DIHOK – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên navçeya Amediyê bombebaran kirin.
Balafirên şer yên dewleta Tirk adagirker bi dijwarê gundên bajarokê Çemankê yên li navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafiran bi dijwarî çiya û nêzî gundê Şikeftê a ser bi bajarokê Çemankê bombebaran kirine.
Heman çavkaniyan ragihandin ku ji ber ku balafiran gelek nêzî gundan bombebaran kirine, tirsek mezin ketiye nava xelkê herêmê.
Hîn jî nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na. Liv û tevgera balafiran li ser herêmê dewam dike.