pergala wekhev û hevbeş de dibe xwedî nasnameyekê.
Di civaka neolîtîk de, peywendiyên ku xwe dispêrin cudabûna cins nîne. Tevahî pêwîstiyên, pêdîviyên civakî, li anagorî rêgeza hevpar û piştgiriyê pêk tê. Di roja me ya iroyîn de peyvên, azadî, wekhevî, demokrasî hwd. di serdema yekem de bi hebûnekî xwezayî dijî ya. Ji ber vê sedemê, serdema ku mijokdarî, daxt, û desthilatdarî tê de nîne, jê re tê gotin Serdema Zêrîn. Lê hiyerarşî û şaristaniya ku pêşket, xwe li ser pergalên serdema zêrîn afirand. Nirxên herî bingehîn ê vê serdemê di kûrahiya dîrokê de hunda kir, her tişt kir malê xwe. Piştî ku dîrok ji bingehê xwe hat qutkirin, mirovatî ber bi kiravên kûr ve hat.
“Serdema Zêrîn” a ku tune bû, serdemekî ku di navbera civak, xweza û mirovan de yekitiyekî ji dil diyar dike. Yekitiyekî ku di jiyana civakî û jiyana cîhanê de wekî piştgiriyê xwe diyar dike. Ev piştgirî her ku hebû, xweza bi jiyanê ve bû. Demê ku ev piştgirî berovajî bû, cîhana derdor bi wê re hunda bû. Di vê bingehê de zivistana hişk a tarî ku bi navê “şaristanî” pêşket.”