DİYANA – Aloziya ku li devera Zînî Wertê piştî bicîhkirina hêzên PDK û YNK’ê destpê kiribû, didome. Li vê herêmê çêkirina baregeheke nû berdewam dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku Wezareta Pêşmergeyan hêz ji ber virûsa Korona şandine herêmê. Lê gelek derdor û çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ev yek rê li ber zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker vedike.
KCK’ê jî bi daxuyaniyekê bang kiribû ku hêzên hatine herêmê vegerin qadên xwe û nebin sedema aloziyeke di navbera Kurdan de.
Wezareta Pêşmergeyan têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wan ew hêz ji bo vîrûsa korona û demkî şandine herêmê. Lê li aliyê din sewqiyeta leşkerî ya ji bo herêmê berdewam dike. Hem wextê daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan pêr êvarê hêzeke nû ya Zêrevaniyê ku girêdayî PDK’ê ye sewqê Zînî Wertê hate kirin.
Li gorî çavkaniyên bi ewle yên ji herêmê ku bi sedema ewlekariyê nexwestin navên xwe eşkere bikin, PDK ne tenê li Zînî Wertê, li 2 deverên din ên herêma Soran jî hêza leşkerî zêde dike.
Çavkaniyan ragihandin ku PDK’ê hejmara hêzên xwe yên li Babîşka ku dikeve navbera Diyana û Rewandizê zêde kiriye û li wir liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye.
Çavkaniyan gotin ku PDK’ê li herêma Qesrê ya girêdayî navçeya Sorane ku nêzî Qendîle ye jî hejmara hêzên xwe yên li baregehan zêde kiriye.
Heman çavkaniyan diyar kir di nava hêzên ji bo Qesrê û Babîşka hatine şandin de Pêşmergeyên Roj jî hene û hejmara pêşmergeyên şandine herêmê ji hezarî zêdetir .
Balkêşe hemwextê çêkirina baregeha li Zînî Wertê balafirên keşfê yên dewleta Tirk êvarê li ser herêmê firiyabûn û dîsa heman êvarê baregeha gerîlayan ku çend metre nêzî pêşmergeyan bû hatibû hedef girtin. Di encamê de 3 gerîla şehîd bibûn.
Dîsa hemwextê êrîşên li dijî Zînî Wertê balafirên bêmirov û biçek yên artêşa Tirk Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de 3 jinên bêrîvan jiyana xwe ji dest dabûn.