SILÊMANÎ – Li Silêmanî partî û rêxistinên siyasî di derbarê Zînî Wertê ya ku KDP xwe bicîh kiribû û 3 gerillayên HPG’ê ku di bombardimana artêşa Tirk a dagirker da şehîd ketibû daxuyaniyek hevpar dan. Ruxmê metirsiya vîrûsa koronayê û qedexeya derketina derve jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyan hate diyarkirin ku pêwiste îxaneta KDP’ê were sekinandin û divê KDP’ê di çarçoveya Yekîtiya Neteweyî da tevbigire. Her wiha bicihbûna KDP’ê ya Zînî Wertê wek nîşaneya vekirina riya dagirkeriya tirk hate pênase kirin. Di çalakiyê de 3’ê Gerîlayên HPG’ê ku bi hevkariya KDP’ê hatibûn şehîdxistin hatin bibîr anîn.
Partî û rêxistinên tevlî daxuyanî bûn: Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistan, Rêxistina Jinên Azadi Kurdistan, Ciwanên Welatparêz – Jinên Ciwanên Tekoşer, Eniya Demokrasî, Peşmergeyê Dêrîn, Komiteya Azadî Bo Ocalan, Nûnertiya Rêveberiya Başurê Kurdistanê û PYD.